Li Londonê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Hate Xelat Kirin

Li Londonê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Hate Xelat Kirin

Jan 22, 2026 - 12:07
Li Londonê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Hate Xelat Kirin
Li Londonê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Hate Xelat Kirin

Bi amadebûna Nûnerê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF)û çendîn endam perlemanê Brîtanya û lord û endamên şarevaniya Londonê û beşek ji endam perlemanên Tirkiyê û parêzgerê Silêmanî û çendîn kesayetiyên sîyasî û akademî û rêxistinî û çendîn mîhvanên ji hemû perçeyên Kurdistanê û her wiha bi amadebûna ragihandinên Brîtanya û Kurdistanê li roja 20.01.2026an li beranber wan karên mirovî yên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ji aliyê Koma Karkeran (Labour Group) a Brîtanyayê ve Otêla Sheraton Grand a Londonê bi xelata rêzgirtinê ya salê hate xelatkirin. Xelat wek spasiyek ji bo xebatên mirovî û xizmetên dezgehê hate pêşkêşkirin.

Piştî nirxandin û lêkolînên ji aliyê komîteya çavdêrên konferansê ve, biryar hate dayîn ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wek yekane rêxistina xêrxwazî ya ku ji bo xelat û rêzgirtinê tê hilbijartin, ji ber ked û kar û xebata hemû karmend û dilxwazên wê, yên ku her dem di xizmeta mirovahiyê de ne, bê hilbijartin.

Awat Mistefa, li ser navê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, spasiyên xwe pêşkêşî rêxistinker û endamên serperiştyar ên konferansa Koma Karkeran a Brîtanyayê kir. Ragihand ku ev xelata taybet xwedî girîngiyeke mezin a manewî û hêzeke xurt e ji bo Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, nemaze ku hemû endam û amadekarên konferansê bi rêzgirtina ji rabûrî, niha û paşeroja dezgehê kêfxweş bûn.

Nûnerê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî herwiha diyar kir ku ev rêxistin ya hemû Kurdistanîyan e û ji bo hemû Kurdistanîyan bê cudahî, û li kuderê qeyraneke mirovahî hebe, dezgeh li ser navê hemû Kurdistanîyan xizmetê dike.