Peyama Salvegera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî,

Malbata Barzanîyan sed sal e ku yek ji pêşengên herî bi îstîqrar û bênavber di tevgera siyasî ya Kurdistanê de tê hesibandin. Ev meşa dîrokî ku bi Şêx Abdulselam Barzanî dest pê kir, di bin rêberiya ruhanî ya Şêx Ehmed Barzanî de berdewam kir

Aug 4, 2025 - 13:18
Peyama Salvegera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî,

Di tevahiya dîroka Têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê de, çar malbatên taybet di damezirandina hebûna siyasî, çandî û rewşenbîrî ya neteweya Kurd de şekil dane. Van malbatan ne tenê li ser nifşên xwe, lê di heman demê de li ser pêvajoyên dîrokî yên ku çarenûsa (qedera) neteweya Kurd şekil dane û bandoreke wan î bêhempa heye û li ser gelek waran, ji serokatiya siyasî û hilberîna çandî bigrin heya mîrateya rewşenbîrî û hevgirtina civakî, şopek bêhempa hiştine. Di vê çarçoveyê de malbata Barzanîyan, malbata Bedirxanîyan, malbata Mukriyanîyan û malbata Casimê Celîlîyan weke çar stûnên sereke yên neteweya Kurd dikarin bên hesibandin.

Malbata Barzanîyan sed sal e ku yek ji pêşengên herî bi îstîqrar û bênavber di tevgera siyasî ya Kurdistanê de tê hesibandin. Ev meşa dîrokî ku bi Şêx Abdulselam Barzanî dest pê kir, di bin rêberiya ruhanî ya Şêx Ehmed Barzanî de berdewam kir, di bin serokatiya karîzmatîk a Melê Mistefa Barzanî de veguherî tevgereke gelêrî û bû xeteke siyasî ya sazîbûyî ku îro jî bi Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re berdewam e. Malbata Barzanî weke yek ji stûnên herî bihêz yên neteweperweriya axa Kurdistanê, di aramkirin û berdewamiya hişmendiya netewî ya Kurd de roleke sereke lîstiye.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku rengvedana sazî ya vê mîrateya dîrokî ye, di sala 2005an de hatiye damezrandin û weke rêxistineke civaka sivîl ya gelek girîng derketiye holê ku çanda pêkvejiyan û hevkariyê di nav gelê Kurd de bi taybetî di van deh salên dawî de bihêz dike. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di rûbirûbûna travmaya civakî ya ji ber şer, hejarî û koçberiyê de, li seranserê Kurdistanê li kêleka gelê xwe rawestiyaye û di warê tenduristî, perwerde, alîkariyên mirovî û geşepêdanê de xizmeteke berçav pêşkêş kiriye.

Bi minasebeta 20 saliya damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, spasiyên xwe pêşkêşî birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikim ku ev sazî gihandiye vê rojê û bi berdewamî li ser karê xwe ye. Eşkere ye ku Weqfa Barzanî ne tenê di dermankirina birînên netewa Kurd de, di heman demê de di avakirina ruhê yekîtî û yekrêziya netewî de jî erkek girîng girtiye ser milê xwe. Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî îro di dilê gelê Kurdistanê de cih girtiye û bi têkelkirina hêza civaka sivîl û dilsoziya bi gelê xwe re, şopeke bêhempa di bîra xelkê Kurdistanê de hiştiye.

Em di wê baweriyê de ne ku, ev bingeh dê di paşerojê de serkeftinên hîn mezintir ji bo miletê kurd bi dest bixe. Bi minasebeta 20 saliya damezrandina Weqfa Barzaniyê Nemir, em spasiya damezrînerê wê, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê weqfê Musa Ehmed dikin. Weqfa Barzanî di bin serokatiya rêzdar Musa Ahmed de, salvegera xwe ya 20emîn bi serkeftî temam kir.

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî îro di dilê gelê Kurdistanê de cihekî bêhempa girtiye û bi têkelkirina hêza civaka sivîl û dilsoziya bi gelê xwe re, şopeke kûr di bîra xelkê Kurdistanê hiştiye. Ez ji Weqfa Barzanî re temenekî dirêj û tijî serkeftin dixwazim.

4ê Tebaxê 2025an,

Serokê Weqfa İsmail Beşikci

Îbrahîm Gurbuz