Ji Arasê heta derbenda Kurd (Derbenda KRD).

Aug 10, 2025 - 10:45
Ji Arasê heta derbenda Kurd (Derbenda KRD).

Rondik Faris

Du sal li ser "l" ji temenê peymanameya "Sever" derbas dibe, heman demê de ev peyman bi (175) sal temenê xebata Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê re hevdem e. Ev e ji bilî wê yekê salvegera 102 saliya peymanameya avakirina dewleteke serbixwe ya Kurdistanê ye ku piştî rojekê ji peymana aştî ya di navbera Ermenîstan û Azerbaycan e, bi navberkariya Serok Donald Trump ya piştî (35) salên bi ceng û aloziyan pêkhat.

Ev rûdan piştî dîroka hemdema Kurdistanê ne peymaneke û pire ji şîrove û nirxandinên siyaseta navdewletî û vegerandineke li ser dûbare dariştina hevkêşeyan.

Serok Nêçîrvan Barzanî peymana di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê bi "Peymaneke dîrokî" bi nav kir û pîrozbahiyê li (47) mîn Serokê Amerîkayê kir. Ji ‎bo têgihiştina krokiya vê peymana dîrokî ya çarenivîsa Kurdistanê, pêwîste em vegerîn sedsal berê. Ji ber ku li rûyê zimanê dîplomasî û siyaseta navdewletî ve, ev bîranîn demeke ji serkeftina (33) saliya dîplomasiya hukimraniya Kurd tê dîtin ku piştî sedsalan karî "kultûra hêz" ya ji bo "kultûra rêz û pêkve jiyanê" kultûra " aştî û aramî" kultûra " bawerbûn û pêdagir bûn" e. Biguherîne û tevahiya hevkêşeyan berevajî bike. Belê eve tomarkirina dîroka pêkvejiyana xebata Kurdistanê ye.

Ji ber ku ev guhertin bi siyaseta Kurdistanê ya di dema derbasbûna ji rûbara Aras re hevdeme û her wiha pêşketina stratejiya hevçerxa Kurdistanê li kabîneya nehem da dema projeya "Derbenda Kurd" ya stratejiya dijîtalî ragihand.

Bi zimanekî Kurdayetî û niştimanî, ev peymana dîrokî ya Serok Nêçîrvan bi nav kir piştî (35) salên ceng û aloziyan, berqerarbûna aştiyê li rêya "dîplomasiya niştiman saxî" felsefe û rêbaza Barzanî bû. ‎

Kultûra fireh ferhengî û niştiman saxî...

Li 18 ê hezîrana sala (1947) Barzaniyê Nemir bi zêdetirê (500) hevalên xwe yên Pêşmerge re ji rûbara Arasê derbas dibin û xwe digihînin Yekîtiya Sovyeta berê. Di wê demê de bavê ruhî yê neteweyê Kurd, di civîneke berfireh ya bi şoreşgêrên xwe re kerem dike "Me rêyeke dûr û dirêj li pêşe, gund û dêhateke zêde dikeve li ser rêya me, ez naxwazim bi ti awayekê zorî û zextî li ti welatiyek bê kirin, lê belê ji aliyê min ve asayîye û normale eger hûn tifinga ser milê xwe bi nanekê biguherin, lê belê nabê gundnişînan biêşînîn".

Heman demê de Serok Mesûd Barzanî li 15/05/2025 li Hewlêrê li kongreya Yekgirtina Yekîtiya Xwendekar û Lawên Demokratên Kurdistanê de kerem kir "Xwendekar û ciwanan roleke zêde bi bandor li şoreşa Eylûlê, li şoreşa Gulan û heta li şerê Da'îş de jî hebûye."

Her wiha kerem kir "şerê berê gelek hêsantir bû ji şerê niha, şerê firoke û tank û top û heta kîmyabaran û enfalan, lê belê bawer bikin şerê niha gelek metirsîdartire. Şerê belavkirina maddeyên hişbere li nav civaka me, vê şerê bi me re dikin. Şerê nehiştina bîr û bawere, şerê nehiştina ewe ye ku takekesê Kurd êdî bawerî bi xwe nebê, hêvî nebê, ji bo wê yekê ev şer gelek dijwartir û metirsîdartire.

Eger gotara Barzaniyê Nemir ya di dema derbasbûna ji rûbara Aras û peyamên cenabê Serok ya li yekgirtina rêxistinên "Xwendekar û Ciwanan" şîrove bikîn, têdigihîn ji bo çi Serokê Herêma Kurdistanê peymana di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê bi dîrokî wesif dike. Bi taybet eger bi hurî li du peyamên cenabê Serok Barzanî ya aştiyê li Bakû û Rojava û peyama li merasîma Nizaya Niştimanî şîrove bikîn. ‎

Serok li rêkefta 01/04/2025 li kanala Şems ve ku hevdemê bîranîna (79) saliya damezrandina Komara Kurdistanê di derbarê projeya (100) biryara Trump de kerem dike "Ez pîrozbahiyê li Serok Trump dikim ji bo wê helwesta şerefmendane. Ez miroveke bawerdarim, baweriya min bi xwedê heye. Trump vegeriya li ser wê yekê ku xwedê di derbarê mirovan danaye, fi'ilen nêr û mê. Ji bo wê yekê ez pîrozbahiyê lê dikim ji bo wê helwesta şerefmendane" ‎dîsa li 23/04/2025 li roja Niza ya Niştimanî" de heq wekî lutkeya çiya ye, çendîn rê heye ji bo gihîştina bi lutkeyê, lê belê armanc yeke, ew jî gihîştina bi heq e."

Kurdistan û Niştimaniyên Kurdistanî piştî (9) şoreş û (5) qonaxên dîrokî, êdî bi projeya "Pirsa Kurd, The Kurdish project" hengav diavê ber bi sedsaleke dinê (275) pir bi guherînan. ‎

Ev qonaxa hevçerxa dîroka Kurdistanê qonaxeke bi tevahî cûda ye, lê belê temamkerê bêşik û guman temamkerê bingeh û rêkarên leşkeriyên derbasbûna ji "Rûbara Aras" e. Ji ber ku Hikûmeta Kurdistanê piştî neh kabîneyan karî bi serkeftî bi "kultûra çandî û aştî û pêkvejiyanê" vegerêne ser wan tixûbên ku li Sevr da li ser Kurdistanê hatibûn dayîn û li Lozanê da ji Kurd hatin zeft kirin.

Ev vegeran bi tevahî bi bingehên felsefeya Barzan ya çaksaziya civakî ve girêdayî ye. Ji ber ku li şoreşa duyema Barzan de bi taybetî li bernameya "lîjneya Azadî" ku ji (6) xalên çaksaziyê li xwe digrê û (5) daxwazên ji bo pêkanîna wîlayeteke Kurdistanî li başûr û piştgirtina (Yekem Komara Kurdistan)ê li axa Rojhilat "Kurdistana Sor" pêktê. Lê belê piştî rûxana Komara Kurdistanê geşta Barzaniyên Nemir ya Sovyetê, şoreşa sêyema Felsefeya Barzaniyan destpêdike, ew jî şoreşa "bi fermî kirina zimanê Kurdî" bûye ji bo kêşana tixûbên fireh neteweyî û fireh oliyên Kurdistanê de. ‎

Ev dîplomasiya Barzaniya Nemir, bi Barzaniyê Nemir re nasnavê "Generalê Çiyayan" bexşî, bi taybetî dema li rêkefta 18/01/1948 li konferanseke Baku gotarek dide û nûnerên Kurdistana Başûr û Rojhilat amade dibin û paşê serdana Ermenîstanê dike û Kurdên wê deverê han dide ku master û doktorayê bixwînin. ‎

Ev geşta dîrokiya Barzaniya Nemir ya Sovyetê û ew dîplomasiya General ya ji bo ziman û xwendin û perwerdeyê de wiha kir ku li nav gelek hevalên wî jî bibin "efser, hilgirên bawernameyên bilind, mamostayên olî" yên Kurdistana niha. Ji ber ku piştî (12) sal mayina Serok li Kurdistana Sor û vegerana bi rêyên "Kurdistana Kesk" û heta gihîştina bi Kerkukê, Barzaniyên Nemir dergeha şoreşa sêyem ji bo mîlletê Kurdistanê vekir, ku ew jî şoreşa "aştî û pêkvejiyan" ê ya hemû pêkhat û neteweyeke. Ji niha de piştî heşt kabîneyên pir bi "stratejiya moderna dewletsaziyê" mijule "bê hişiya xwendewar û mamostayên me yên olî" kultûra riq û kînê ya Kurdistan û xebata çend sedsalî diçînin. Ew kultûre encama bê agahiya beşeke welatiyên Kurdistanê ye ji dîrok û bingehên serekiyên felsefeya Kurdayetiyê ku felsefeya Barzan e. Ji vê xerabtir rêznegirtine li wan pêşketinên ku Kurdistan hengavan avêtiye li ziman û kultûra Kurdistanî bi taybet piştî belavbûna destkeftên çend saliyên hûkimdariya Kurdistanê li siyaseta dîjîtaliya Serokê Hikûmetê ya li kabîneya nehem û nîvê nehem da.

Ji wê jî bê agahdartir, beşek ji Parlementer û bi cîhkarên yasayê, li rêya bikaranîna pêgehên elektronî û sosyal medya, mijulin destkeftên wan bê bingeh dikin û dixwazin kultûra mirovdostiya Kurdistanê neşîrîn bikin û Kurd li navçeyê ji şerxwaz tundutîj wêne bikin û bi hêceta ol û kultûra Kurdistanê, pêgeha xanim û malbatê li Kurdistanê lawaz bikin.

Niha ji hemû deman zêdetir pêwîstiya me bi yek helwestî û yekrêziya niştimanî heye, ji ber ku eger taktîkên derbasbûna ji rûbara Aras ya li dîroka cîhanê de, qonaxeke nû ya stratejiya "ceng bi navê aştî" hatibe tomar kirin, ewe sîstema dîjîtaliya Hikûmeta Kurdistanê jî "şikandina hemû tixûbên destkird" yên li Rojhilata Navîne beramber bi mîlletê Kurdistanê.

Armanca bingehên felsefeya Barzan berqerakirina aştî û asayîşa civakiye çend sedsale hîç bingeheke navdewletî ji bo aştiyê nekariye hindî wê bingehê xizmeta mirovayetî û niştiman zindî bike. ‎

Ji bo wê yekê eger berê ziman û kultûr û axa me hatibû zeft kirin, li niha de xwediyê pêgeha elektronî modernîn û bi zimanê Kurdî ku eger bi hîkmeta wan pêşketinan têbigihin û pêdagirê yasayên hikûmeta xwe bîn û parêzereke niştimaniyê vî welatî bîn, dûrî li demargîriya partîtî û rayên cuda. Wan tixûban derbas dikîn û digihîn bi tixûbên şînên pêkveyî ya Kurdistanê. Lê belê ewe erkê bawermedar û olperwer û yasanasane ku bi "têgihiştin"a wan ji bo yasayên hemwarkirî hebê neku tenê "xwêner û bîner" bin. Kurdistanî bûna rasteqîne eve ye ku xizmeta mîlletê xwe bikî û dûr bî ji req û kînê. Kurd derbendeke sekoyeke girîngê paşeroja Kurdistanê ye. Êdî welatî li pileya yekemdaye, êdî jimare dû li siyaseta hikûmdariya Kurdistanê cihê xwe nabîne bila pêkve "serdemiyane kultûra Kurdistanê" bikîn bi bingeh û vegerîne ser tixûbên rasteqîneyên Kurdistanê ku bi "axa dayik, the mother land" hatiye naskirin.