Li Akrê bazara hêjîran germ e
Hêjîra Akrê ne tenê meyweyek e; lê bûye beşek ji nasnameya bajêr û semboleke geştiyariyê ku hem aboriya herêmê geş dike, hem jî tama xweş a Kurdistanê digihîne gelek deveran.
Bi hatina demsala Havînê û zêdebûna geştiyaran re, bazara firotina berhemên xwemalî û sirûştî yên Akrê, bi taybetî hêjîra zer a navdar a herêmê, germ bûye. Bazara dîrokî ya bajêr bi hejîran tije bûye û daxwazeke mezin li ser heye.
Hêjîra Akrê ku bi reng, qebare û tama xwe ya taybet tê naskirin, bûye yek ji sedemên sereke ku geştiyar serdana bajêr bikin. Gelek ji wan, vê hêjîrê wek diyarî ji bo kesûkarên xwe dikirin û dibin.
Lezgîn Hesen ku 35 sal in li vê bazarê kar dike dibêje, îsal daxwazeke mezin li ser hêjîra Akrê heye. Ew ne tenê li Kurdistanê, lê heta ji bo Ewropa, Bexda û bajarên başûrê Iraqê jî hêjîran dişîne.
Geştiyaran jî diyar kirin ku ew bi taybetî ji bo kirîna vê hêjîrê serdana bazara Akrê dikin. Hemîd Xizir, geştiyarek ji Soranê, dibêje: “Em hatine Akrê ji bo geştê, lê divê mirov were vê bazarê ji ber ku bazareke dîrokî ye û hêjîrên wê pir xweş in. Li devera me jî hêjîr hene, lê ne wekî yên Akrê ne.”
Mesûd Mihemed, ku geştiyarekî ji Koyê ye, wiha axivî: “Akrê cihêkî xweş û hênik e ji bo geştê, herwiha hêjîra wê jî navdar e, me ji xwe re kirî.”
Li gorî amarên fermî yên Rêveberiya Çandiniyê, li devera Akrê nêzîkî 270 hezar darên hêjîran hene û tê pêşbînîkirin ku berhema îsal bigihîje zêdetirî 7 hezar tonan. Bihayê kîloyekê jî li gorî kelîteyê di navbera 3 heta 7 hezar dînaran de ye.
Bi vî rengî, hêjîra Akrê ne tenê meyweyek e; lê bûye beşek ji nasnameya bajêr û semboleke geştiyariyê ku hem aboriya herêmê geş dike, hem jî tama xweş a Kurdistanê digihîne gelek deveran.