Nehiştina hevdû tênegihiştinan li rêya siyaseta Nêçîrvan Barzanî ve
Şenge Ehmed
Serok Nêçîrvan Barzanî ku xwediyê peywendiyeke bihêze bi Amerîka û hevpeymanan re, her wiha peywendiyên wî yên baş bi welatên cîran re, ji ber siyaseta dîplomasiyê ve ew berdewam hewla nehiştina hevdû tênegihiştinan dide û tekez li ser çareserkirina kêşe û giriftan li rêya gotûbêjan dike. Ev rêbaza dîplomasiyê geş û aram ya li herêmê da geştir dike.
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya beşdariya hemû aliyên sîyasî li biryarên siyasî yên herêmê de kiriye. Bi taybetî Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê wekî aliyeke serekî ye li Herêmê da. Ev e nîşana daye ku demokrasiya rasteqîne pêwîstî bi beşdariya giştî heye û hîç aliyek nabê ji biryardanê bê dûr xistin tenê bi hevkariya hemû hêzên siyasî dikare çareseriya giriftan bê kirin û pêşketin bi dest ve bê anîn.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, wekî dîplomateke jîr û navendgîreke jêhatî li nav aloziyên siyasî yên Kurdên Sûriyê de xwe nîşan daye. Di demek da Kurdên Bakûrê Sûriyê rûbirûyê qeyraneke dijwar bûne, Nêçîrvan Barzanî karî bi jîrî û jêhatiyî palpiştiya wan bike û bandorê li ser nerm kirina siyaseta Tirkiye beramber (HSD) de bîne. Ev serkeftin peywendî bi peywendiya bihêz ya Nêçîrvan Barzanî bi Serok Komarê Tirkiye Receb Tayyip Erdogan re heye. Ev peywendî bandoreke raste rast li ser diyar kirina siyaseta Tirkiye beramber bi Kurdên Sûriye hebû.
Nêçîrvan Barzanî karî li rêya gotûbêjên di navbera wan veke û Tirkiye hander bê ji bo kêmkirin û ragirtina êrîşên serbazî ku ev e jî bûye sedema parastina Kurdên wê navçeyê ku li ziyaneke mezintir rû nede. Ew rola wî ya li vê pêvajoyê de heye, nîşana wê zîrekî û şarezayiyê ye ku herdem pê hatiye naskirin.
Nêçîrvan Barzanî mînake ke rastîn ya dîplomasiya pragmatîkiye ku herdem kariye peywendiyeke baş bi Amerîka, Tirkiye, Îran û Sûriye re biparêze û cihê baweriyê be. Ev e nîşan daye ku herdem bi hev re bûna hemû aliyek ji bo çareserkirina kêşeyan, hemûyan serkeftî dike, bêyî wê yekê ku hîç aliyek qurbanî bibê û navçe jî aramtir dibe.