Peyama Serok Barzanî di salvegera bordûmankirina wargeha Zêweyê
Peyama Serok Barzanî di salvegera bordûmankirina wargeha Zêweyê
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Di 9ê Hezîrana 1985an de, rejîma berê ya Iraqê tawaneke mezin li dijî gelê Kurdistanê pêk anî. Di wê rojê de, balafirên rejîmê bi awayekî hovane wargeha penaberan a Zêweyê li Rojhilatê Kurdistanê bordûman kirin û di encama wê êrîşa nemirovane de, bi sedan jin, zarok, kal û ciwanên bêguneh şehîd û birîndar bûn.
Karesata Zêweyê rûpeleke din a bi xwîn e di karnameya reş a rejîma berê ya Iraqê de. Ew roj, yek ji xemgîntirîn rojên jiyana min bû. Nalîn û şîna dayikan û cesedên şewitî û parçekirî yên şehîd û birîndarên Zêweyê, dil û derûniya her xwedî wicdanekî dihejand.
Armanca rejîmê di tawana komkujiya Zêweyê û tawanên din de, şikandina îradeya penaberan, Pêşmerge û xebatkarên Kurdistanê bû. Lê belê ew tawan, îradeya Pêşmerge û kurên gelê Kurdistanê bo berdewamkirina xebata li dijî sitemkar û desthilatdarên wê demê yên Iraqê, hîn xurtir û bihêztir kir. Di encama wê qurbanîdan, têkoşîn û xebatê de, çarenûsa zaliman û tawankaran serşorî û şikestin bû, serbilindî û serkeftin jî bo gelê Kurdistanê ma.
Di çil û yekemîn salvegera karesata Zêweyê de, em silavan ji bo ruhê pak ê şehîdên Zêweyê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê re dişînin.
Mesûd Barzanî
9ê Hezîrana 2026an