Dimirim, dikujim, Kurdistanê rizgar dikim

Kawe Emîn
Me li yekê ji qehwexaneyên çandî yên Amedê hev dît lê wî dixwest ku em zêdetir navê Diyarbekirê bi kar bînin. Qehwexaneya Mehabadê tijî keç û xortên ciwan ên bajêr bû. Tiştê herî ne xweş ê li Diyarbekirê ji bo min, neaxaftina xelkê, bi taybetî jî ya ciwanan a bi Kurdî bû. Diyarbekir bi hemû xweşikiyên xwe, bi dîwarên xwe yên kevnar, minareyên mizgeftan, malên dengbêjan, kuçe û kolanên xwe yên teng, kolanên nûjen û avahiyên xwe, dîmenê bajarekî wisa xemilandiye ku hemû nîşanên paytextbûnê pê diyar in.
Mixabin, ji ber zordariyê, Diyarbekir ango Amed bi zindanên xwe jî bi nav û deng e. Bi taybetî di salên 80yî yên sedsala borî de, ji ber şkence û neheqiyên ku li hemberî girtiyên siyasî dihatin kirin, di warê xerabiyê de li cîhanê navdar bûbû. Vexwarina qehweya min li gel kesayetiyê siyasî û yek ji endamên dêrîn ên Komeleya Şoreşger a Demokratîk a Çandî (DDKD) Abdulhay Okumuş bû.
Behskirina dîroka siyasî û rêxistinî ya Bakurê Kurdistanê bêyî behskirina nav û ronîkirina rola DDKDyê ku wekî dayika gelek rêxistinên çep û neteweyî yên Bakurê Kurdistanê tê dîtin, dê bibe dîrokeke netemam.
Okumuş hîn destpêka xortaniya xwe DDKDyê nas dike. Ew bi eslê xwe xelkê Farqînê ye, lewma dixwaze rola Farqînê di dîroka Kurdistanê de nîşan bide, ji ber ku ew serdemekê paytexta Merwaniyan bû ku di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî girîng in û heta sikeya (dirav/pere) xwe ya taybet jî lê dabûn.
Piraniya kesên ku behsa tevgera neteweperwer a Kurdan li Bakurê Kurdistanê dikin, wê bi dengê teqînên Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê û bi şexsê General Barzanî ve girê didin ku karîbû wê şeva tarî ya ku baskê xwe li ser Kurdayetiya li Bakurê Kurdistanê girtibû, biçirîne.
Okumuş dibêje, “Her çi qasî ez ne di wê xetê de bûm jî tê bîra min dema ez zarok bûm, melayekî me yê xizm di dawiya her nimêja xwe de ji Mela Mistefa Barzanî re dia dikir. Mamoste bi wî karê xwe hestên me yên neteweyî geş dikirin.”
Her çi qasî bîr û baweriyên wê yên sosyalîst û komunîst hebûn jî ji Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) çavkanî girtibû û ciwanên Kurd li dora xwe kom kiribûn. Li gorî Okumuş, ji ber înkara neteweya Kurd, Kurdên Bakurê Kurdistanê nedikarî bi eşkereyî Kurdbûn û Kurdayetiya xwe bikin, lewma ji bo karê siyasî, wan xwe sipartibû Partiya Karkerên Tirkiyeyê. Tevî ku beşeke mezin a endamên Tirk ên wê partiyê, tevî serkirdeyên xwe, di derbarê maf û azadiyên gelê Kurd de wekî neteweyek, gotineke wan a ji ya Kemalîstan gelekî cuda nebû jî.
Ev di demekê de bû ku wan jî wekî her rêxistina sosyalîst û komunîst a li cîhanê, dirûşmeyên edalet, azadî û wekheviyê bilind kiribûn. Heta li gorî gotina Okumuş, kesayetiyekî wekî Nazim Hîkmet ti carî dostaniya Kurdan nekir, berevajî di nameyekê de daxwaza lêborînê ji Ataturk dike û dixwaze ku wî bibexşîne.
Okumuş, piştî ew qas salên ku bi navê komunîzm û sosyalîzmê xebat kiriye, ji bo hevsengkirina hevkêşeyê, Îslamî, çep û komunîstên Tirkiyeyê dixe heman mêzênê û dibêje, “Li hemberî Kurdan dengê heman daholê ne.” Okumuş bi bişirîneke poşmaniyê dibêje, “Serdemekê, sosyazlîm ew qasî li cem me pîroz bû ku heke bigotana Kurd nînin, belkî me jî bigota rast e.”
Dema ku Kurdên di nav Partiya Karkerên Tirkiyeyê de bi ser hişê xwe ve hatin û rewşeke siyasî ya cuda li Tirkiyeyê dest pê kir, heta radeyekê bayekî demokrasiyê berê xwe da wî welatî, bi taybetî piştî lêborîna giştî ya sala 1947an, êdî Kurdan mala xwe ji partiyên komunîst veqetand lê bi heman kincên sosyalîzmê, bi dehan partî û rêxistinên Kurdî damezirandin ku her yekê ji wan li aşekî digeriya. Okumuş behsa rola partiyên Kurdan dike û dibêje, “Mixabin me bi çavekî Marksîst li şoreşa Başûr dinêrî û me Partiya Demokrat wekî partiyeke paşketî bi nav dikir.”
Damezirandina DDKDyê gavek ber bi Kurdayetiyê ve bû lê di formeke sosyalîst de. Komunîstên Tirkiyeyê her bi çavekî şovenî li me dinêrîn. Heta rojnamegerekî navdar ê Tirk bi navê Kemal Ilicak, di gotareke xwe de bi qerfî kurtkirina DDKDyê bi rengê “Dimirim, dikujim, Kurdistanê rizgar dikim” şîrove kiribû. Ji ber ku kesên wekî Hatîp Dîcle û Vedat Aydin ku di salên 90î de bi rengê “kuştinên kiryar nediyar” hatin şehîdkirin, ji kadroyên sereke yên DDKDyê bûn.
Me di bernameya Pencemorê de li gel Okumuş deriyê gelek mijaran vekir, bi taybetî dîroka çepê û pêwendiya wê bi Kurdan re ya li Bakurê Kurdistanê. Ji ber ku piraniya partiyên Bakurê Kurdistanê ji bilî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiyeyê, heta niha jî ji kaniya sosyalîzmê avê vedixwin.
Rêxistinên Kurdan ên Bakur, her yekê pesnê welatekî sosyalîst dida û her wiha her tim di nav nakokiyan de bûn li gel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî. Ji ber ku wan şerên xwe tenê di rûpelên rojnameyan de nehiştin, her wiha çek li hemberî hev rakirin. Piraniya çavkaniyan hejmara kuştiyên di navbera PKK û KUKê de nêzîkî 200 kesî texmîn dikin.
Di demekê de ku behsa çekdanîna PKKyê tê kirin, Okumuş behsa dîrokeke 25 sal berê dike û dibêje, dema ku HEP sala 1990î wekî partiyeke bi lîsans hat damezrandin, PKK li dijî wê sekinî, ji ber ku her tişt di lûleya tifingê de didît. Her çi qasî paşê ev bû bingeha karê siyasî yê bi lîsans ji bo wan.
Bûyerên Zindana Diyarbekirê û serpêhatiyên li gel birêvibirê zindanê Esat Oktayê ku di nav Kurdan de wekî zindiyê herî dilreş tê naskirin, pêwendiya bi rêxistina rizgariya Filistînê re, çima Erefat navê Kurdan nedianî ziman û digot neviyên Selahedîn? Gelek mijarên din di Pencemorê de şahidî li ser wan tê dayîn.
Rûdaw