Şivan Perwer Ji Bo Hilbijartinên Kölnê: Piştgiriyê Bidîn Berîvan Aymaz

Perwer, di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de, hilbijêrên xwe vexwend ku piştgiriyê bidin Berîvan Aymaz, hevala wî ya ezîz.

Sep 27, 2025 - 15:01
Şivan Perwer Ji Bo Hilbijartinên Kölnê: Piştgiriyê Bidîn Berîvan Aymaz
Şivan Perwer Ji Bo Hilbijartinên Kölnê: Piştgiriyê Bidîn Berîvan Aymaz

Köln - Almanya: Hunermendê navdar ê Kurdistan û cîhanî Şivan Perwer, ji bo hilbijartinên tûra duyemîn ên Şaredariya Bajarê Mezin a Kölnê ya Almanyayê ku wê roja Yekşemê, 28'ê Îlonê, bêne lidarxistin, bangek girîng kir. Perwer, di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de, hilbijêrên xwe vexwend ku piştgiriyê bidin Berîvan Aymaz, hevala wî ya ezîz.

Perwer, di peyama xwe de tekez kir ku berendamtiya Aymaz wê li Almanyayê yekem car be. Wî got, "Bi piştgiriya xwe hûn dikarin li Almanyayê dîrokê binivîsin û hûn dikarin bibin alîkar ku jinek bi paşxaneya koçber bibe Şaredara Bajarê Mezin ê bajarekî bi mîlyonan." Wî da zanîn ku ev hilbijartin wê ji bo hilbijartina yekem şaredara jin a bi biyografiya navneteweyî li Almanyayê bibe qonaxek dîrokî.

Şivan Perwer diyar kir ku her dengek pir bi qîmet e û bang li hemû hilbijêran kir ku roja Yekşemê herin ser sindoqan û bibin şirîkên vê kêliya dîrokî. Tê payîn ku ev bangewaziya Perwer, atmosfera hilbijartinê ya li Kölnê biguherîne û piştgiriya ji bo Berîvan Aymaz, bi taybetî di nav hilbijêrên bi paşxaneya koçber de, zêde bike.

#BerivanAymaz @berivanaymaz