Hikûmeta Kurdistanê ji bo kêmendaman biryara lêborînê da

Hikûmeta Herêma Kurdistanê Deynê Pêşîneya Zewacê ya Kêmendaman Lêdibore

Aug 26, 2025 - 15:53
Hikûmeta Kurdistanê ji bo kêmendaman biryara lêborînê da

Wezareta Kar û Karûbarên Civakî rêkareke nû belav kir û ragihand, hikûmetê biryar daye ku li wan kêmendamên ku berî sala 2013'an pêşîneya zewacê wergirtine û heta niha deyndar in, bibore.

Roja Sêşemê 26ê Tebaxê, Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Herêma Kurdistanê rêkareke nû belav kir, mizgînî da xwedî pêdiviyên taybet û ragihand: Biryara lêborînê ji bo pêşîneya zewacê ya mayî, kete warê cîbicîkirinê.

Li gorî rênîşana darayî ya hejmar (7) a sala 2025'an a Wezareta Darayî û Aboriyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku îmzeya Awat Cenab Nûrî, Wezîrê Darayî û Aboriyê li ser e, biryara lêborînê ji deynê pêşîneya zewacê ji bo çîneke diyarkirî hat derxistin.

Di rênîşanê de hatiye: "Biryar hat dayîn ku li vegerandina beşa mayî ya pêşîneya zewacê ji bo sûdmendên kêmendam ên ku berî sala 2013'an pêşîneya zewacê wergirtine, were borîn."

Herwiha di rênîşanê de amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku ev biryar ji roja derketina wê ve tê cîbicîkirin û dê di rojnameya fermî "Weqayî' Kurdistan" de were belavkirin.