Rola yariya Futbolê di civakê da

Perwîn Selah
Futbol yek ji yariyên bi navûdenge li cîhanê, ne bi tenê yariyeke bo xweşiyê belku gelek mifayên tendirûstî û saxlemiyê, derûnî û civakî hene. Mifayên wê bo mêşkî, çunkî harîkare bo baştirkirina şiyanên leşî û bihêzkirina rêkupêkiyê û geşekirina giyanê tîmê, bi rêka rahênanên berdewam û pişkdarîkirin di yariyan da.
Yarîzan dişên şiyanên xwe bi şêweyekê berçav ku şiyan û hêza leşî bi şêweyekê berçav bihêz dêxît, dîsan livîna bilez ve girêdidet ku harîkariyê di baştirkirina şiyana bergiriyê û bihêzkirina masulkan da diket. Zêdebarî vê çendê rolekê girîng di baştirkirina saxlemiya dil û demarên xwînê da digêrît. Çunkî karkirina dilî çalaktir lê diket û çûna xwînê baştir diket. Her wisa pişkdariyê di piştevanîkirina hevsengî û nermiyê da diket ji egerê wan livînên curewcor yên yarîkirin pêdivî ku leşî şiyandartir lê diket bo guncandinê digel gurankariyên leşî û harîkare di xoparastinê da.
Ew mifayên futbolê griêdayî civakî ve ji diyartirîn layenane ku peywendiyê di navbera take kesan da bihêz dêxin û pişkdariyê di avakirina civakekê pitir pêkve girêdayî da diken. Rolekê mezin di bihêzkirina giyanê karê kumel û hevkariyê da digêrît. Ji ber ku yarîzan fêr dibin ka çawa wek tîm kar biken da bigehine armancên hevpişk.
Her wisa ev werzîşe harîkariyê di avakirina peywendiyên civakî da diket, çi di navbera yarîzanan bi xwe da bît, yan di navbera endamên civakî da bît ewên kum dibin da temaşey yariyan biken û piştevaniya tîmên xwe biken.
Zêdebarî vê çendê futbolê giyanê hesta pişkdariyê di civakî da bihêz dêxît, çunkî take kes hest pê diket ew pişkin ji komeka mezintir pêkve kar diket da bigehîte serkeftin û nayabê. Ev çende hest û têkeliya civakî bihêztir lê diket. Her wisa di geşepêdana şiyanên jiyanê da, ji wan layenên serekî ne yên vê yariyê dikene amrazekê bihêz bo pêşvebirina kesayetiyê bi rêya futbolê da, yarîzanî fêrî serkirdayetî û helgirtina berpirsiyariyê dibin. Çunkî ji wan dihête xwastin arasteyî tîmê biken û biryarên girîng dibin fişarê da biden.
Her dîsan futbolê pişkdariyê di baştirkirina şiyanên peywendiyê û wergirtina biryaran da diket, ji ber ku yarîzan fêrdibin ka çawa bîrokên xwe bi rohnî derbibrin û hevkariyê digel hevalên xo biken bo gehiştina armancên hevpişk. Ev yarîye şiyana çareserkirina arîşeyan bihêz dêxît û eve ji taybetmendiyên futbolê ye çunkî yarîkirin pêdivî bi serederiyekê digel rewşên aloz heye ku pêdivî bi bîrkirina bilez û çareseriyên dahênerane heye.
Wek layenekê dî futbol pişkdariyê di bihêzkirina bawerî bi xobûnê da diket, çunkî yarîzan di her yarîyekê da destkeftên biçûk bi dest dînin ku hesta serkeftinê û rêzgirtina xu dê li def wan bihêz diket. Eve jî girîngiya futbolê di civakî da dihête hejmartin.
Ev werzîşe kar liser geşepêdana şiyanên terkîzê diket, çunkî yarîzan fêr dibin çawa terkîzê li ser armancên xo biken û di demê yarîkirinê da hizra stratejiyê biken.