Di Peywendiyên Kurd û Ermeniyan de Belgeyeke Dîrokî û Balkêş

Di Têkiliyên Kurd-Ermenî de Belgeyek Dîrokî-Balkêş: Hevdîtina Sala 1903an di Navbera Berpirsê Taşnaksutyun Malhas û Mihemed Siddîqê Nehrî de

Aug 16, 2025 - 14:28
Di Peywendiyên  Kurd û Ermeniyan de Belgeyeke Dîrokî û Balkêş
Qesra Nehrî ya ku Seyîd Mehmet Siddîq çêkiriye - 1916

"Dîrok gelek tiştan tîne bîra mirov û fêr dike."

Celal Temel

Di Têkiliyên Kurd-Ermenî de Belgeyek Dîrokî-Balkêş: Hevdîtina Sala 1903an di Navbera Berpirsê Taşnaksutyun Malhas û Mihemed Siddîqê Nehrî de

Piştî Serhildana Ermenan a Sasonê ya sala 1894 an, di navbera salên 1894-1896an de, li Stembol, Erzirom, Trabzon, Wan, Bidlîs, Mûş, Sêwas, Amed (bûyera Çarşiya Şewitî ya 1895an) û gelek deverên din, di navbera Ermenîyan û hêzên Osmanî û Kurdan de şerên cuda derketin. Tevî ku ne bi qasî bi zorê dûrxistin û Tehcîra sala 1915an bû jî, di vê serdemê de jî komkujî çêbûn. Bûyer, bi bingehî di navbera cotkarên Ermenî û Kurd de nebû, lê li hemû deverên ku Ermenî lê dijiyan, di navbera komîteyîyên Ermenî û leşkerên Osmanî an jî endamên Alayên Hamidî yên girêdayî wan de bû.

Şer bi nakokiya Xiristiyan-Misilmanan hate mezin kirin û hate gotin ku di nav du salan de bi giştî nêzîkî 40 hezar kes, ku piraniya wan Ermenî bûn, canê xwe ji dest dan. Çavkaniyên fermî yên Osmanî ev hejmar kêmtir, û çavkaniyên Ermenî jî zêdetir nîşan didin. Her wiha piştî van bûyeran, ji sala 1896an û vir ve bi deh hezaran Ermenî neçar man koçî welatên cuda bibin. Ev bûyer li gorî polîtîkayên hêzên Ewropî û Rûsan bûn; ewan bûyeran dişopandin û han didan û teşwîq dikirin. Di van bûyeran de, rola Projeya Vilâyat-ı Sitte jî bandorek mezin hebû, ku piştî Peymana Berlînê ya 1878an, wek topeke agir di navbera Ermenî û Kurdan de geriyabû. Bûyerên salên 1894-1896 an, li pêşiya bîst sal berî wê, wekî nîşaneke ji bo sala 1915an bûn.

Bi berevajî rêvebirên Ermenî yên ku bi gelemperî hebûna neteweyî ya Kurd qebûl nedikirin, piştî van bûyeran, hin berpirsên Ermenî yên ku bi aramî tevdigeriyan, bi Kurdên ku heta wê demê ji bo tevgerîna bi hev re hevdîtinê bi rûspiyên Kurdan re nedikirin, dest bi hevdîtin û lêgerîna rêyên lihevkirinê kirin. Ew dê bi navê Kurdan bi kê re û çawa hevdîtinan bikin? Dibe ku ev derdor, derdora rojnameya Kurdistanê (1) bûye ku li derveyî welat dest bi derketinê kiribû, û di heman demê de Ebdurrehman Bedirxan, kurê Bedîrxan Beg, ku têkiliyên wî bi Îttîhad-Terakkî re baş bûn. Di dema ku di navbera Ebdurrehman Bedirxan û Ermenan de têkiliyên cuda çêdibûn, rêxistina bihêz a Ermenan, Taşnaksutyun, xwestin ku bi Seyîd Mihemed Siddîqê Nehrî (2) re jî hevdîtinê bikin, ku ew li herêma Hekarî gihiştibû hêzeke mezin. Di vê nivîsê de, mijara me ev hevdîtina dîrokî-balkêş e.

Hevdîtina Dîrokî

Li gorî nivîskar Garo Sasûnî, ku ew jî endamê Taşnak bû, di payîza sala 1903 an de, Malhas ku yek ji endamên çalak ên Partiya Taşnak li Azerbaycanê, û digel wî doktorekî Amerîkî ku ew jî endamê partiyê bû, bi erka taybet diçin herêma Şemzînanê ji bo hevdîtinê bi Seyîd Mihemed SiddîMihemed Siddîqê Nehrîq re bikin û pir bi başî têne pêşwazî kirin. Malhas ji Sasûnî re dibêje ku wî di hevdîtinê de axaftinek wiha kiriye:

"Min got ku rêxistina me ji roja ku dest bi çalakiyên xwe kiriye, xwestekek mezin ji bo hevkariyê bi cîranên xwe yên Kurd re heye, û min jê re bangewaziya Bedirxan Beg (dibe ku Ebdurrehman Bedirxan be) ku di rojnameya 'Troşak' de derketibû, wek mînak da. Min jê re diyar kir ku tevgera me pêwîst e di nav tevahiya dewleta Osmanî de bê kirin û tevgera me qet ne li dijî Neteweya Kurd e. Piştî wê min jê re pir dirêj rave kir ku em Kurdan li van axan de wekî birayên xwe yên resen dihesibînin, lê mixabin desthilatdariya Sultan Hamid ji nezaniya Kurdan sûd wergirtiye û wan li dijî me bi kar aniye, şerê me tenê li dijî rêveberiya Osmanî ye, û em ji bo guhertina vê rejîmê derketine ser sehneyê."(3)

Malhas diyar dike ku piştî vê axaftinê, wî du pêşniyarên kirdarî ji Seyîd M. Siddîq re kirine:

1-) Dabînkirina ewlehî û aramiya teter (posta), peyamnêr û barhilgirên me heta ji herêma Xoşabê derbasbibin.

2-) Bikaranîna bandora wî ya ji bo peydakirina têgihiştineke diyar di navbera me û serokên eşîrên yên li ser sînor de.

Seyîd M. Siddîq bi bersiveke wiha balkêş dide vê yekê:

"Hûn Ermenî, ji ber ku hûn Xiristiyan in, hinekî di bin parastinê de ne. Ger li gundekî pozê Ermenîyekî bi xwîn bibe, balyozên mezin ên Stembolê yekser gileyiyê li Osmaniyan dikin. 'Osmanî' dikuje, lê her dem Kurd tawanbar û sûcdar e. Osmanî zextê dike, lê yê tawanbar dîsa Kurd e. Tu xerabiyek tune ku Kurd nekiribe û tu zilm tune ku Ermenî pê re rû bi rû nemabe. Dewletên mezin wisa bawer dikin, hûn jî heman tiştî dibêjin.

Ez nikarim sedemek taybetî bibînim ku ez ji we hez bikim. Lê em dizanin ku em û hûn li ser van axan yên kevnarin; Tirk li ser van axan nû ne û tu sedem tune ye ku em li dijî wan helwesteke dostane bigirin. Axa me berfireh e, têra her du gelan jî dike. Deverên ji Başkale û Norduz heta Mûsilê yên me ne, li jortir jî yên we ne. Ya rastî tişta ku divê em li ser bifikirin ev e. Heke hûn bi me re bin, tu sedem tune ye ku em li dijî we bin ku hûn planên xwe pêk bînin."(4)

Li gorî ku hatiye gotin, Seyîd M. Siddîq her du xalên pêşniyarkirî qebûl kirin, heke di meha Gulanê ya pêş de kesên tam desthilatdar ji Taşnak bên, soz da ku ew ê hemû begên herêmê ji bo civîneke giştî vexwîne Şemzînanê, û van şertan jî destnîşan kir:

1-) Partiya Taşnak, li Şemzînanê an li cihekî din, li ser hesabê xwe kargeheke fîşekê ava bike da ku Taşnak jî jê sûd wergirin.
2-) Partiya Taşnak bila bi nûnerên xwe bi xwe re tûtinên herêma Şemzînanê ji bo Misir û Ewropayê hinarde bike.
3-) Partiya Taşnak divê bê nîqaşan sînorê Kurdistanê qebûl bike.
4-) Partiya Taşnak bila hewl bide alîkariya dewletên Xiristiyan ên Ewropayê ji bo Kurdistanê jî dabîn bike.(5)

Endamê Taşnakê Garo Sasûnî, ku vê mijarê bi poşmanî vedibêje, balê dikişîne ser cudahiyên têgihiştinê û nakokiyên lihevnekirinê yên di navbera Ermenî û Kurdan de, û vê hevdîtina balkêş wiha dinirxîne:

"Cudabûna di nêrînên siyasî yên aliyên ku hevdîtinê dikirin, bi zelalî diyar bûn. Mijara giştî têkiliyên Ermenî-Kurdî bû; di vê aliyê de gava ku hate avêtin pir girîng bû. Lê heke em li çavdêriyên siyasî yên her du aliyan binêrin, em dibînin ku armanca Partiya Taşnak hilweşandina rejîma Sultan Hamid bû. Lê belê armanca Şêx Siddîq, ji dewleta Osmanî veqetîn û avakirina dewleteke Kurdistanê ya serbixwe bû. Armanca şoreşa Ermenî di wan salan de, di nav tevahiya Împaratoriya Osmanî de şoreşek çêkirin û ji bo vê jî pêşî hilweşandina rejîma heyî bû. Lê rêberên Kurd armanca wan serxwebûna Kurdistanê bû û sînorên xwe jî pêşwext destnîşan dikirin."(6)

Berdewamiya vê hevdîtinê pêk nehat. Bi giştî partiyên Ermenî û rûspiyên wan nexwestin Kurdan wekî neteweyek bibînin, lê hin derdorên Kurd jî her dem ji aliyê olî ve nêzîkî vê mijarê dibûn. Li gorî gotina Garo Sasûnî, ev gava ku hatiye avêtin bê encam ma û fersendeke girîng ji bo hevkariyê ji dest çûye.

Di sala 1908 an, di dema Meşrûtiyeta Duyemîn de jî, her çend e hin hewldanên hevkariyê di navbera Ermenî û Kurdan de hebûn jî, encam nehatin bidestxistin û her du neteweyan di riya azadiyê de rê li ber hev girtin…

Dîrok gelek tiştan tîne bîra mirov û fêr dike.

[1]Rojnameya Kurdistanê ji aliyê birayên Bedîrxan ve, du sal piştî van bûyeran, di sala 1898an de li Qahîreyê bi Kurdî dest bi weşanê kiribû.
[2] Kurê Şêx Ubeydullah, birayê Seyîd Ebdulqadir e
[3] Garo Sasûnî, Tevgerên Neteweyî yên Kurd û Têkiliyên Kurd - Ermeniyan ji Sedsala 15 an heta Îro, Weşanxaneya Med, 1992, r. 205
[4]  Sasûnî, heman berhem, r. 206 (Nivîsa bi îmzeya Malhas bi sernavê 'Jiyanan'. Kovara Hayrenik, Hejmar: 2, 1926)
[5]  Sasûnî, heman berhem, r. 206-207
[6] Sasûnî, heman berhem, r. 207