BCF pêşwaziya beşdarbûyên li salvegera Jenosaydkirina Barzaniyan kir
Li jêr çavdêriya rêzdar Mela Mistefa Barzanî, rêwresma salvegera jenosaydkirina Barzaniyan, roja pênçşema rêkefta 31/07/2025 li monûmenta Barzaniyên jenosaydkirî birêveçû.
Li jêr çavdêriya rêzdar Mela Mistefa Barzanî, rêwresma salvegera jenosaydkirina Barzaniyan li monûmenta Barzaniyên jenosaydkirî birêve diçe û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşwaziyê li beşdarbûyên bîranînê dike.
Li jêr çavdêriya rêzdar Mela Mistefa Barzanî, rêwresma salvegera jenosaydkirina Barzaniyan, roja pênçşema rêkefta 31/07/2025 li monûmenta Barzaniyên jenosaydkirî birêveçû.
Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hejmarek ji karmendên dezgehê, heman demê de bi salvegera tawana jenosayda Barzaniyan, li cihê monumenta Barzaniyên jenosaydkiriyan amade bûn û tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşwaziyê li beşdarbûyên wê bîranînê pir matemeniyê kir.
42 sal berî niha, jenosaydkirina Kurd bi enfalkirina Barzaniyan destpêkir, rejîma dirindeya Be'es bi çend qonaxên yek li pey yek, di destpêkê de beşek ji Barzaniyan ji bo Başûrê Iraqê hatin veguhestin û beşeke dinê wan li wargehên li jê çavderîkirî yên li tixûbê parêzgeha Hewlêrê li jêr rewşeke serbaziya tund da hatin nîştecîh kirin. Paşê qonaxên jenosaydkirina Barzaniyan destpêkir û zêdetirê heşt hezar Barzanî hatine jenosayd kirin.