Enfala Teknolojiyê!
Vêca ev tepe ya di gorepana saziyên me da ew dê çawa şên caddeyê ji enfalên serdemî hişyarbiken? bersîvdana vê pirsiyarê xema wan e.
Dildar Mihemed
Hêdî hêdî roj diborin, em nêzîkî bîrhatina qonaxa heştê ya enfalê ـ enfalên Behdînan ـ dibîn. Hindek caran heku mirov hizir li reşatiya enfalan diket, hestê mirovî pirî êş dibît û dirodatîya dujminan pitir li berçavên mirovê dibîte kevalekê pir êş.
Ji bilî layenê mirovatî û alê hovitiya dijminî, pirsiyarek xo dihelavêt, erê merem çi bûye? helbet her mirovekê bi lojîkî hizir diket bo wî baş diyar dibît armanc jê kuştina ruha Kurdayetiyê, nehêlana hêmayên milletîniyê, nehêlana hest kirina bi hebûnê wek tak û wek millet, helyana hest û hizra neteweyî ye.
Belkî gelek armanc û çeq û ta hebin belê her xaleka dîtir hebît xo di van armancan da dibînît. Mixabin eger bêjîn milletê me qerebuyên xo wernegirtîne û biker û harîkaran jî siza wernegirtîne eve xemeka mezine lê xema mezintir eger ji heştê û heştê gav bi gav bihêyne du hezar û bîst û pêncê, dê hest keyn ku hêşta enfalê hebûna xo bi riyên nu û serdem heye.
Ma eva li ser torên civakî ev grûpe û ewê henê li bin vî navî û ewê henê diken mane her bo kêm kirina jêyatiyê ye, mane nehêlana hestkirina milletbûnê ye, bê bihakirina sîmbolên neteweyî û bihêzkirina ruha dî ve lankiyê ye. Bêguman bersîv dê belê bît bitinê rêk û şêwaz di cudane berê zîlên leşkerî bûn vî demî maykên tv yane. Berê sotina gunda bû vî demî birsîkirina muçexurane. Belê armanc her yeke lawazkirina takê Kurd helandina hebûna wî li ber dengê dihola merkeziyetê!
Xalek bi tinê ya cudaye berê zilhêzên cîhanê li pişt dirindeya dujminê mebûn û di şiyanên me da nebû berengarî hêza wan bibîn, belê niho di şiyan da heye ew enfala post û koment diken. Ewa desthelatdarên navend diken vî demî emên civak emên sazên hişyarkirin û avakirina mirovan li beruka wan zend û baskan heldeyn û bizavê bikeyn wê namê bi rohnî bigehînîn, ku dujminê me li hemî dem û serdeman armanca wî yeke, ew jî nehêlana me ye belê rêk û şêwazên xo li duv demî diguhorît. Vêca ev tepe ya di gorepana saziyên me da ew dê çawa şên caddeyê ji enfalên serdemî hişyarbiken? bersîvdana vê pirsiyarê xema wan e.