Wezareta Rewşenbîrî: Em ji bo parastina berhemên Ezîz Gerdî amade ne

Wezareta Rewşenbîriyê derbarê mijara firotina pirtûkxane û destnivîsên mamosteyê koçkirî Ezîz Gerdî de daxuyaniyekê dide

Aug 20, 2025 - 08:57
Wezareta Rewşenbîrî: Em ji bo parastina berhemên Ezîz Gerdî amade ne

Piştî belavbûna gotegotên firotina pirtûkxaneya mamosteyê koçkirî Ezîz Gerdî li ser torên civakî, Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo raya giştî daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku "Nivîsgeha Serokwezîr û wezareta me amadebûna xwe nîşan da ji bo kirîna hemû samanên çandî yên mamoste û vekirina pirtûkxane û mûzexaneyeke taybet bi bîranînên mamoste. Herwiha me pêşniyar pêşkêşî mîratgirên wî kir ku mala mamosteyê koçkirî bikirin û çend endamên malbata mîratgiran werin damezrandin û wek karmendên hikûmetê di pirtûkxane û mûzexaneya wî de xizmetê bikin. Lê mixabin, ji ber nakokiyên di navbera mîratgirên birêz ên mamosteyê koçkirî de, wan rêyeke din hilbijart."

Di daxuyaniya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan de, ku îro Sêşemê 19ê Tebaxa 2025an hatiye belavkirin, wiha hat gotin: "Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di bin çavdêrî û bi raspardeya cenabê Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, ji dema koça dawî ya mamoste Ezîz Gerdî ve, li ser xetê bû û me hemû hewlên xwe dan da ku em di asta wê bexşîşa mezin de bin, ku mamosteyê koçkirî jiyana xwe jê re terxan kiribû, ji bo xizmetkirina peyv û pirtûkxaneya Kurdî."

Di daxuyaniya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan de herwiha hat gotin: "Wezareta me bi rêya komîteyeke taybet, ku ji birêzan Wekîlê Wezaretê, Şêwirmend û Berdevk û Berpirsê Beşa Yasayî ya wezareta me pêk dihat, bi hemû mîratgirên wî re li ser xetê bû, da ku bi rêya parastina samanên çandî yên mamosteyê koçkirî, em di xizmeta navê bilind û geş ê Ezîz Gerdî de bin."

Derbarê kirîna pirtûkxane û destnivîsên mamoste Ezîz Gerdî de, Wezareta Rewşenbîriyê amaje bi hewlên Nivîsgeha Serokê Hikûmetê û Wezareta Rewşenbîriyê dike û dibêje: "Nivîsgeha Serokwezîr û wezareta me amadebûna xwe nîşan da ji bo kirîna hemû samanên çandî yên mamoste û vekirina pirtûkxane û mûzexaneyeke taybet bi bîranînên mamoste. Herwiha me pêşniyar pêşkêşî mîratgirên wî kir ku mala mamosteyê koçkirî bikirin û çend endamên malbata mîratgiran werin damezrandin û wek karmendên hikûmetê di pirtûkxane û mûzexaneya wî de xizmetê bikin. Lê mixabin, ji ber nakokiyên di navbera mîratgirên birêz ên mamosteyê koçkirî de, wan rêyeke din hilbijart. Lêbelê em wek wezaret derbarê berhem û destnivîsên mamosteyê koçkirî de, bi Nivîsgeha cenabê Serokwezîr re li ser xetê ne, da ku mîrateya rewşenbîrî, çandî û destnivîsên mamosteyê koçkirî wek mulkê giştî bên hesibandin û mafê xwedîtiya wan berheman her li ser navê mamoste Ezîz Gerdî were parastin. Hikûmet bi girîngiyeke mezin kar dike ji bo wergirtina mafê razîbûnê li ser parastin, çapkirin û belavkirina wan ji bo berjewendiya giştî."

Derbarê kirîn û rêkarên parastina wî samanê neteweyî yê mamoste Ezîz Gerdî de, daxuyaniya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan diyar dike: "Wezareta me li ser raspardeya nivîsgeha birêz cenabê Serokwezîr, hemû rêkarên pêwîst digire ber çavan ji bo kirîna samanên çandî yên mamoste Ezîz Gerdî, ji bo xizmetkirin û parastina berhem û afirandinên mamosteyê koçkirî. Em herwiha daxwaz dikin ku mîratgirên birêz di asta berpirsiyariya niştimanî û neteweyî de bersiva banga me bidin, da ku giyanê mamosteyê koçkirî bi çapkirina destnivîs û berhemên wî şad bibe û mafên mîratgiran jî parastî bin."