Barrack û metirsiyên li ser Sûriyeyê
Hisên Omer
Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Amarîkayê yê Kar û Barên Sûriye û Libnanê Thomas Barrack, dema herî şaş hilbijart ji bo ku rêzedaxuyaniyên tund û beloq ên alîgiriya xwe ji desthilata demkî ya Şamê re bide.
Barrack, yekser piştî hevdîtina xwe ya bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî re ku wek hevdîtineke aloz û rageş hat binavkirin, daxuyand ku rêya tekane li pêşiya HSDyê ew e ku "berê xwe bide Şamê" da ku tevlî saziyên wê bibe.
Nûnerê Amerîkayê di piştgiriya xwe ya ji desthilata Şamê re zêdetir çû, ev desthilata ku nasnameya wê ya îdeolojîk a tundrew û pêkhateya wê ya mezhebî ya yekalî ya beloq û eşkere ye, dema ku pesnê kelecana wê ya ji bo tevlîkirina hêzên HSDyê da ku wî wekî "bêhempa û nayê bawerkirin"ê bi nav kir, tew bi eşkereyî HSDyê rexne kir û bi sistbûna di bicihkirina sozên xwe de tohmetbar kir.
Vê yekê hişt ku desthilata Şamê daxuyaniyên dijberî her cure nenavendîtiyê, xasma federalîzmê bide ku dibe rê li ber vegera wê ya li lojîka qebûlkirina rastiyan û nêzîkbûna bi aqilane û objektîf bigire.
Paradoks ew e ku ev daxuyaniyên Barrack di demekê de hatin ku General Mezlûm Ebdî hîn li Şamê bû, Şama ku ti carî dudilî nekiriye ku li deriyê wê bixe ji bo ku beşdarî dawîanîna li karesata Sûriyeyiyan, hemû Sûriyeyiyan bibe.
Lê wer dixuye ku tiştê Barrack rasterast negotiye ew e ku rêya Ebdî ya ber bi Şamê ve divê ji deriyê Enqereyê dest pê bike.
Nûnerê Taybet ê Amerîkî ne tenê alîgiriya desthilateke ku ji aliyê kesekî ku berê serê wî ji aliyê Amerîkayê ve dihat xwestin tê birêvebirin, li dijî hevalbendên herî nêzîk ên Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî ya di şerê li dijî DAIŞê de kir, tewra vîn û îradeya hemû gel û pêkhateyên Sûriyeyê jî desteser kir dema ku biryarên teqez derbarê mijareke ku berî her kesî girêdayî Sûriyan e, da û got: "Vebijêrka federalîzmê li Sûriyeyê ne pêkan e" û divê Sûriye bibe yek dewlet, yek netewe û yek hikûmet.
Ji ber ku desthilatdarên ku bi awayekî bêalî nehatine hilbijartin, Dewlet û neteweyê di desthilata xwe ya bi darê zorê de kurt dikin, loma wan fêm kir ku ev daxuyaniyên Barrack îşareta efsûnî ne ji bo ku destê wan li hundirê Sûriyeyê serbest were berdan.
Her wekî ku alîgirên wan ev daxuyanî wekî madeyeke xam bi kar anîn ji bo dariştina gotareke tijî dijminatî, nefret û sorkirina li dijî gel û pêkhateyên li Sûriyeyê ku wêneya wê ya tund a fermî li Siwêdayê derket holê û dibe ku ev tundî di bin bandora şikestina li parêzgeha Durziyan de derbasî herêmên din ên Sûriyeyê bibe.
Eşkere ye ku hewldan hene ku paşeroja Sûriyeyê li gorî ajandayên navherêmî bê xêzkirin; ji aliyekî ve dê neçarî pabendbûna bi prensîba desthilat li hemberî ax û aştiyê li ser eniya Îsraîlê dikin, di pêvajoyeke berevajîkirina hevkêşeya "ax li hemberî aştiyê" ku dewletên Ereban bi dehsalan pê ve girêdayî bûn, ji aliyekî din ve jî wê di nav pergaleke navendî ya kotekî û dûrxistina pêkhateyan de asê dikin, ji bo razîkirina Tirkiyeyê ku her cure sîstemeke nenavendî wekî hêleke sor dibîne û tewra nahêle desthilata hevalbenda wê jî nêzîkî wê bibe.
Ya herî xofdar jî di daxuyaniyên birêz Barrack de, girtina derî li ber çareseriya Sûriyeyê ya bi serpereştiya navneteweyî li gorî giyan û naveroka Biryara Navneteweyî ya 2254an e, ku avakirina rêveberiyeke ne-mezhebî li Sûriyeyê ferz dike, di demekê de ku ev arastekirin ber bi xurtkirina desthilata tundrew û yek mezheb ve diçe ku tew miyanrewên wê jî dûr dixe.
Bê guman, eger Amerîka û hevalbendên wê siyaseta xwe ya li Sûriyeyê ji nû ve sererast nekin û araste nekin, rewşa Sûriyeyê dê xirabtir û aloztir bibe.
Rêjîma demkî û kesên li dora wê, wer bawer dikin ku ew li hundir xwedî hêzeke reha ne çerku Amerîka hemû aliyên ku helandina di kovika wê de red dikin neçarî radestbûnê bike, bêyî ku bizanibe ev alî dikarin radestbûna li hember fermanên Amerîkayê red bikin eger ev ferman gefê li hebûna kesên ku ew nûnertiya wan dikin, bixwin.
Bi kotekî û darê zorê komkirina Sûriyan di qalibekî ku rastî, berjewendî û daxwazên wan ên ji bo dewleteke ku nûneriya hemû civaka wan bike û mafên wan misoger bike dernabire, dibe ku wan ber bi vebijêrkên xwekujî ve bajo ku welat têxe nav tuneleke tarî û nediyar.
Vêga pirsa ku divê li Washingtonê were kirin ev e: Gelo Thomas Barrack nûnerê wê yê ji bo Sûriyeyê, ji bo hemû Sûriyeyiyan e yan ew parêzerek e ku ji bo parastina rejîmekê hatiye erkdarkirin ku - qet nebe heta vê kêliyê - bi aliyên din re ne wekî hevpar lê wekî neyar tevdigere?!
Rûdaw