Şoreş Reşî: Rastiyek heye ku em dîroka xwe nizanin
Şoreş Reşî: Rastiyek heye ku em dîroka xwe nizanin
Hevpeyvîn bi Şoreş Reşî re – Beşa I
Uskê Cîmîk
Dîroka fermî li ser dîroka me hatiye avakirin; êdî dema xirabkirina van jiberan e. Me bi Şoreş Reşî re behsa dîroka bêdeng a bi hezaran salî ya Kurdên Anatoliya Navîn, kokên wan ên kevnar ên ku ji Hîtîtiyan heta Xoriyan dirêj dibin û awayê ji nû ve avakirina dîrokê kir...
Şoreş Reşî lêkolînerek e ku bi salane li ser Kurdên Anatoliya Navîn xebatan dike; lêkolînên wî li ser ax, bîra civakî û demên dirêj ên dîrokî ne. Xebatên wî, berevajî jiberên berbelav ên ku dîroka Kurdan tenê di serdema paşîn a Osmanî, koçertî an jî sirgûnan re dixwînin, me vedixwînin ku em ji nû ve li ser erdnîgarî, navên cihan, avahiyên civakî yên kevnar û berdewamiyên bêdeng bifikirin.
Kurd ne tenê koçerên li dû pez an zikê xwe ne. Me ji bo ku canê xwe rizgar bikin cih guhartin.
- Gelo em koçer in an em sirgûn in?
- Heger em xwe nexapînin, rastiyek heye ku em dîroka xwe nizanin. Hewldan hene lê têr nakin û dîroka me hê jî di nava tariyê de ye. Ji bo ku ew zelaltir bibe, pêdiviya me bi komeke zanistî ya berdewam heye. Wek dewlet, zanîngeh, enstîtu an komeke lêkolîna dîrokê ya taybet…
Sîstema piraniya kurdan a civakî, sîstema êltiyê bûye. Êl an zend (federasyon) li gorî serdemê û şertên wê rojê, carna ji ber tengasiyê (wekî koça miletên din), carna jî ji ber zorê neçarî koçê bûne. Dibe ku di vê yekê de roleke pez jî hebe û hêjayî lêkolînê ye… Ya rast, di serdemên cuda de mirov behsa pêvajoyên cuda bike baştir e; ez du alternatîvan zêde rast nabînim. Yanî em ne tenê koçerên li dû pez an zikê xwe ne.
Ez ne dîrokzan im lê 50 sal in ku li gorî îmkanên xwe dîrokê lêkolîn dikim; yanî ji neçariyê ketim nava vê lêgerînê. Dizanim ku fikrên min niha ji aliyê gelek kesan ve nayên pejirandin lê rastî û encama ez gihîştimê ev e. Çi ye ew? Îdîa dikim ku Hîtît an jî Xorî kalên me ne! (Wê rojê nivîskareke me ya hêja digot ”çi dîtineke ecêb e”). Dîrokzan dibêjin Hîtît di 2000ê B.Z. de ji rojhilat ve (?) hatin nava Anatoliyê û li dora 1200î ji holê rabûn. Gelek taybetmendiyên me mîna kinc, navên şexsan, kevneşopî û ziman wekhev in…
Pêwîst e têkiliya bi dîroka Xoriyan ve baştir were lêkolînkirin. Di nava êlên Xorî yên nêzikî Efrînê de ”Çûxreşan” hene (1650 B.Z.) ku îro jî hema bi heman navî hene û nêzikî Reşiyan in. Pekî çi bi serê Hîtîtiyan ve hat? Ew bûn bux û ji holê rabûn? Na. Ew vekişiyan rojhilat. Ji bakurê Deryaya Reş bigire heta Xorasanê belav bûn. Ji bo ku xwe ji Asûrî û gelên Golan (?) rizgar bikin, ji neçarî vekişiyan bakur-rojhilat. Gelo ev yek koçberî ye? Helbet na. Heredotos dema pirtûka xwe dinivîse (440 B.Z.), heger rast hatibe wergerandin, li bakurê Deryaya Reş qala gelê bi ”kincên reş” dike. Berî wê, Medan (612 B.Z.) ji koma ”Reşan” ku ji lingan heta serî çekdar bûne, alîkarî girtine. Ew komeke şervan, leşker û pir bi çek bûne... Yek jî cihê ku ew lê dijîn navenda Xorasana îro ye. Bi vî awayî kurd ji nava Anatoliyê, bi darê zorê, neçarî koçberiyê bûn û çûn cihên ewle. Yanî ji bo pezê xwe neçûn. Ji bo ku canê xwe rizgar bikin cih guhertin.
- Hatina Reşiyan a li ser xeta Cihanbeyli–Yunak, Kulu–Haymana, Kirşehîr û Aksarayê, li gorî we cihguherandinek e, yan berdewamiya zincîreke kevintir a ger û bicihbûnê ye?
- Lêkolînên min destnîşan dikin ku kurd di sê qonaxan de dîsa vegeriyane navenda Anatoliyê:
1. Di serdema Emewî û Abbasiyan de (670).
2. Di serdema kuştina Ebu Muslim Xorasanî de (754).
3. Di êrîşên Moxolan de (1219).
Hatina yekemîn bi zorê ye; ji Qendehar û Xorasanê ew wek mertal anîn û di navbera Misilman û Bîzansan de (Canîk – Edene) bi cih kirin. Piştre derbasî Kutahyayê dibin û mîrîtiyên xwe dadimezirînin. Ya duyem, bo tolhildanê ye. Beşekî wan girêdayî Ebu Muslim bûn û ji bo heyfa wî hilgirin hatin ser Abbasiyan. Piştre (1165) heta Enqere, Kirşehîr û Qonyayê belav bûn. Ya sêyem jî ji ber hovîtiya Moxolan e. Dema ew hatin Anatoliyê, mîrîtiyên ku îro tirk xwedî lê derdikevin, damezirandin. Ji ber wê, dîroka heta îro em fêr bûne, pêwîst e em bidin aliyekî an jibîr bikin; lewra hemû derew in. Mirov dikare vê jî îdîa bike: Xelkê dîroka xwe li ser ya me hûnandiye.
Di nava van mîrîtiyan de Germîyanî (Alşêran, îhtîmal e ku ew Reşî û Şadî ne), Leşkerî (Îzol-Aydinogullari), Qeremanî (Canbeg û Qereman), Sorqadirî (Sêvika-Bayat, Şadî, Milan-Avşar, Qereçorî û Pehlîwan-Cerîdan; Sorqadiran/Dulkadirogullari 26 zend û 772 êlên kurd damezirandin), Candarî (Heta îro wek Şêxbizin dizanin lê dibe ku Keykî-Kîkî bin) û yên din hene… Lê di nava van mîrîtiyan de sînorên êlan zêde ne diyar in. Piranî em niha tam nizanin ku kîjan êl an zend di nava kîjan mîrîtiyê de bûn. Di van hatinan de kurd, ji aliyê gerokên ereb û dîroknivîsên cuda ve bi navên curecur hatine tomarkirin. Wek turkmen, oxûz û hwd; lê di rastiyê de ew ne tirk in. Turkmen kurdên ku îslamiyet nepejirandibûn e.
Piştî mîrîtiyên kurdan ji aliyê Osmaniyan ve ji holê rabûn, beşek ji wan dîsa vegeriyan Xorasanê û dewleta şîa ya Safevî damezirandin. Beşa li Anatoliyê mayî çîrokeke din e. Çîrokeke tije xwîn, bar, belavkirin, stêrkên çavan û helandin e…
- Reşiyan / Reşwan / Rašan / Rişvan - Hûn derketina navê Reşiyan a bi vî awayî bi formên cuda çawa şîrove dikin?
- Osmaniyan ne tenê navê Reşiyan, navê hemû êl û zendên kurdan bi sedan caran guhertine. Navê Reşiyan bawer im bi 44 awayan tomar kirine. Kurdên ku li ser dîrokê dinivîsin jî ji wan re dibin alîkar û navên wan ên tomarkirî bikar tînin. Ev eybeke mezin e. Bê şik û guman rêbaza bikarhatî, bi zanyarî hatiye hilbijartin û dixwazin bi vê rêyê kok, rê, dîrok û dahatûya me bişêlînin.
Ji bo wê ye ku piranî bo Canbegan, navê ”gavestî” yan bikar tînin. Yanî kesên bê armanc, bê îrade, wekî qereçiyan li ku ga sekinîne mane. Navê êlên din jî hema bi heman awayî guhertine. Hinek bi navê serok êlê, hinek bi navê cografyayê (Şamî), hinek bi navê şiklê wan (Karakurd/Kurdên Reş), hinek bi tevger û karê wan (pehlîwan, okçû, tahtaci) an çawa xwestine bi vî awayî binav kirine û tenê armancek dane ber xwe: ku dîroka me bidin windakirin.
Ev yek ji serdema Muradê 2yemîn û pê ve dest pê dike. Tê nivîsîn ku wî ferman daye Yazicizade Alî ku di dîroka Osmaniyan de guhertinan bike. Osmaniyan berê koka xwe bi Moxolan ve girê dida, lê piştî Muradê 2yemîn êdî bi kurdan ve girê dane! Yanî înkarkirina dîroka kurdan, xwedîderketina li kelepûra wan û kirina malê xwe, ne karê salên dawiyê ye û ew heta dîrokeke ne diyar diçe. Tê texmînkirin ku berhema xwe di sala 1436an de bi fermana Murad amade kiriye. Di berhemê de koka Murad bi Oxûzan ve girê dide û tîne ziman ku ew demeke dirêj mîremîrên Qayiyan bûye.
- Çima dîroknivîsiya neteweperest (a tirk) ewqasî bi Reşiyan re mijûl bû?
- Ne tenê li hember Reşiyan, li dijî hemû kurdan; yan jî yên li ber xwe dane, yên nexwestine dînê xwe biguherin, yên nebûne leşkerên wan, hemû kirin hedef. Wek mînak: Li hember Canbegan (Qeremanî) bi Moxolan re îttîfaq kirine. Mirov dikare îdîa bike ku kurdên li navenda Anatoliyê yên herî dawî teslîmî sîstemê bûne. Hejmara Reşiyan jî zêde ye û ji ber vê ye ku zêde derdikevin pêş. Reşî û êlên din, xwedî dîrokeke bi hezaran salan in, xwedî çand û zimanekî kevnar in, girêdayî ol û kevneşopiyên xwe bûne û ya herî dawî jî pir şervan bûne.
Di aliyê din de îdîa dikim ku wan berê pez kedî kirin, tevn û reng îcad kirin… Dîrokzanên tirk dibêjin xalîçeya cîhanê ya herî kevn ji aliyê Reşiyan ve hatiye hûnandin û dixwazin bikin malê xwe. Binêrin li ser Reşiyan TRT-Avazê 8 rêzefîlmên dîrokî çêkirin. 10-15 profesor wek şêwirmend bikar anîn û fîlmekî modern kişandin ku Reşiyan wek turkmen (di wateya tirkbûnê de) nîşan bidin. Di wî fîlmî de, wekî ku zarokan bixapînin, çend gundiyên kurd ên nezan jî mîna amûran bikar anîn. Gotinên wan ên ji mejiyekî pakij, mirovhez mîna ”Em turkmen in” an jî ”Ferqa me nîne” bikar tînin ku li pêşerojê wek isbat li hember zarok û neviyên me bikar bînin.
Ji bo agahiyên zêde: ”Rastiya Dîroka Turkmen-Oxûz û Kurdan” Ş. Reşî,