Gazinda Qelemê

Aug 16, 2025 - 14:48
Gazinda Qelemê

Fexriya Adsay

Piştî nod û sê sal piştî “Gazinda Xencera Min” a Celadet A. Bedirxan meseleya karbeşiya navbera qelem û xençerê an ciyê wan î di rizgariya neteweyî de hê jî muhtacî nîqaşên dûrûdirêj e. Çîrok bixwe ew hêza wê heye ku rê li ber gelek pirsan veke: Tenê bi qelemê rizgarî pêk tê? Qelem dikare çi bike bêyî hêza xencerê? Xencer qelemê tûj dike an qelem xençerê tûj dike? Zingara xençerê elameta çi ye? Qelem nikare bi serê xwe afirîner be an riya felatê veke? Dibêjim ne tenê ji ber hêza wê ye ku dikare îro jî bibe referans ev çîrok, hinekî ji ber hewcedariya nîqaşê bi xwe ye jî: Qelem (an zanîn, fikirîn, fealiyetên çandî, aqlê rasyonel, nîqaş, hişê afirîner) an xençer (an şidet, şer, çek, xwînrijî, mirin û kuştin) me rizgar dike?

Tê zanîn ku di çîrokê de, xencera nivîskar a ji ber neşixulandinê zingar girtiye û tenê carna ji bo tûjkirina qelemê tê şixulandin, rojekê hew tebatî têyê û gazina xwe digihêne nivîskar: 

Te ez avêtim nav kitêb û kaxizan, te ez kirim hogir û hevala bermayên qaşûlên dar û qirş û hevsera caw û potikên zibilgehê. … te daye pê Ehmedê Xanî, tu dixwazî ko wî karê ko Xanî nebiribû serî tu bibîserî. … Tu dixwazî ko bête gotin, ‘Xelk tev dibêjitin ko Ekrad/Bi me’rîfet in bi esl û binyad.’ … Lê nabit, tu tişt, ne ziman, ne xwendin ne nivîsandina te bêyî min naçe serî. … Heke ez nebiwama ji zû ve te û milletê te we ê zimanê xwe winda bikirana. … Hercar, ez li ber we sekinîm û min zimanê te parast, lê ne qelema te. … bi min ne qelema xwe lê parsuwên dijminên xwe jêke!. . .

Xençer çawa gotina xwe diqedîne dikeve kalanê xwe, naxwaze li bersiva nivîskar guhdarî bike. Ne dengê qelemê tê me ka xwe çawa diparêze ne dengê nivîskar tê me ka çawa xwedî li qelema xwe derdikeve. Wer xuyaye Bedirxan bi qestî çîroka xwe bêencam hiştiye ku wê jî xwînerên wî dagrin. Herçiqas jiyana wî bixwe dikare bibe bersiva qelemê, mirov dîsa jî çaverê ye ku ji qelemê an xwediyê qelemê  bixwe bersivê bibihîze. A rast, dil dixwaze an dibêje xwezî deqeke aidî parastina qelemê jî ji me re mîrat mabûya; me bikaribûya gotinê ji devê/qelema pêşiyên xwe bigrin an pişta xwe bidinê. Û ev pirs tê bîra mirov: Çima xencer daye axaftin lê ne qelem? Çîrok di 1932yan de yanê du sal piştî têkçûna Serhildana Çiyayê Agiriyê ku xencerê nikaribûye rola xwe bîne cî, hatiye nivîsandin, lê Bedirxan mafê axaftinê nade qelemê ku rexneyekê li xencerê bike û rola xwe bîne bîra xencerê. Bedirxan herçiqas wek ehlê qelemê di bîra me de cî girtibe jî, li vir qelem bêxwedî hiştiye an bêdeng kiriye. 

Gelo qelemê serê xwe rakira û bi xencerê re têketa nav nîqaşekê û li aliyê din jî gazinê xwe bi nivîskar bikira, wê çi bigota? Dixwazim wê tişta ku Bedirxan nekiriye, ji nav şert û mercên îro ve bikim û mafê axaftinê qet nedim xencerê, ji ber ku him di çîrokê de him di dîroka me de rola sereke bûye ya wê, li odeya civatê li ciyê herî xweş ew rûniştiye. Ew têra xwe peyivî. Îjar bila dor dora qelemê be: 

“Tu jî hinekî di nav kitêb û kaxizan de bimîne, ne şert e hertim tu li pêş bî. Ma qey mirov pê kêm dibe ku bide dû Ehmedê Xanî? Tu tişt nema, tu çûyina li pey Ehmedê Xanî sivik dikî. Mala Xwedê ava ku Ehmedê Xanî ne tu, ez kirim destê xwe. Xwezî zêdetir kesan ez kiribûma destê xwe. Berhemên min nebin, tu li ser çi şer bikî? Kî wê rê li ber te bixe, armancekê, maneyekê bide te? Tu  mirin û kuştinê ji hemî xebatên min wêrektir dibînî û dikarî wan didî ber çavê xwe, loma xwe ewqas qure dikî. Lê tu nizanî ku gelek caran afirandina fikrekê, rêbazeke bêşîdet û tetbîqkirina wê, birêxistin û qanihkirina girseyan, avakirina civakeke nû zehmettir e ji mirin û kuştinê; jê re dem lazim e, sebir lazim e, xebatên dûrûdirêj û dijwar lazim e; tu dixwazî di demeke pir kurt de encamê werbigrî. Tu qet li pey xwe nanêrî ka bê di riya rizgarkirinê de te çi dane windakirin, te çi hilweşandine, kirine kavil; ji tirs û heybeta te kes nikare hisab jî ji te bipirse. Kê dengê xwe derxistibe li dijî te, wê gavê hatine bêîtibarkirin. 

Rast e, di çanda me de wêrektî û çavsoriya ku xwe li mirinê diqelibîne timûdaîm hatiye/tê berzkirin, lê ev nayê wê maneyê ku ev ê hetahetayê wisa bidome an divê bidome. Êdî nêrîn û riyên nû divê. Di çanda Ewropayê de, “berzkirina rûbirûbûyina bi mirinê re doktrîna kesên mîna Nietzsche, Georges Sorel, Charles Péguy, Maurice Barrès bû û bêtir şair û general lê xwedî derketine. Li nav întelektuelan, yanê kesên li ser navê felsefeyê pîvangeke nirxan daniye pêşiya dinyayê qedir nedane ev cure wêrektiyê. Ji Sokrates heta Ernest Renan wêrektî wek fezîletekê hatiye qebûlkirin lê di asteke nizmtir de. Di nav fezîletan de aqil an zanatî û bipîvanî li pêş in, wêrektî piştî van tê.” Aqil û zanatî (qelem) çima bi qasî rûbirûyîna bi mirinê qedir nebîne? Ew esîlbûna ku wek başî tenê xwekuştinê dizane, bi qewlê Saint Simon, ev ê heta kengî wiha be? Ma nabe, qet nebe, bi qasî mirin û kuştinê, bila êdî qedrê aqil û zanatiyê (qelem) jî bê zanîn?

Gotinek min ji ehlê qelemê re jî heye. We ez rûreş derxistim. Heta dikarim bibêjim we îxanet li min kir. We ez kirim yaverê xencerê; xencerê çi rê dabe ber we, bêyî lê bipirsin ka rast e an xelet e, we da ser wê riyê. Kare we bû rewakirina kirinên xencerê. Ji dêvla ku hûn rê li ber xencerê xin, wê rê li ber we xist. Ji bilî riya wê, hûn li riyeke din nefikirîn, we hewl neda riyeke din bidin ber wê. Xwediyê xencerê çi gotibe, hûn pê serxweş ketin; ketin dîlanê; hûn bûn tefsîrkar û şîrovekarên wê, nebûn rexnegirên wê. We serê xwe tewand û ez kirim xizmetkara gotina xwediyê xencerê. We ji bîr kir ku şexsiyetek min, heysiyetek min heye; we şexsiyet û heysiyeta min binpê kirin; we got bêyî xencer qelem çi ye? Hûn nikaribûn beyî xencer bifikirin. Îro ji bilî gotinên xwediyê xencerê, hûn çi nîqaş dikin? We çi afirandiye? We kîjan nêrîna nû pêşkeşî gelê xwe kiriye?

Şertên îro gelekî baştir in li gor ên sed sal berê. Sed sal berê ewqas xwende û ehlê qelemê tunebû; yên hene jî hemû kar bi hev re dikirin: siyaset, nivîskarî, şervanî, dîplomasî, dîroknasî, weşangerî. Îro li zanîngehên çar aliyên cîhanê xwendekar û akademisyenên kurd hene, bi temamî nebe jî, divê ew karbeşî çêbûbûya, ehlekî qelemê hebe ku ji siyaseta rêxistinan cuda bifikirin û nîqaş bikin, lê tevî ewqas zanabûna xwe çiqasî dikarin derkevin derveyî çarçoveya zanîna ku xwediyê xencerê daye ber wan? Çiqas dikarin li ber xencerê rabin? Vê çiqasî ji xwe re dikin derd? Çend sal berê kovara Zaremayê xwest yek ji van akademisyenên li zanîngeheke navdar a li Ewropayê çend pirsan bike derbarê neteweperweriyê. Wî got ku wê nikaribe li ser vê mijarê biaxive, ji ber ku baweriya wî bi siyasetê tuneye. Bersiveke ecêb! Li vir ji siyasetê qest, ew partiyên kurdan ên xwedî hêza leşkerî bûn. Tişta tê famkirin ew e ku ger fikrek ji aliyê partiyên xwediyê hêza leşkerî neyê parastin, ne hêja ye ew fikir bê derbirîn an li ser bê axaftin. Yanê, rojeva xwendeyan divê rojeva partiyên siyasî be. Divê ne berevajî bûya ku xwende (ehlê qelemê) fikir biafirînin û siyaset û xencer ji fikrên wan îstifade bikin, bidin ser riya wan. Ger xwediyên xencerê her tiştî zanibin, tekane riya rast li ba wan be, çi hewce heye bi ehlê qelemê an hûn çima dixwînin, dinivîsînin, difikirin? Ne heyfa we?! 

Ji bo tenê yek kesî mînak bidim. Hamit Bozarsalan. Bozarslan vî çendî (a rast, van salên dawî) hertim hevpeyvînek wî belav dibe li ser medyaya dijîtal derbarê rojevê. Ji van hevpeyvînan tê famkirin ku ne di siyaseta Bakur ne di vê pevajoya niha de qet problemek tuneye ku bibe berbehs. Mimkun e gelo siyaseteke nêzîkî pêncî sal e li Bakur serdest e, ti aliyekî wê yî bê rexnekirin tunebe? Mimkun e ewqas pîrûpak be ku hewceyî rexneyeke çêker an avakar jî neke? Gelek caran rexneyên pir di cî de li siyaseta Başûr digre, lê siyaseta Bakur her carê azade dimîne ji rexneyên wî. Rexne li aliyekî, çarçoveya wî ya fikrî ya derbarê çareseriyê bi temamî ya xwediyê xencerê û siyaseta legal a girêdayî wî ye, wek ku ji qadroya rêxistinê an siyaseta wê ya legal be. Tenê retorîka wî ji wan cuda ye.

Di piraniya hevpeyvînên xwe de, di ser mînakên Spanya, Bask û Katalanyayê re mijara demokrasiyê binxêz dike, demokrasiyeke pêşketî wek çareserî pêşkêş dike, lê nabêje, wek mînak, li Bask û Katalanyayê siyaseta wan î neteweyî kiriye ku parlamentoyên wan bixwe hebin; ka li Bakur siyaseteke neteweyî heye ku bikaribe di vê astê de siyaset bike an bi dewletê re mizakare bike? Wek mafên kolektîf, tenê qala zimên dike Bozarslan, ew jî bi awayekî xumamî û bênaverok, di vir de jî problematîze nake ka ew ê mafê ziman mizakere bike kî ye. Xwediyê xencerê ku ji tirkbûnê pê ve ti rê nade ber kurdan? An DEM partî ku tenê ji bo rê li ber neteweperweriya kurdan bê girtin hatiye avakirin û ji vê pê ve rolek wê tuneye? An qet napirse, problematîze nake ka gelo siyaseteke ku her carê bang dike ew tiştekî (ji bo kurdan) naxwaze, ne siyaseta kurdan tenê ye, wê çawa di asta baskî û katalanan de siyaset bike li ser navê kurdan. Malûma herkesî ye ku heta niha siyaseta Bakur ji entegrasyonê (vê wek asimilasyon fam dikim) pê ve tiştek pêşniyaz nekiriye û binxêz dikin ku wê li ser mafên çandî mizakere nekin. Îjar siyaseta li Spanya, Bask û Katalanyayê li kû siyaseta li Tirkiye û Bakur li kû?! 

Di hevpeyvîna xwe yî dawî de dîsa gotinê ji devê xwediyê xencerê digre û li ser entegrasyonê disekine. Li vir jî mînaka Fransayê dide. Rewşa koçberên li Fransayê û mafên wan î çandî û rewşa Kurdistanê di nav heman kategoriyê de dinirxîne: koçberên li Fransayê yên bêtir ji welatên Afrîkaya Bakur an kevne-koloniyan û kurdên li ser axa xwe kolonîzekirî û ji mafên xwe yî siyasî, çandî bêpar in. Ma karê kesekî ji ehlê qelemê divê ev bûya? Ji xeynî xizmetkariya siyasetê/xencerê divê rolek wan tunebe? Gotinek, fikrek wan cuda tunebe? Em ê nikaribin behsa xweseriya qelemê bixwe bikin? Qelem nikare bi aqil û hunera xwe biaxive?

Belkî ya herî balkêş jî, di çaremîn konferansa Xebatên Kurdî ya li Hewlêrê (Nîsana 2025an) de Bozarslan gotiye ku nîqaşên kolonyalîzmê yên di warê xebatên kurdî de, repertuwara têgehî ya teoriya post-kolonyal û perspektîfên teorîk gihiştiye asteke “hegemonîk” û hin îhtirazên xwe diyar kirine. Yek ji van îhtirazan ew e ku qewamên mîna qirkirina Dêrsim, Helebce, Enfalê nikare bi mantiqa kolonyalîzmê bên ravekirin, bi gotineke din, ev divê ne di nav nîqaşên kolonyalîzmê de, lê di nav nîqaşên li ser qirkirinê de bên bicîkirin. Ji ber ku deqa axaftina wî ne li ber dest e, em nizanin ka hûrgiliyên vê axaftinê çi ne û çawa daniye bingeha vê fikra xwe. Diyar e Bozarslan ji nîqaşên kolonyalîzmê û perspektîfa wê aciz e, pêwîst dîtiye midaxeleyeke teorîk bike. Gelo çima? Hemî qirkirin di nav kolonyalîzmê de neyên bicîkirin jî, têkiliya nêzîk a navbera kolonyalîzm û qirkirinan tê zanîn. Li welatekî parçekirî ku hemû pratîkên kolonyal lê hatine tetbîqkirin, qirkirin çawa dikare li derveyî kolonyalîzmê bê nirxandin? Perspektîfa nîqaşên kolonyalîzmê çima wî aciz dike? Pêşniyaza wî wê çi li me zêde bike? Li aliyê din, miraq dikim gelo ev nêrîna wî li nav beşdarên konferansê (ehlên din î qelemê) rê li ber nîqaşekê vekir an na. Ev midaxeleya wî çawa hat pêşwazîkirin? Dema Dêrsim, Enfal û Helebce bibin mijara xebatên qirkirinê, ew ê di kîjan peywenda dîrokî de bên/tên rûniştandin? Ger “helwesta siyasî ya Abdulhamid II. li hemberî ereban kolonyal” be, çima siyaseta dewletên serdest ên li Kurdistanê ne kolonyal in li gor Bozarslan? Gelo îro xwediyê xencerê ligel nîqaşên derbarê kolonyalîzmê bûya, Bozarslan wê dîsa jî ji van nîqaşan aciz bibûya? Hêvî dikim di mijarê de jî hevpeyvînek pê re bê kirin ku em hîn bibin bê Bozarslan çima aciz e ji nîqaşên li ser kolonyalîzma li Kurdistanê.  

Di hevpeyvîneke din de jî, wek tiştekî pir baş be, dibêje kurdbûneke pirzimanî çêdibe. Diyar e ku ji vir qest ew e ku kurd bi tirkî dipeyivin. Wek ku haya wî jê tunebe ku ev ne tercîh e lê mecbûriyet e, û ew îhtimal ne dûr e ku ev pirzimanî rojekê di lehê tirkî de bibe yekzimanî. Pirzimaniya kurdan, yanê tirkîjîaxaftina kurdan çima pêşveçûneke erênî ye ji bo Bozarslan? Qey dilê naêşê ku li Bakur kurdî di nav paşveçûneke çiqas mezin de ye? An kurdên tirkîaxêv guncavtir dibîne ji bo demokrasiya Tirkiyeyê? 

Li vir tenê behsa Hamit Bozarslan dikim, lê mixabin li nav ehlên me yî qelemî ku tiştne ji wan tê hêvîkirin, kesên wiha gelek in, nexasim li nav akademisyanan. Hin kes jî hene ku xwe tenê kerr dikin, bi tu awayî wek ku li vê serdemê najîn û tiştên girîng naqewimin tevdigerin; ji xwe re li dor teoriyên îthal û navên qerase diçin tên, lîteratura biyanî ji ber dikin, neqil dikin, lê têkiliya wê lîetraturê û îroya me, siyaseta me nakin mijar. Ji îroya xwe çiqas dûr bikevin ewqas xurttir dibe qelema wan. Bi zimanê xwe avakirina lîteratureke resen nabe derd ji wan re. Ya heyî jî poz pê nakin. Albert Memmi ji bo welatên dekolonîzebûyî dibêje, lê gotineke ji bo îroya me jî têra xwe rast e, bêberpirsiyariya gelek întelektuelên ku xwe li teoriyên demode digrin ji dêvla ku biwêrin bi rewşa nû re rû bi rû bibin û rola xwe bînin cî, dibe yek ji sedemên geremola li welatên ji kolonyalîzmê rizgar bûne.  

Julien Benda di kitêba xwe ya bi navê Aydınların İhaneti [Îxaneta Rewşenbîran/Xwendeyan] de, helwesta rewşenbîrên ku li hemberî bûyerên siyasî bê prensîb tevdigerin -û yên li jor Memmi behs dike- wek îxaneta rewşenbîran bi nav dike. Li gor wî, ramana siyasî tenê bi hewcedariyên rojane a dema em tê de ne elaqedar nabe (r.41); karê rewşenbîran ne tenê liserpiyahiştina împeratoriyan [dewletan an, di peywenda me de, rêxistinan] e (r.60) Peywira rewşenbîran ne ew e ku tenê ji dêvla xencerê qelemê têxe destê xwe, fikir û armanca xencerê bi qelema xwe bîne cî. 

Medeniyet ew e ku mirovayetî riayetî karbeşiyê bike. Kesên xwedî berjewendiyên piçûk, demkurt, demkî û fezîletên di riya wan de berz dikin jî wê hebin, lê hin kes jî wê hebin ku van piçûk bibînin, bikaribin fêde û hedefên ji wan wêdetir jî bibînin, wan berz bikin. Ancax wisa mimkun dibe medeniyet (r.111) Hin kes divê hebin ku fikrên ji bo xwediyê xencerê nemaqûl jî îfade bikin, 

Îjar, gelo wê mubalaxa be ku gotina Benda jê deyn bikim û piraniya xwende an ehlê qelemê bi îxanetê tawanbar bikim?”

Çavkanî: Kovara Zarema