Trump, Bav, Mamoste û Xelata Nobelê

Mantiqê Kissinger heman mantiqê aştiyê ye bi rêya hêzê, ku Trump pê bawer e. Ji ber vê yekê, Xezze û Îran dê nebin asteng li pêşiya bidestxistina wî ya Xelata Nobelê de.

Aug 23, 2025 - 20:51
Trump, Bav, Mamoste û Xelata Nobelê

Mihemed Xoşnaw

Donald Trump, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, hemû hewldanên xwe dike ji bo bidestxistina Xelata Nobelê. Trump lezê dike û ji bo ragihandina Xelata Nobelê kêmtirê du mehan maye. Ew di wê baweriyê de ye ku bi dawî anîna nakokiya di navbera Rûsya û Ukraynayê de dê bibe destkefta herî mezin ku wî ji bo Xelata Nobelê amade dike. 

Trump dixwaze bibe pêncemîn Serokê Amerîkayê ku vê xelatê werdigire, wekî ku serokên Amerîkayê Theodore Roosevelt di sala 1906 an de, Woodrow Wilson di sala 1919an de, Jimmy Carter di sala 2002an de û Barack Obama di sala 2009an de Xelata Nobelê wergirtin.

Ji bo bidestxistina xelatê, Trump xwe wekî mirovê aştiyê nîşan dide. Ji bo vê mebestê, demek berê, ji bo pêkanîna aştiyê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, li gel serokên Fransa, Brîtanya, Îtalya, Almanya û Ukraynayê li Koşka Spî civiya. Civîn wekî wî bavî bû ku zarokên xwe li dora xwe kom dike, an jî wekî mamosteyekî bi tund li hember xwendekarên xwe bû ku rê nedida ew zêde biaxivin an destpêşxeriyê di axaftinê de bikin. 

Serokên Ewropî tenê dilreşî û durûtiya dilsoziya xwe ji wî re dubare dikirin û hêviya wan ew bû ku Trump atmosfereke hezkirinê ji wan re çêbike û dilê Trumpê bav bikşînin, ne ku ew şermezariya ku meha Sibata borî bi serê Serokê Ukraynayê di Zelenskyy de anî, li gel wan jî dubare bike. Ev ne tenê di warê form û şêwazê de sînordar bû, belkî di naverokê de jî wisa bû.

Trump ew bav an şêxê eşîrê bû ku ji bo eşîra xwe wan rêbazan datîne ku li ser wan dimeşe û serwerê karûbarên wê ye, û ku piştî razîbûna xwe destkeft û qezencan dabeş dike, û eger kesek an eşîrek ji tiştê ku wî pejirandiye derkeve, cezayekî eşkere û demildest werdigire. 

Kar ne bi rewaya navneteweyî, nirx û peymanên ku netewe bi dehên salan li ser li hev kirine ve girêdayî ye, û niha "rewa" ya Trump heye ku dem bi dem li gorî daxwaz û berjewendiyên xwe diguhere. 

Her serok û welatekî ku bixwaze bi Trump re danûstandinê bike, divê mizaca Trump bizanibe û bingeha wê jî berjewendiyên wî ne. Rêya têgihiştina li gel wî zilamî bi pesindan, durûtî û mezinkirinên nerast û dilgirtinê re (mastawkirinê) derbas dibe.

Wey li halê wan kesên ku dibin asteng li pêşiya nedayîna Xelata Nobelê jê re, yan dê bi zincîrek baca gumrikê wan bombebaran bike, yan jî dê komîteyê bi neheqî, nepakî û xiyaneta li Xelata Nobelê tawanbar bike. 

Lê divê em wê rastiyê jî bizanibin ku hin pêşîne hene ku derfeta Trump a ji bo bidestxistina vê xelatê xurtir dikin. Di sala 1973an de Wezîrê Derve yê Amerîkayê Henry Kissinger û dîplomatkarê Vîetnamî Le Duc Tho bi hev re Xelata Nobelê wergirtin, ji ber rola herduyan di danûstandinên serkeftî yên ji bo rawestandina şerê di navbera herdu welatan de. 

Her wiha Kissinger bû yê ku daxwaza êrîşeke asmanî ya wêranker li ser paytexta Vîetnamê, Hanoiyê, kir, ku tê de balafirên bombeavêj ên (B-52) hatin bikaranîn, û Trump jî balafirên bombeavêj ên (B-2) ji bo lêdana dezgehên etomî yên Îranê bi kar anî, ku wekî (B-52) bû. 

Li gorî Kissinger, bombebarana wêranker a Amerîkayê li ser Vîetnamê bandoreke baş hebû ji bo razîkirina Vîetnamê ku nermiyê nîşan bide. Mantiqê Kissinger heman mantiqê aştiyê ye bi rêya hêzê, ku Trump pê bawer e. Ji ber vê yekê, Xezze û Îran dê nebin asteng li pêşiya bidestxistina wî ya Xelata Nobelê de.