Gelo Hûn Dizanin Ku Li Batûm a, Gurcistanê, Zazayî Hene?
Gelo Hûn Dizanin Ku Li Batûm a, Gurcistanê, Zazayî Hene?

Zimannasê Kurdî û Rûsî, Qanatê Kurdo, di sala 1939an de gundekî Zazayan ê li Batûmê ziyaret kiribû. Di têbîniyên Qanatê Kurdo de gelek serpêhatiyên jiyanî, gotinên pêşiyan û çîrok hene.
Qanatê Kurdo, zimannasê Kurd-Rûsî, bi erkdarî û wezîfedarîya Enstîtuya Etnografya ya Yekîtiya Sovyetê, di sala 1939an de gundekî Zazayan ê li Batûmê ziyaret kiribû. Kurdo bi gundiyan re axivîbû û gelek lêkolîn kiribû.
Ajansa Mezopotamyayê têbîniyên ziyareta Qanatê Kurdo analîz kirin û di derbarê mijarê de bi dîroknas Rohat Alakom re axivîn.
Kurdên Qafqasyaya Başûr
Kurdên li Yekîtiya Sovyetê, bi piranî li Qafqasyaya Başûr diman, ku niha Ermenistan, Azerbaycan û Gurcistan li ser van erdan in. Gelek Kurd li bajarên Gurcistanê yên wekî Axîska, Tîflîs û Batûmê dijiyan.
Rohat Alakom der barê Kurdên Qafkasyayê de wiha got: "Li gorî Salnameya Qafqasan, di sala 1908an de li Batûmê 30 hezar Kurd dijiyan. Li gorî Konferansa San Remo (18-26 Nîsana 1920), tê xwestin ku Batûm bibe bendera Kurdistanê. Di 22'ê Nîsana 1920'î de di rojnameya Svenska Dagbladet de Blir Frihamnî jî heman daxwaz anî ziman."
Rohat Alakom diyar kir ku li gorî rojnameya Riya Teze, di salên Şerê Cîhanê yê Yekem de li Batûmê 30 malbatên Kurd hebûn.
Qanatê Kurdo Qala Gundê Kurdan Dike
Qanatê Kurdo di têbîniyên xwe yên ziyaretê de li ser gundê Kurdan ê li Batûmê wiha gotibû: "3 kîlometre dûrî Batûmê ez çûm gundê Zazayan. Di gund de 50 malbat dijiyan, wan bi çandinî û narincî û porteqalan debara xwe dikirin. Hemû gundî xwedî ajal û heywan bûn. Kal û pîran nizanibûn kengî û çima ji Tirkiyeyê hatine vir. Hin kal û pîran gotin ku bapîrên wan ji parêzgehên Erzîromê hatine."
Kurdo di gund de bi kesên bi navê Reşîdê Aslan, Rostamê Kalaş, Cemşîdê Reşît, Rostemê Silêman, Samandê Cemşîd, Samandê Mustafayî re axivîbû û hin çîrok û gotinên pêşiyan berhev kiribû. Van kesan ji ber ku Kurmancî jî dizanibûn, karîbûn alîkariyê bidin Kurdo.
Çend Nimûne Ji Têbîniyên Kurdo
Rostemê Silêman dema ku qala jiyana xwe dikir, bi Kirmanckî ev gotinên hanê gotibû: "Ez T'îflîsêda zehf vendam, çeher serî têda bîyem, pênc serîz Lênîngrada bîyem. Ez çeher zuwanan zanan: zuwanê kirmancî, zuwanê rûşî, zuwanê ermenî, hendêk zuwanê girc.” (Wateya wê bi Kurmancî: "Ez li Tîflîsê gelek mam. Çar sal li wir bûm. Pênc sal li Lenîngradê bûm. Ez çar zimanan dizanim: zimanê Kirmanckî, zimanê Rûsî, zimanê Ermenî, hinekî jî zimanê Gurcî.")
Qanatê Kurdo li vir gotina 'kirmanckî' wekî 'kurmanckî' di têbîniyên xwe de nivîsîye.
Her wiha ji gundiyan Cemşîdê Reşîdî ji Kurdo re çîroka "Gurgîn Axa û Gulperî" gotibû. Di çîrokê de îfadeyek wiha heye: "Çû zozanê kirmancan ver."
Gotinên Pêşiyan ên Bi Kirmanckî
Zimannasê Qanatê Kurdo di ziyareta xwe de gelek gotinên pêşiyan jî berhev kiribû. Çend mînakên wan wiha ne:
"Aqil t'acê zêrîno, serê nemî k'esda çinîno."
(Wate: Aqil taca zêrîn e, li serê her kesî tune ye.)
"Destê t'emel ser pizê rûto."
(Wate: Destê tembel li ser zikê tazî ye.)
"Xezebî biz yeno, çaxo k'e nanê şiwan wena."
(Wate: Xeza bizê tê, dema ku nanê şivan dixwe.)
"Merdimê veyşan bî yarê daka xora vajo — bawko."
(Wate: Mirovekî birçî ji hevala dayika xwe re dibêje – bavo.)
"Lacî bê rê k'îwî bawkê xo wêran keno."
(Wate: Kurê bêrê, mala bavê xwe wêran dike.)
Çavkanî: K.K. Kurdoyev, “Teksty na Govore Zaza Rayona Batumi (Rayonê Batûmî Dîyalektîkê Zazakî de Metnî)”, Predisloviye, Publikatsiya, Primechaniya Z.A. Yusupovoy, Pis'mennyye Pamyatniki Vostoka, Tom: 15, No: 3, Osen’ 2018, rîpel: 96-121.
Çavkanî: Zazakî News