Hewlêr çaremîn sale pêşwaziya ziyaretkarên Îranî dike

Roja çarşema rêkefta 30\07\2025 yekem karwana ziyaretkaran gihîştine cihê hewandina wan ya li Hewlêrê û hatina karwanan jî berdewam dibe.

Jul 30, 2025 - 09:37
Aug 4, 2025 - 09:38
Hewlêr çaremîn sale pêşwaziya ziyaretkarên Îranî dike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengiya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hefteyek berî hatina ziyaretkarên Îranê ji bo Hewlêrê ku bi mebesta beşdariya li rêwresma matemîniya çileya Îmam Husên serdana bajarê pîrozên Iraqê (Kerbela û Necef)ê dikin. Dest bi amadekariyê kir û li parka Şehîd Samî Ebdulrehman li Hewlêr, cihê hewandinê ji bo wan hatiye dabîn kirin.

Roja çarşema rêkefta 30\07\2025 yekem karwana ziyaretkaran gihîştine cihê hewandina wan ya li Hewlêrê û hatina karwanan jî berdewam dibe.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li sê salên derbasbûyî, pêşwaziyê zêdetirê 900 hezar ziyaretkaran kiriye, îsal jî li dirêjahiya amadekariyan, tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, karîn cihê mayîn û hewandinê ji bo wan ziyaretkaran amade bikin ku li tixûbê Hacî Omeran ve ber bi Hewlêrê têne şandin, heta demeke din jî ber bi Bexda ve têne şandin, pêdiviya mayina wan yên wekî (cihê nivîstinê, germav, xwarin û vexwarin) ji bo wan tê dabin kirin û xizmetguzariyên pizîşkî jî pêşkêşî wan têne kirin.