Yekem peykerê ji bo dayika xwe çêkiriye
Peykersaz Aras Feysel di hevdîtineke ya ji bo rojnameya Evro got: Di temeneke biçûk da min heza karê hunerî hebû. Bi taybet jî çêkirina peykeran hebû, lewra ez çûme peymangeha hunerên ciwan li Dihokê û min tayê peykersaziyê bi dûmahîk anî. Eve yek ji xewnên min bû ku peykeran çêkim, yekem karê min jî min peykerek ji bo dayika xwe çêkir.
Navbihurî got: Piştî bi şêwazeke akademî çûme di nav vî karî da roj bi roj heza min zêdetir lê dihê raste di nav welatê me da ev kar nabîte dergehek ku bişên debara jiyana xwe pê bikin, belê dişên bi rêka vê karî û bi azadane derbirînî ji hest û soz û hizrên xwe bikîn. Min çendîn pêşangehên taybet bi karê xwe yê peykersazî ve vekirîne û baştirîn xelat li ser astê navxweyî min wergirtî ne û wek ciwanek min hêviyên mezin bo paşerojê hene.
Dilvîn Reşîd: