Hikûmeta Brîtanyayê Bi Fermî Dewleta Filistînê Nas Kir
"Em bi fermî Dewleta Filistînê nas dikin û daxwaza çareseriya du dewletan dikin. Ev ne xelat e ji bo Hamasê, ji ber ku ew rêxistineke terorîst e, ti paşerojeke wê nîne û ev ji her kesî re eşkere ye.

London - Britanya: Serokwezîrê Brîtanyayê: Naskirina Dewleta Filistînê nayê wateya piştgirîkirina Hamasê, ji ber ku ji her kesî re eşkere ye ku Hamas rêxistineke terorîst e.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer îro Yekşem, 21ê Îlona 2025ê, daxuyand: "Em bi fermî Dewleta Filistînê nas dikin û daxwaza çareseriya du dewletan dikin. Ev ne xelat e ji bo Hamasê, ji ber ku ew rêxistineke terorîst e, ti paşerojeke wê nîne û ev ji her kesî re eşkere ye. Krîzeke mezin a mirovî li Zîvala ya Xezeyê heye û divê çareseriyek ji bo wê were dîtin."
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Lammy destnîşan kir ku çareseriya du dewletan dê di dawiyê de bi dewleteke Filistînî re li tenişta Îsraîlê bibe parastin.
Herwiha anî ziman ku pêvajoya aştiyê divê li ser bingeha sînorên sala 1967ê be, digel paytexta hevbeş a Qudisê, û ew pirs dikarin ji bo çareseriyê demeke dirêj bigirin.
Herwiha Kanada û Awistralya jî Dewleta Filistînê nas kirin.