Şiwan Qaradaxî du berhemên Kurdî belav dike
Şiwan Qaradaxî du berhemên Kurdî belav dike
Hunermendê stranbêj (Şiwan Qaradaxî) berhemek ji bo Rojavayê Kurdistanê belav kir û niyeta wî heye ku berhemeke din a neteweyî jî belav bike.
Digel geşbûna aloziyên li Rojavayê Kurdistanê û derketina metirsiyê li ser Kurdên wê perçeya Kurdistanê, hemî tebeqeyên civakê, bi taybetî hunermendan, bi hawar û dengê Rojavayê Kurdistanê re hatin.
Hunermend Şiwan Qaradaxî di demên dawî de nûtirîn berhema xwe ya neteweyî bi navê (Nîştimanî Gewre) belav kir.
Ev berhema nû ji gotinên helbestvanê navdar Îsmaîl Talebanî ye û li ser rîtmeke hêdî hatiye gotin.
Derbarê vê yekê de, Şiwan Qaradaxî ji (Hewlêr) re ragihand ku, digel derketina bûyerên Rojavayê Kurdistanê, Mamoste Îsmaîl ev tekst ji wî re şandiye û wî jî ecibandiye, lewma di çend rojên kêm de ew kirine sirûd û belav kirine.
Qaradaxî got: "Lewma sirûd rîtmeke hêdî ye, me xwest ku vê carê şêwaz cuda be, ango hem ji bo dengê min guncaw be, ji bilî vê jî berhemên din ên ku ji bo neteweyê hatine gotin, hemasî bûn, lewma me xwest ku ya me hêdîtir be."
Her çend digel bûyerên Rojavayê Kurdistanê piraniya hunermendan bi karên hunerî û bi şêwazên din piştevaniya xwe anîn ziman, lê di vî warî de Şiwan Qaradaxî gilîdar e û got: "Rast e, gelek hunermendan helwestên baş hebûn, lê digel vê jî, beşeke din ji wan helwestên wisa tunebûn, lewma divê ew xwe de biçin û li ser paşeroja xwe bifikirin, ji ber ku di dawiyê de Kurdistan welatê me hemûyan e."
Derbarê karên xwe yên pêşerojê de, ev hunermend eşkere kir ku ew niha jî li ser berhemeke din a neteweyî dixebite û dê di demek nêzîk de wê belav bike, du berhemên din jî li Rojhilatê Kurdistanê kar li ser tê kirin, hemî berhem jî li ser keda wî ya şexsî ne.