Diakurd daxûyaniya nîvê şevê belav kir
Aştî li Tirkiyeyê ji aştiya li Rojhilata Navîn nayê veqetandin. Naskirina mafên gelê Kurd di her du astan de jî girîng e. DIAKURD, amadebûna xwe radigihîne ku piştgiriyek çalak bide hemî destpêşxeriyên ku xizmeta aştî, dadwerî û demokrasiyê dikin.
Îro 24.08.2025 demjimêr 22:45 xûlekan li ser tora civakiya facebook ya Konfederasyona Kurdên Dîaspora - DIAKURD daxûyaniyek hate belav kirin û têda didin zanîn ku gelê Kurd daxwaza naskirin û beşdarbûna wekhev ya di pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê de dikin.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye nivîsîn:
Gelê Kurd Daxwaza Naskirin û Beşdarbûna Wekhev di Pêvajoya Aştiyê ya Tirkiyeyê de dikin
Hevpeyvînên ku li parlamena Tirkiyeyê di derbarê çareserkirina pirsa Kurd de destpêkirine, amaje bi lêgera xalek dîrokî dike. Gelê Kurd, neteweyeke ku ji bo diyarkirina mafê xwe yê çarenûsê têdikoşe. Divê Gelê Kurd wekî pêkhateyek siyasî ya navendî ya ku paşeroja demokratîk ya Tirkiyeyê wek hêmanek bingehîn bête nas kirin.
Zêdetirî çar mîlyon Kurdên ku li derveyî welêt dijîn, wek dîyaspora Kurd ew jî beşek girîng ya vê pêvajoyê ne. Em wek DIAKURD, ji raya giştî re radigihînin ku divê rêya aştiyê li ser van prensîbên bingehîn bête dabînkirin:
1. Naskirina Neteweya Kurd – Divê gelê Kurd wek neteweyek xwedî mafê çarenûsî û wekî aktorên damezrîner yên Tirkiyeke demokratîk were naskirin.
2. Garantiyên Destûrî – Divê destûra nû hemwelatîbûna wekhev bête garantî kirin; nasname, ziman û mafên hevbeş yên Kurdan bêne nas kirin; û perwerdeya bi zimanê dayikê, rêveberiya herêmî û azadiya çandî li gorî normên gerdûnî bêne dabînkirin.
3. Pêvajoya Beşdarbûnê – Divê partîyên sîyasî yên Kurd, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan, akademî û dîyaspora Kurd beşdarên çalak di vê pêvajoya aştîyê de bin.
4. Dadwerî û Rastî – Koçberîyên bi darê zorê yên berê, zordestîyên sîyasî, kuştinên bê ser û şûn qedexeyên çandî, divê li ser bingehên rastiyan, hesabpirsîn û dadweriyê werin çareserkirin.
5. Garantiyên Navneteweyî – Divê NY, YE û aktorên din yên navneteweyî di pêvajoyê de cih bigirin; divê şefafî, pêbawerî û aştî were dabînkirin.
Aştî li Tirkiyeyê ji aştiya li Rojhilata Navîn nayê veqetandin. Naskirina mafên gelê Kurd di her du astan de jî girîng e.
DIAKURD, amadebûna xwe radigihîne ku piştgiriyek çalak bide hemî destpêşxeriyên ku xizmeta aştî, dadwerî û demokrasiyê dikin.
Konfederasyona Kurdên Dîaspora - DIAKURD
24/8/2025