Dîsa ji bo Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê civiyan
Wezareta Pêşmerge û Hevpeymanan Pêngavên Yekxistina Hêzên Xwe Gotûbêj Kirin

Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê di civînekê de ligel şandeke hevpeymanan ragihand ku armanca wan ji pêvajoya çaksazî û reformê, avakirina artêşeke yekgirtî ya niştimanî ye. Şanda hevpeymanan jî tekez kirin ku bi hevkarî dikarin pêvajoyê leztir bikin.
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: Roja Duşemê 25ê Tebaxê, Şoreş Îsmaîl, Wezîrê Pêşmerge, bi amadebûna Ferîq Rukin Îsa Uzêr, Serokerkan, pêşwazî li Kolonel Dick Pillwick, Berpirsê Nivîsîngeha Hevkariya Ewlehiyê li Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê û şandeke pê re kir.
Di civînê de, ku hejmarek ji rêveberên giştî yên wezaretê û şêwirmendên hevpeymanan amade bûn, gotûbêj derbarê pêşhatên dawî û nirxandina memoranduma lihevkirinê ya di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê de hat kirin.
Şoreş Îsmaîl tekez kir ku plana wezaretê pêngavên baş avêtine û bi berpirsiyarî kar ji bo cîbicîkirina planên stratejîk ên pêvajoya yekxistina hêzan dikin. Wezîrê Pêşmerge herwiha got: “Armanca pêvajoya reformê, birêxistinkirina hêza Pêşmergeyê Kurdistanê ye ji bo avakirina artêşeke yekgirtî ya niştimanî, ku dawiyê dibe nexşerêyek ji bo gihîştina paşeroja çaverêkirî ya Wezareta Pêşmerge.”
Ji aliyê xwe ve, şanda şêwirmendên hêzên hevpeymanan ragihand ku ew bi girîngî li hewlên Wezareta Pêşmerge dinêrin ji bo cîbicîkirina bendên memoranduma lihevkirinê. Herwiha amaje bi wê yekê dan ku bi hevparî û xebata pêkveyî ligel Pêşmerge, dikarin pêvajoya reformê leztir bikin.