Beriya Sed Salan Xaniyê Xwe Bo Xwendingeha Keçan Bexşî

Mihemed Elî Muxtar Beriya Sed Salan Xaniyê Xwe yê Kela Hewlêrê Bo Xwendingeha Keçan Bexşî

Sep 12, 2025 - 11:49
Sep 12, 2025 - 11:49
Beriya Sed Salan Xaniyê Xwe Bo Xwendingeha Keçan Bexşî
Hewlêr a Paytexta Kurdistanê 1937

Nêzîkî sed sal berê, li Kela Hewlêrê yekem dibistana keçan hate vekirin. Piştî lehiya sala 1937an û ziyanberketina xwendingehê, ji bo ku keç ji xwendinê bêpar nemînin, Mihemed Elî Muxtar xaniyê xwe ji bo dibistanê bexşand.

Mihemed Elî Muxtar kesayetiyekî navdar ê Hewlêrê ye, di sala 1894an de li taxa Serayê ya Kela Hewlêrê hatiye dinyayê. Li Stenbolê hiqûq xwendiye, piştre vegeriyaye Hewlêrê û daîreya tapoyê damezrandiye. Piştî ku Hewlêrê bû lîwa, Mihemed Elî di sala 1923an de bû yekem qaziyê bajêr.

Yek ji karên girîng ên vî kesayetiyê ew bû ku dema dibistana keçan li Hewlêrê di sala 1927an de li Seraya Osmanî ya li hundirê Kelê hate vekirin, di sala 1937an de ji ber baranek gurr û lehiyê, beşek ji wê hilweşiya. Desthilatdaran ji bo parastina canê xwendekaran biryar dan ku wê bigirin. Lê ev kesayetî ji bo ku keç ji xwendinê bêpar nemînin, xaniyê xwe yê li Kela Hewlêrê, ku li hemberî Seraya Osmanî û li tenişta deşta Kelê bû, ji dibistanê re bexşand.

Mihemed Îbrahîm Şerîf ji devê Xanim Sebriye Hesûn Mihemed, ku yek ji keçên xwendekarên wê dibistanê bû, çîroka lehiya Hewlêrê û hilweşîna dibistanê ji bo (Gilkend) vegot. Wê demê hemî xaniyên Hewlêrê ji ax, kerpîç, karît û şeqre hatibûn çêkirin. Ew xwendekarên dibistana seretayî ya keçan bûn. Di zivistana wê salê de lehiyeke mezin gelek zirar gihand xanî, dikan û kolanan. Dibistana wan jî hilweşiya û êdî kêrî xwendinê nehat. Piştre wan bihîst ku zilamekî bi navê Mihemed Elî Muxtar xaniyê xwe yê li Kelê ji bo dibistanê terxan kiriye.

Ev malbat di eslê xwe de cihê kesayetiyên navdar û jêhatî bûn. Yek ji wan Ehmed Muxtar Efendî, bi navê Muxtar Efendî, bavê Mihemed Elî Muxtar bû, ku mamostayê dînî bû û li dibistana Ehmedîye ders dida. Ew bi xwe jî li Stenbolê beşa hiqûqê xwendibû û bûbû parêzer. Dema vedigere Hewlêrê dibe qazî û çendîn postên li sînorê Silêmanîyê jî werdigire. Dema Îngilîz hatin Hewlêrê, zû bi dawîhatina dewleta Osmanî bawer kir û li gorî serdema nû tevgeriya.

Muxtar Efendî bi jineke bi navê Naîle Qesab re zewicîbû û pênc keç û kurikekî wî hebû. Kurê wî Mihemed Elî Muxtar bû. Keça wî jî Bestî, ku jina Şêx Husamedîn Şêx Yehya Berzencî bû. Sultanê, ku jina Şêx Mezher Şêx Yehyayê xwediyê tekiye û mizgefta Xaneqaya Hewlêrê bû. Xanim, ku jina Ehmed Paşayê Dizeyî bû. Behî jî jina Muhamed Axayê Uzeyrî bû. Salname û belgeyên Osmanî kesayetîya Muxtar Efendî, ku yekem parêzerê Hewlêrê bû, piştrast kirine.

Muxtar Efendî di parêzeriya xwe de xizmeteke mezin ji gelê Kurdistanê re kir. Wê demê, dema Gîw Mukriyanî ji ber ku Kurdê Rojhilat bû û (welatiyê Îranê) bû, li daîreya (Nifûs û Rêgeznameya Iraqê) ji bo wî pirsgirêk dihatin derxistin. Carinan kar digihîşt wê astê ku ew bişînin aliyê din ê sînor. Muxtar Efendî karî ji aliyê hiqûqî ve alîkariya wî bike û wî neşînin aliyê din. Di vî warî de Doktore Kurdistan Mukriyanî, keça mamoste Gîw, dibêje: "Em zarok bûn, her dem ev pirsgirêka me hebû. Bavê min jî behsa hin kesên ku ji bo rizgarkirin û neşandina me alîkar û piştgir bûn, dikir, lê navên wan nayên bîra min. Dûr nîne ku ew Muxtar Efendî bûbe, ji ber ku ew parêzer bû, parêzerê wê demê xwediyê cihek û meqamekî bilind bû."

Nazim Dilbend

Rojnameya Gilkend