Li Hewlêrê boriya Îfraz Sê hate çêkirin

Aug 7, 2025 - 13:17
Li Hewlêrê boriya Îfraz Sê hate çêkirin

Piştî ku doh borî û lûleya ava Îfrazî Sê ya Hewlêrê şikiya, îro ji aliyê Birêveberiya Ava Hewlêrê ve hate çêkirin.
Îro pêncşem 7ê tebaxa 2025 Birêveberiya Ava Hewlêrê daxuyaniyek di derbarê çêkirina boriya ava Îfraz Sê belav kir û têda hatiye zanîn: “Demjimêr 3ê piştî nîvro ya doh, boriya veguhestina ava Îfraz Sê ya cûreya GRP şikiya.”
Ewe jî dane zanîn ku “Yekser tîmên Birêveberiya Ava Hewlêrê gihîştine wê cihê ku boriya wê şikiyabû û sipêdehiya îro borî hatiye çêkirin û av gihîştiye nav komgeh û embara avê û piştî pirbûnê av dê bigihe xelkê.”