Toprak Dîsa Bi Yekdengî Bû Serokê Civaka Kurdên li Almanyayê
Ali Ertan Toprak Dîsa Bi Yekdengî Bû Serokê Civaka Kurdên li Almanyayê

Gießen - Almanya: Ali Ertan Toprak îro di Kongreya Federal a Civaka Kurdên li Almanyayê de, bi yekdengî – ango bêyî dengên dijber û bêalî – careke din weke serokê federal ê Civaka Kurdên li Almanyayê (Kurdischen Gemeinde Deutschland) hate hilbijartin.
Toprak, di daxuyaniya xwe de got ku ew ji vê hilbijartinê "pir kêfxweş û serbilind e" û wiha anî ziman: "Ez bi zorê diwêrim bibêjim. Ez spasiya xwe ya ji dil pêşkêşî hemû delegeyan dikim ji bo vê nîşana mezin a bawerî, piştgirî û pejirandina xebata min a berê."
Hilbijartina bi yekdengî ya Ali Ertan Toprak, piştgirî û pêbaweriya mezin a delegayan bi rêveberî û xebatên wî yên ji bo Civaka Kurdên li Almanyayê nîşan dide.