Kurdistan li ser rola xwe ya di projeya Rêya Pêşketinê de israr dike
Derbarê projeya trênê de jî, Ano Cewher eşkere kir ku ligel Wezareta Avadanî û Niştecihkirinê bi hemahengî kar li ser dikin û şîrketeke Spanyayî dîzayn ji bo daniye.
Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê, projeya (Rêya Pêşketinê) ligel berpirsên hikûmeta Iraqê gotûbêj kir.
Duh Çarşemiyê 27/8/2025, şandeyekî bilind yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi serokatiya Ano Cewher, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê, bi mebesta gotûbêjkirina projeya stratejîk (Rêya Pêşketinê) ligel berpirsên hikûmeta Iraqê, gihişte Bexdayê.
Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Mihemed Elî Temîm, Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Planînê û Rezq Seadawî, Wezîrê Veguhestinê û hejmarek ji berpirsên têkildar ên hikûmeta Iraqê civiya.
Ano Cewher, Wezîrê Veguhestin û Gihandinê li Herêma Kurdistanê di daxuyaniyek rojnamevanî de ragihand ku civîna wan erênî bû, herwiha got: "Di civînan de li ser pêşniyara Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser nêrîna fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê projeya stratejîk a (Rêya Pêşketinê) de hate israrkirin."
Wezîrê Veguhestin û Gihandinê amaje bi wê yekê jî kir: "Şandeya Herêmê ronî kir ku ji aliyê teknîkî ve, rêya Herêma Kurdistanê ber bi rojhilatê Çemê Dîcleyê ve, rêyek kurttir e û lêçûna wê jî kêmtir e, herwiha ji aliyê asayîşê ve ewletir e li gorî wê rêya çolê ku aliyên din pêşniyar kirine û dixwazin ji rojavayê Çemê Dîcleyê ve derbas bibe."
Ano Cewher behsa wê yekê jî kir: "Me li ser wê yekê li hev kirin ku raporek berfireh û tijî agahî pêşkêşî komîteya Bexdayê bikin, ku tê de aliyên erênî yên derbasbûna projeyê bi Herêma Kurdistanê re û bi taybetî nahiyeya Rizgarî ser bi îdareya serbixwe ya Zaxoyê û ji wir ber bi Tirkiyeyê ve, bi hûrgilî dê werin berçavgirtin, herwiha daxwaz ji komîteyê hatiye kirin ku serdana cihê pêşniyarkirî bike."
Wezîrê Veguhestin û Gihandinê li ser wê yekê israr kir: "Divê projeya (Rêya Pêşketinê) bêyî Herêma Kurdistanê neyê cîbicîkirin, ji ber ku heke bi Herêmê re derbas nebe, tu rêyek din nagihîje Tirkiyeyê."
Herwiha ronî kir: "Em dixwazin li şûna ku 10 an 12 kîlometre ji Kurdistanê derbas bibe, di deşta Neynewa re derbas bibe û ew pêkhateyên curbicur ên ku di bin destê DAIŞê de neheqîyeke mezin li wê deverê dîtine, ji projeya navborî sûd werbigirin û paşê were Sêmêlê û Dihokê û ber bi Zaxoyê ve biçe."
Derbarê projeya trênê de jî, Ano Cewher eşkere kir ku ligel Wezareta Avadanî û Niştecihkirinê bi hemahengî kar li ser dikin û şîrketeke Spanyayî dîzayn ji bo daniye. Her dema rewşa darayî guncaw be, rasterast, çi bi rêya veberhênanê be yan jî cîbicîkirina rasterast be, dê dest bi cîbicîkirinê were kirin.