Gelê Bazîdê: Bila dewlet ziman û nasnameya me qebûl bike
Pêvajoya aştî û çareseriyê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî ji nêzîk ve tê şopandin û gelê Bazîdê dixwaze dewlet ziman û nasnameya Kurdan qebûl bike.

Pêvajoya aştî û çareseriyê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî ji nêzîk ve tê şopandin û gelê Bazîdê dixwaze dewlet ziman û nasnameya Kurdan qebûl bike.
Tîma Rûdawê li cem gora helbestvanê mezin ê Kurdistanê Ehmedê Xanî ye û nêrînên gel ên li ser pêvajoyê wergirtin.
Gelê Bazîdê pêvajoyê bi hêvî û di heman demê de bi guman pêşwazî dike û daxwazên xwe yên sereke wekî “naskirina ziman û nasnameya Kurdan” û “berdana girtiyên siyasî” tîne ziman.
Bazidiyan pirsa me ya bi rengê “Hûn li ser pêvajoyê çi difikirin, hêvî û bendewariyên we çi ne?” wiha bersivand:
“Aştî ji bo her kesî baş e”
Suat Kara (25 salî, esnaf): Aştî ji bo her kesî baş e. Herkes digihîje hizûrê lê ji aliyekî ve çêdikin, ji aliyekî ve jî xirab dikin. Wiha nabe. Ger behsa aştiyê dikin, lazim e hemû girtiyên siyasî berdin.
“Em bi zorê nabin Tirk”
Mihemed (65 salî, malnişîn): Em jî miletekî serbixwe ne. Em çawa bibin bin nasnameya wan (Tirkan)? Sebeb? Ma em jî ne însan in? Em bi zorê nabin Tirk. Em Kurd in, em miletekî cuda ne. Em bi zorê nabin Tirkiyeyî. Xwedê em wekî Kurd anîne dinyayê, ne wekî Tirk.
“Lazim e pêşî Demîrtaş û hevalên wî berdin”
Bulent Aktaş (55 salî, karmendê ku ji kar hatiye avêtin): Ka ev 100 sal in ev dewletê ji bo Kurdan kîjan gav avêtiye? Divê mirov qet ji wan bawer neke. Ger durist bin lazim e pêşî Demîrtaş û hevalên wî berdin. Ger gaveke wiha bavêjin, wê demê dê xelk jî ji pêvajoyê bawer bike.
“Me zimanê xwe winda kiriye”
Emrah Demir (23 salî, xwendekar): Bila ev pêvajo bi xêr be. Me zimanê xwe winda kiriye. Em zimanê xwe dixwazin. Lazim e kesên ku ji bo me şer kiriye û ji bo gel xebitîne, ketine vê rêyê ji heps û zîndanan derkevin.
“Em êdî naxwazin ku cenaze werin”
Îbrahîm Karakuş (70 salî, du zarokên wî girtiyên siyasî ne): Em êdî naxwazin ku cenaze ji her du aliyan jî werin. Em dixwazin hemû heqê Kurdan bê dayîn. Li gorî qanûnê lazim e ew heq bê dayîn. Du zarokên min girtî ne, êşa me giran e.
“Divê girtiyên siyasî jî bêne berdan”
Sadik Budan (20 salî, xebatkar): Ez hez dikim ku pêşî perwerdeya bi Kurdî bê dayîn. Helbet divê girtiyên siyasî jî bêne berdan.
“Êdî zar û zêçên me nayên kuştin”
Yusuf (60 salî, malnişîn): Baş e ku êdî zar û zêçên me nayên kuştin. Ev baş e lê lazim e pêvajo encamê bide. Divê zimanê me bê naskirin. Bila dewlet ziman û nasnameya me qebûl bike.
“Divê girtî derkevin”
Kadir Tekeş (55 salî, esnaf ): Ji bo me û ji bo Tirkiyeyê gelekî xweş dibe. Divê girtî derkevin. Parlamenter hatine girtin, mesela Demîrtaş, divê ew derkevin.
Çavkanî: Rûdaw