Iraq: Pêşketineke girîng di derbarê henardekirina nefta Kurdistanê de pêk hat

Daxuyaniyeke Hikûmeta Iraqê: Pêşketineke girîng di dosyeya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de pêk hat

Aug 20, 2025 - 08:37
Iraq: Pêşketineke girîng di derbarê henardekirina nefta Kurdistanê de pêk hat

Nivîsgeha Ragihandinê ya Wezareta Plansaziyê ya Iraqê radigihîne ku îro (Sêşem, 19ê Tebaxa 2025an) Cîgirê Serokwezîr – Wezîrê Plansaziyê ji bo gotûbêjkirina dosyeyên hevbeş bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civîneke berfireh li dar xist.

Li gorî daxuyaniyê, Mihemed Elî Temîm, Cîgirê Serokwezîr – Wezîrê Plansaziyê yê Iraqê, serokatiya civîneke berfireh a hevbeş di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir, bi amadebûna hejmarek wezîr, wekîlên wezîran û rêveberên giştî ji herdu aliyan.

Di civînê de, pêşketinên ku di dosyeyên hilawîstî yên di navbera herdu aliyan de bi dest ketine hatin pêşkêşkirin, ku ev dosyane bûn: dosyeya berhemanîn û hinardekirina neftê, herwiha dosyeya dahatên ne-petrolî, ligel dosyeya niştimanîkirina mûçeyên karmendên Herêmê, li ser bingeha biryara Dadgeha Federal a derbarê vê mijarê de.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku beşdarên civînê tekezî li ser wê yekê kirin: "Pêşketineke girîng bi dest ketiye, bi taybetî di dosyeya berhemanîn û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de, ku tê de hemû merc û pêdiviyên ji bo destpêkirina proseya berhemanîn û hinardekirinê bi rêya Kompanyaya Bazarkirina Petrola Niştimanî (SOMO) hatine temamkirin."

Di civînê de, biryar hate dayîn ku gotûbêjên ji bo temamkirina pêdiviyên girêdayî dosyeyên peywendîdarên din de berdewam bikin.

Ji aliyê Hikûmeta Federal ve, her yek ji wezîrên niştecîkirinê, xwendina bilind, tenduristî û dadê amade bûn, ligel wekîlê wezareta petrolê ji bo karûbarên derxistinê, û rêveberên giştî yên fermangehên yasayî li wezareta darayî û sekreteriya giştî ya encumena wezîran, û dîwana çavdêriya darayî, ji bilî hejmarek rêveberên giştî ji wezaretên petrol û darayî.

Ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve jî, Wezîrê Samanên Siruştî, Serokê Dîwanê, Sekreterê Encumena Wezîran, û Serokê Nûneratiya Hikûmeta Herêmê li Bexdayê, ligel hejmarek ji rêveberên giştî, amade bûn.