Barzaniyan!

Barzanîyan ji destpêka sedsala 20an û vir de di dîroka Kurd/Kurdistanê de malbateke gelekî girîng in. Abdulselam Barzanî, Ehmed Barzanî, Melê Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî ji sedsalekê zêdetir têkoşîneke girîng di dîroka Kurd/Kurdistanê meşandine. Nifşên niha yên Barzanîyan, Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî vê têkoşînê bi biryardarî didomînin.

Aug 4, 2025 - 13:11

Xebata Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û tomarkirina berfireh ya bûyerên ku di çarçoveya têkoşîna netewî ya Kurd de diqewimin, ne tenê ji bo dîroka Kurd/Kurdistanê herweha ji bo dîroka Rojhilata Navîn tevkarîyeke mezin kiriye.

Îro, Weqfa Barzanî bi bernameyên xwe yên alîkariya civakî xizmetên girîng pêşkêşî gelên her çar aliyên/beşên (Rojhilat, Rojava, Bakur û Rojava) Kurdistanê dike. Weqfa Barzanî ji bo wan kesên ku rastî her cûre karesatên xwezayî û aloziyên civakî hatine alikarî û piştgirî danê û didin. Û ji bo wan kesan xebateke bêhempa pêkanîne û tînin.

Bi minasebeta 20 saliya damezrandina Weqfa Barzaniyê Nemir, em spasiya damezrînerê wê, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê weqfê Musa Ehmed dikin. Weqfa Barzanî di bin serokatiya rêzdar Musa Ahmed de, salvegera xwe ya 20emîn bi serkeftî temam kir. Ez ji Weqfa Barzanî re temenekî dirêj û tijî serkeftin dixwazim.

4ê Tebaxa 2025an

İsmail Beşikci