Deq di Civaka Kurdî de Girîngiya Xwe Winda Dike

Îro, wekî gelek kevneşopiyan, kutana deqê bi modernîzasyona bilez re kêm bûye. Tatoyên modern, ku makîne û murekebên rengîn bikar tînin, ji bo nifşên nû cihê wan girtine.

Aug 24, 2025 - 22:29
Deq di Civaka Kurdî de Girîngiya Xwe Winda Dike

Deq, tatoya kevneşopî ya jinên Kurd, bi serdestbûna trend û daxwazên bedewiyê û tatoyên modern re, di pratîkê de ji holê radibe.

Kutana deqê – pratîka neqişandina nîşan û sêwiranên biçûk li ser rû, dest û milan – demeke dirêj e ku di nav jinên Kurd de kevneşopiyeke çandî ye. Her çende carinan mêran jî deq dikutan, jin hilgirên wê yên sereke bûn, û bi sedsalan ev pratîk sembola bedewî, nasname û heta parastina ruhanî bû.

Berevajî deq û tatoyên rengîn û berfireh ên îroyîn, kutana deqê ya Kurdî sade û sembolîk bû. Ya herî berbelav xaleke biçûk a kesk an reş a li nêzîkî çeneyê an li ser destan bû, ku tavilê wekî nîşaneke çandî dihate nasîn. Di nav jinên ku niha di salên xwe yên pêncihî û şêstî de ne, berê kêm bû ku mirov kesek bêyî nîşanên weha bibîne. Ew deq ji xemlê wêdetir bûn; ew daxuyaniyeke xuya ya mîras, xweşikî û xwebûnê bûn.

Ev kirdarî li seranserê Kurdistanê berbelav bû, ne tenê bi bajarekî an parêzgehekê ve sînordar bû. Keçên ciwan pir caran li jinên ku di kutana deqê de jêhatî bûn digeriyan, yên ku di nav civakên xwe de bi hunermendiya xwe navdar bûn. Van deqkeran, ku pir caran jinên pîr bûn, li malan dixebitîn ne li dikanan. Keç wek kom li hev diciviyan, û ev serpêhatî hem civakî û hem jî bi merasîmî de pêkdihatin.

Pêvajo sade bû lê jêhatîbûn jê re hewce bû. Pel dihatin şewitandin heta ku bibin xwelî, bi şîrê bizinê an mihê re dihatin tevlihevkirin, û dihatin hiştin ku bibe hevîreke reş a tîr. Paşê derziyeke germkirî an perçeyekî tenik ê sifirê dixistin nav têkelê û ji bo qulkirina çerm dihat bikaranîn. Birîn dê qalik bigirta û baş bibûya, û li pey xwe jî deqeke tarî û mayînde dihişt. Her çend bi êş bû jî, jinan ev pêvajo wekî merasîmeke bingehîn a derbasbûnê dihesiband.

Cihê deqê pir diguherî û pir caran wateyek hildigirt. Nîşan dikaribûn di navbera birûyan de, li ser çeneyê, li kêleka lêvan, an li nêzîkî çavan werin çêkirin. Yên din li ser mil, sîng, an heta beşên veşartî yên laş jî xuya dibûn. Di gelek rewşan de, cîh li gorî niyeta kesane ya jinê bû, ku berî destpêkirina deqê dihat ragihandin - xweşikî, berdarî, parastin, an bextewarî.

Kevneşopî pir kevnar e, û dîroknas şopa wê heta zêdetirî 10,000 salan şûnde dibin. Ew bi taybetî di nav Kurdên koçer û Êzidiyan de bi kok bû, û sembolîzma wê bi olên destpêkê ve, di nav de Zerdeştîtî û Mîtraîzm ve girêdayî xuya dike. Motîfên hevpar - roj, stêrk, hîv, mar û tawus - didin xuyakirin ku deq demekê xwedî girîngiyeke pîroz bûn, ku bi xwezayê, berdarî û gerdûnê ve girêdayî bûn.

Ji bilî ruhanîbûnê, dihat bawerkirin ku deq li hember çavê xerab (çavînî) diparêzin, nexweşiyan dûr dixin, û emrekî dirêj an bextewariyê tînin. Di demên şer û zehmetiyan de, dihat fikirîn ku ew wekî mertalên li hember qedera xirab tevdigerin. Van baweriyan her weha qaîdeyên li ser deqkeran jî şekil didan. Jineke ku deq dikuta nedibû ku berdayî, astengdar, an kesek be ku zarok jê çûbe an zarokên wê miribin, ji ber ku ditirsiyan ku bextreşiya wê derbasî wê bibe.

Ev kirdarî her weha ji bo huner û helbestê jî bûye îlham. Helbestvanên klasîk ên Kurd pir caran li ser deqên jinan wekî sembolên bedewî û balkêşiyê dinivîsandin û wan dixistin nav rêzikên evîn û hezkirinê. Ji bo wan, deqeke kutayî ne tenê xemlek bû lê nîşaneke reseniyê bû - nîşanek ku jina Kurd ji yên din cuda dikir.

Deq hem serbilindî û hem jî felsefe hildigirt. Ew biçûk bûn, lê wan wêrekî, nasname û berdewamî radigihand. Ji bo gelekan, hilgirtina deqê tê wateya hem bedewî û hem jî berxwedanê.

Îro, wekî gelek kevneşopiyan, kutana deqê bi modernîzasyona bilez re kêm bûye. Tatoyên modern, ku makîne û murekebên rengîn bikar tînin, ji bo nifşên nû cihê wan girtine. Lê belê li gelek bajar û gundên Kurdistanê, jinên pîr hîn jî deqên xwe bi serbilindî hildigirin, û rû û destên wan wekî arşîvên zindî yên mîrasa Kurdî xizmetê dikin.

Her çend ku ji holê radibe jî, kutana deqê wekî bîranînek dimîne ku çawa bedewî, bawerî û çand carekê bi hev ve girêdayî bûn - kevneşopiyek ku bi awayekî rastî li ser çermê jinên Kurd hatiye neqişandin, û her çend dem biguhere jî dîroka wan bi pêş ve dibe.