Îsraîl Ji Pêşangeheke Leşkerî Tê Derxistin

Îsraîlê ev pêngava hikûmeta Brîtanyayê rexne kir û wekî "cudakarî" bi nav kir.

Aug 29, 2025 - 14:35
Îsraîl Ji Pêşangeheke Leşkerî Tê Derxistin
DSEI UK 2025

Brîtanyayê ragihand ku nûnerên hikûmeta Îsraîlê ji bo beşdarbûna pêşangeha çekan a mezin a li Londonê ku meha bê tê lidarxistin, nayên vexwendin.

Wezareta Berevaniyê di daxuyaniyekê de ragihand: "Em dikarin piştrast bikin ku tu şandeyeke hikûmeta Îsraîlê ji bo beşdarbûna pêşangeha DSEI UK 2025 nayê vexwendin." Her wiha hat gotin ku "biryara hikûmeta Îsraîlê ya ji bo zêdetir berfirehkirina operasyonên xwe yên leşkerî li Xezzeyê şaş e."

Îsraîlê ev pêngava hikûmeta Brîtanyayê rexne kir û wekî "cudakarî" bi nav kir.

Divê ev jî bê zanîn ku Îsraîl ji ber kuştin û wêrankirina li Zîvala Xezzeyê bi rexneyan re rû bi rû maye.