Keçek ji pîsporên Kurd niv Bakûrî û nîv Rojhilatî lê li Almanya dijî
Ez hêvî dikim ku bibim rolek û keçên din teşwîq bikim ku di warê teknîkî de kariyerekê bişopînin, ji ber ku ev ne tenê ji bo xortan e!

Malpera Pîsporên Kurd (Kurdish Professionals) bi pisporên Kurd yên hemû cîhanê dide nas kirin. Yek ji keçên serkeftî û pîspor jî Tawîn e û ew wiha xwe dide nas kirin: Navê min Tawîn e û ez endezyarekî esmanî me ku li Bremen, Almanya dijîm. Dayika min ji Mehabadê (Rojhilatê Kurdistanê) û bavê min ji Pîranê (Bakurê Kurdistanê) ye, lê ez li Bonn, Almanya hatime dinê û mezin bûme.
Tawîn di derbarê xwendina xwe de dibêje: Min bawernameya xwe ya Bachelor di Endezyariya Mekanîkî de û bawernameya xwe ya Master di Endezyariya Hewayî û Balafirvaniyê de ji Zanîngeha RWTH Aachen a li Almanyayê wergirt.
Di teza xwe ya sala dawî de, ez beşek ji tîmekê bûm ku konsepta rokêtek ji nû ve bi kar anîn pêş xist. Xebata min hesabkirin û simûlasyona barên termo-mekanîkî yên di dema vegerandina rokêtê de bû û li ser bingeha encaman, sêwirana navrûyek têrker ji bo mertalê germ, ku bi avahiya sereke ya rokêtê ve girêdayî ye.
Her wiha Tawîn a serkeftî di derbarê kar û pîşeya xwe ya de dibêje: Ji dema ku ez salek û nîv berê mezûn bûm, ez wekî Endezyarê Sîsteman, yek ji mezintirîn pargîdaniyên fezayê yên Ewropî li Bremenê de dixebitim. Li vir ez li ser pergalên kontrolê yên keştiyên fezayê dixebitim, bi bingehîn pêşxistina pergalên ku kontrolkirina keştiyek fezayê çalak dikin.
Bûyîna zanyarekî rokêtan karekî zehmet e, lê her gavek hêja bû û rêwîtiya min hîn di destpêkê de ye.
Her wiha Tawînxan di derbarê xewn û xeyal û armancên xwe de dibêje: Xewna min ew e ku ez roleke pêşeng di pêşxistina teknolojiyên fezayê yên nûjen de bigirim, ku mirovahiyê dihêle ku bêtir fezayê keşif bike û berfireh bike. Ez hêvî dikim ku bibim rolek û keçên din teşwîq bikim ku di warê teknîkî de kariyerekê bişopînin, ji ber ku ev ne tenê ji bo xortan e! Endezyarî gelek kêfxweş e, hûn tenê divê wê biceribînin Bila tu kevneşopî an stereotîp rê li ber we negirin.
Çavkanî: Kurdish Professionals