Serok Nêçîrvan Barzanî û Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Penaberan Civiyan

Serok Nêçîrvan Barzanî û Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Penaberan Civiyan

Feb 14, 2026 - 21:21
Serok Nêçîrvan Barzanî û Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Penaberan Civiyan
Serok Nêçîrvan Barzanî û Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Penaberan Civiyan

Êvara îro Şemî 14/02/2026, her li Konferansa Ewlehiyê ya Mûnîhê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel birêz Dr. Berhem Salih, Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Penaberan (UNHCR) civiya.

Di civînê de rewşa mirovî ya penaberan li Iraq û Herêma Kurdistanê û herêmê hate gotûbêjkirin. Serok Nêçîrvan Barzanî bal kişande li ser rewşa penaberan li Herêma Kurdistanê û tekez li ser girîngiya berdewamiya alîkariyên Neteweyên Yekbûyî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve, birêz Dr. Berhem Salih pesnê rola mirovî û dîrokî ya Herêma Kurdistanê ya di hewandina bê cûdahî ya koçber û penaberan de da, herwiha tekez li ser pabendbûna UNHCRê ji bo piştgiriya hewlên Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo baştirkirina jiyana penaberan û dabînkirina pêdiviyên wan kir.