Tom Barrack Ji Bo Sûriyeyê Derbarê Şerê Helebê: Bi Lezgînî Rawestînin
Tom Barrack Ji Bo Sûriyeyê Derbarê Şerê Helebê: Bi Lezgînî Rawestînin
Tom Barrack, Nûnerê taybet ê Amerîka bo Sûriyeyê di yekem bertek nîşandana fermî de li ser aloziyên Helebê, bangewaziyeke "bilez" arasteyî Şam û HSDê dike ji bo rawestandina şer. Barrack sir û razekî eşkere dike û dibêje, hefteya borî nêzîkî lihevkirineke dawî bûn, herwiha behsa danûstandinên "dîrokî" yên di navbera Sûriye û Îsraîlê de dike.
Roja Pêncşemê, 08-01-2026 Tom Barrack, Nûnerê taybet ê Amerîka bo Sûriyeyê di daxuyaniyekê de fikarên kûr yên Washingtonê derbarê rewşa taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd anî ziman.
Bangewazî ji bo Şam û HSDê
Tom Barrack dibêje: "Bangewaziyeke bilez arasteyî serkirdayetiya hikûmeta Sûriyeyê, HSDê, desthilatên xwemalî yên li deverên Kurdî û hemî aliyên çekdar dikin: Çalakiyên dijminane rawestînin û tavilê rakêşiyan kêm bikin."
Lihevkirina 10ê Adarê û Raza Hefteya Borî
Peyamdêrê taybet ê Amerîka eşkere kir ku pêvajoya entegrekirina hêzan di qonaxa dawî de bû û got: "Tenê di hefteya borî de, em li ser ber devê serkeftina bidawîkirina lihevkirina entegrekirina 10ê Adara 2025an di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de bûn." Barrack dibêje, ew lihevkirin hîn jî dikare were bicihanîn.
Danûstandinên Sûriye û Îsraîlê
Di beşeke din a daxuyaniyê de, Tom Barrack piştrast kir ku danûstandin di navbera Şam û Tel Avîvê de hebûn û got: "Ew danûstandinên girîng yên vê hefteyê ligel nûnerên Îsraîlê hatin kirin, gaveke diyarker in ber bi aştiyeke herêmî ya berfirehtir."
Dîtina Amerîkayê ji bo pêkhateyan
Barrack tekez kir ku dîtina Amerîkayê ji bo Sûriyeyê ew e ku mafên wekhev ji bo hemî pêkhateyan bê cûdahî were dabînkirin, di nav de: "Sunnî, Kurd, Druzî, Xirîstiyan û Elewî."
Di dawiyê de hişyarî da "hêzên derve yên têkder û ajanên wan" yên ku dixwazin înîsiyatîfên serokê Amerîkayê têk bibin û got: "Rûpelê nû yê Sûriyeyê ji bo hevkariyê ye, ne pevçûnê."
Daxuyaniya Nûnerê taybet ê Amerîkayê di demekê de ye ku rewşa Helebê gihîştiye lûtkeya aloziyê.
Artêşa Sûriyeyê li 6 taxên Helebê (di nav de Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) "qedexeya çûn û hatinê ya tam" ragihandiye. Şer sêyemîn şev e li pey hev didome û artêş hewl dide pêşve biçe. Emniyeta Helebê ragihandiye ku wan 13 çekdarên Şamê kuştine û 2 zirxpoşên wan jî têk birine.
Li gor amarên heyî, heta niha zêdetirî 21 kes ji her du aliyan hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar in.
Hikûmeta Sûriyeyê mercê "rakirina çekan a HSDê" daniye, di beramber de Mezlûm Ebdî hişyariya "guhertina demografîk" dide. Tirkiye piştgiriyê dide Şamê û Îsraîl jî êrîşan weke "metirsîdar li ser Kurdan" bi nav dike.