Koda Gotinên Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo Siberoja Iraqê
Koda Gotinên Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo Siberoja Iraqê

Şenge Ehmed Salar
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina xwe ya siyasî ya bi MERI re, ne tenê gilî û gazindên ji 22 salên borî yên tecrubeya rêveberiya li Iraqê bû, lê belê nexşerêyeke zelal bû ku çawa modela sîstema siyasî ya Iraqê di nava destûrê de di qada rastiyê de dibe federalî, lewma zêdetirîn bal kişand ser vegera li nasnameya federalî û destûrê, ji ber ku ya yekem ne diyar e ku Iraq li ku derê federalî ye, û ya duyemîn jî ji ber bicînekirina destûrê hê jî pirsgirêkên li Iraqê nehatine çareser kirin.
Di gotinên Serok Nêçîrvan Barzanî de, bi zelalî tê xwendin ku rêveberiya li Iraqê navendî ye, li şûna ku federalî be, ev jî ji nêrîna Serok tam berevajî destûrê ye, di vê qonaxa Iraqê de jî xuya dibe ku navendîtî û bicînekirina destûrê tam kûrahiya pirsgirêkan e û ev jî bûye sedem ku nasnameya federalî ya Iraqê winda bibe.
Nêçîrvan Barzanî di nîqaşê de bi eşkereyî dibêje, ji bo Herêma Kurdistanê Bexda kûrahiya stratejîk e, di heman demê de vê hevokê jî datîne ser maseya qada Iraqê ku eger ew hêzên ku ji qanûnê derketine neyên xistin bin desthilatdariya fermandarê hêzên çekdar, wê demê ev yek ji bo qedera Iraqê baş nabe.
Serokê Herêma Kurdistanê, ev hilbijartina ku di meha Mijdarê de tê kirin, wekî hilbijartineke pir biryarder û girîng dibîne, ev kod li cem Serokê Herêmê, heta ku em jê fêm bikin, xuya ye ku kûrahî guhertina rêbaza rêveberiyê ye, ji bo aweyekî baştir hem di têgihiştina navbera Herêm û Bexdayê de, hem jî guhertin û destpêkeke nû li Iraqê, û herwiha ew rêkeftinên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatine kirin, digel pêşketinên heyî, wekî pakêtek ji nêrîna Serokê Herêmê, xetên wê yên pêşerojê berê hatine xêzkirin û bi tecrubeya dîplomasî û bandora wê li herêmê, ji bo pêşerojê peyameke zelal da herêmê ku Herêma Kurdistanê, bi çareseriyê re ye û ji bo pêşerojê gavên baştir hene.
Serok Nêçîrvan Barzanî peyameke nû da Bexdayê, ku kûrahiya Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye, ev zelalkirina zengekê ye ku em dikarin bi hev re rêbaza rêveberiya Iraqê di nasnameyeke federalî ya temam de bi cihbicîkirina destûrê ji nû ve ava bikin, ev tam çareseriya her krîzê ye ku di destpêkê de baweriyê ji nû ve bistîne û paşê jî em bi hev re li ser mijarên girîng biryar bidin.