Gordon Ramsay jî tê Kurdistanê
"Street Burger" a Gordon Ramsay Digihêje Kurdistanê
Roja Duşemê, Rêstoranên Cîhanî yên Gordon Ramsay û Visit Kurdistan hevkariyeke nû ragihandin ku dê di dawiya vê salê de restorana navdar a komê "Gordon Ramsay Street Burger" bîne Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê.
Visit Kurdistan di daxuyaniyekê de got, "Vê vekirina balkêş yekemîn Gordon Ramsay Street Burger li Rojhilata Navîn nîşan dide."
Restoran dê di dawiya sala 2025an de li Erbil Avenue, projeyeke nû ya bazirganî û şahiyê ya luks li ser rêya Behirkê nêzîkî Enkawê, were vekirin. Ev proje dê pêdagiriya Visit Kurdistan bi pêşxistina binesaziya geştyariyê û alîkariya çêkirina derfetên aborî bi rêya geştyariyê nîşan dide.
Restoran dê li ser rûberek 345 metirduca yê du qatî were avakirin û dê hunera grafîtî ya balkêş ku bi awayekî taybet ji mîrata çandî ya dewlemend a Hewlêrê îlhama xwe girtiye, tê de hebe, tevî wêneyên keleha 6,000 salî, ku wek şûnwareke Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê ye û yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye ku bi berdewamî lê jiyan heye.
Andy Wenlock, CEO yê Rêstoranên Cîhanî yên Gordon Ramsay got, "ji bo yekem car anîna Street Burger bo Rojhilata Navîn, ji bo koma me kêliyek balkêş e, û hilbijartina Kurdistanê - ji bo çanda wê, gelê wê, û potansiyela wê - biryareke rast û xweş e."
"Ev hevkariya nû dê mezinbûna me ya cîhanî bidomîne û di heman demê de konsepta me rê dide me ku em bibin beşek ji herêmek ku bi lez vediguhere navendek geştyarî ya nû û yek ku dilxwazê xwarinên mezin û ezmûnên xwarinê ye."
Cih dê li Erbil Avenue li kêleka komek firoşgehên luks, vebijarkên xwarinên navneteweyî, navendek kar û tora ciwanan, kortek padel, û qadeke paintball vebe.
Herêma Kurdistanê di salên dawî de guheriye, ji cîhekî heta radeyek nenas veguheriye navendek geş a mêvanperwerî, xwezayî, û ezmûnên dîrokî, û hejmareke zêde ya geştyarên navneteweyî dikşîne.
Dîmena xwarinê ya herêmî di bin veguherînek dînamîk de ye ji ber ku bêtir markayên navneteweyî li Kurdistanê cih digirin.
Daban Hemîd, CEO yê Visit Kurdistan got, "Visit Kurdistan bi kêfxweşî pêşwaziya Gordon Ramsay Street Burger dike bo Rojhilata Navîn ji bo yekem car, li vir li Kurdistanê." "Bi çanda xwe ya kevnar a dewlemend, dîmenên xwezayî yên balkêş, û populerbûna xwe ya zêde di nav geştyaran de, Kurdistan ji bo ezmûnên cîhanî cîhek bêkêmasî ye. Ev hevkarî pabendiya me bi anîna markayên cîhanî yên bi kalîte bo cîhek geştyarî ya geş û bi lez pêş dikeve, nîşan dide."
Di dema destpêkirina fermî ya platforma Visit Kurdistan de di 10ê Hezîranê de, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HHK) Mesrûr Barzanî got ku HHK armanc dike ku heya sala 2035an bi riya hevkariya stratejîk a giştî-taybet 20 mîlyon geştyarên navneteweyî bikişîne herêmê.
Wî diyar kir, "Bi dîmenên xwe yên xwezayî yên balkêş, Kurdistan ji bo her demsalê tiştek pêşkêşî dike. Herêma me mazûvaniya zêdetirî deh şûnewar û nîşanên girîng dike - olî, çandî, û dîrokî - ku ji bo geştyarên navxweyî û navneteweyî balkêş in."
"Pêşwazîkirina mêvanên navneteweyî li Kurdistanê ji bo danûstandina çandî derfetek yekta pêşkêş dike û profîla cîhanî ya herêma me bilind dike. Di serdema dîjîtal a îroyîn de, medya û platformên civakî di alîkariya cîhanê de ji bo keşfkirina Kurdistanê rolek bi hêz dilîzin."
Wladimir van Wilgenburg
Kurdistan Chronicle