Berxwedana Spanyayê li dijî dagirkeran û dersên wê ji bo Kurdan

Li gor Ali Karduxos: Berxwedana Spanyayê li dijî dagirkeran û dersên wê ji bo Kurdan

Sep 28, 2025 - 12:00
Berxwedana Spanyayê li dijî dagirkeran û dersên wê ji bo Kurdan
Li gor Ali Karduxos: Berxwedana Spanyayê li dijî dagirkeran û dersên wê ji bo Kurdan

Atîna - Yunanîstan: Îro 28 Îlon 2025 di nivîsekê de, nivîskarê Kurd Ali Karduxos, dagirkirina Kurdistanê ji aliyê artêşên Ereb-Misilman ve di sala 638an de û ya Spanyayê di sala 711an de destnîşan dike ku dîrok çawa xwe dubare dike. Lêbelê, Spanyayê piştî 781 salan, di sala 1492an de, bi berxwedaneke mezin Ereban ji axa xwe derxist.

Karduxos diyar dike ku Qralîçe Elizabeth heta ku dagirkerên Ereb nehatin derxistin, serê xwe neşûştibû û piştî ku ew bi çekan hatin derxistin, Cihûyên ku katolîkî qebûl nekirin, bi qanûnê hatin derxistin. Di nava mehekê de ji wan hat xwestin ku Spanyayê biterikînin, yên ku neçûn dê bi cezayê îdamê re rû bi rû bimana. Cihûyan bi hêviya vegera rojekê kilîtên malên xwe bi xwe re birin. Karduxos dibêje, ev Cihûyên ku ji Spanyayê hatin, îro wekî Sabatayî têne binavkirin û neviyên wan ên li Yunanîstanê hîn jî kilîtên malên bav û kalên xwe wekî yadîgareke dîrokî diparêzin.

Nivîskar her wiha balê dikişîne ser ku Spanya piştî sala 1492an, li Amerîkaya Navîn komkujiya xwemalî yên "Çermesoran" pêk anî û bi tundî ew kirin katolîk. Ew herêm îro wekî Amerîkaya Latîn tê zanîn (navekî asîmîlekirî, mîna ku Dersim wekî Tuncelî were binavkirin) û tevahîya wan bûne katolîk.

Ali Karduxos destnîşan dike ku Spanya îro her tiştê ku li dijî Cihûyan be, piştgirî dike, lê piştgirî nade Kurdan. Sedema vê yekê, li gorî wî, ev e ku Spanyayê li Amerîkaya Navîn heman barbarîtiya ku dewleta Tirk li dijî Kurdan pêk anîye, li dijî xwemalîyên "Çermesoran" pêk aniye.

Cûdahiya dîn û ziman wekî avantaj

Karduxos destnîşan dike ku mînaka Spanyayê nîşan dide ku di dînên cuda de bûn li hemberî dagirkeran avantajek e. Misilmanên Ereb bi hevgirtina Katolîkên Spanyolî hatin derxistin. Ji ber vê yekê ye ku dagirker hewl didin dîn û zimanê dagirkiriyan biguherînin. Li gorî wî, nêzîkatiya dewleta Tirk a li dijî Elewîyan jî ji ber vê yekê ye. Komkujiya Dersimê, komkujiyeke Kurd û Elewî ye. Spanyayê jî li Amerîkaya Navîn heman tişt kir.

Karduxos her wiha diyar dike ku çirûska têkoşîna azadiyê ya Amerîkaya Navîn, Şoreşa Amerîkayê û Destûra Bingehîn a Amerîkayê ye ku li cîhanê wekî herî dadperwer, pêşverû û şoreşger tê qebûlkirin. Ev destûr û ev têkoşîn Şoreşa Fransayê afirandiye. Şoreşa Fransayê jî, hişyarbûna neteweyan û damezrandina dewletên neteweyî teşwîq kiriye û dewletên neteweyî yên ku li Ewropayê di nav împaratoriyan de hatibûn perçekirin, hatine avakirin.