Geştiyarên Biyanî bi Dîtina Havîngehên Kurdistanê Mendehoş dibin
Berî du rojan em li devera Berwariyan bûn û me cihên ciwan û dilveker dîtin û çiqas spasiya xelkê Dihokê bikim ji bo wê pêşwazî û rêzgirtina li me hatiye girtin, her kêm e.
Salane di demsala havînê da hejmara geştiyaran ji hemû parêzgehên Iraqê bo havîngehên Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî ewên dikevine tixûbê parêzgeha Dihokê, zêdetir lê tên û bêhtirê geştiyaran dilxweşiya xwe bi dîtina wan havîngeh û cihên geştiyariyê derdibirin.
Helbet beşek ji wan jî dibêjin, li wan cihên geştiyarî û turizmê bihayê xwarin û vexwarinê giran in û ji Rêveberiya Geştûguzarê dixwazin zêdetir çavdêriya wan cihan bikin û bihayekî guncayî ji bo her tiştekî deynin.
Hemîd Xizêr, geştiyarekî xelkê Bexdayê ye, bi malbata xwe ve hatibû havîngeha Sîlavê û ji rojnameya Evro re got: "Salane di vî werzê germê de bi rêya grûpan em dihên parêzgeha Dihokê û me seredana pirtiriya havîngehên wê kiriye. Bi rastî jî hemû ji bo me xweş bûn, bi taybet li vê derê li havîngeha Sîlavê, çimkî rewşa seqayê wê gelekî xweş e û li vê derê em hest pê nakin ku demsala havînê ye û spasiya birayên xwe yên Kurd dikin ku bi rastî mêvanperwer in û gelek rêzê li me digirin."
Najî Suheyb, geştiyarekî din ê xelkê Semawayê ye, ew jî bi malbata xwe ve hatibû havîngeha navborî, ji Evro re got: "Ew xweşiya em li vê derê dibînin, me ti caran li bajarê xwe nedîtiye, çimkî li cem me dinya gelekî germ e û amûrên hênikkirinê jî feydeya me nakin. Lewra me bi fer dît em bêne parêzgeha Dihokê û me daireyek ji bo heyvekê bi kirê girtiye û li vê derê em bi zarokan ve gelekî dilxweş in û zarokên min ji min re dibêjin 'Babo ji me re xaniyekî li vê derê bikire û em ti caran naçine bajarê xwe'. Tiştê ku herî zêde bala min li vê derê kişand, ciwaniya dîmenên wê ye, bi taybet di dema şevê de ku bayekî hênik tê û digel dîmenên ciwan tevlîhev dibe, di wî demî de em hest bi xweşiyeke mezintir dikin."
Ubeyd Hemîd, ku bi Babê Mûsa tê naskirin, ew jî xelkê Mûsilê bû, bi malbata xwe ve li havîngeha Sîlavê bû, got: "Di vê heyvê de ev e du car in em hatine parêzgeha Dihokê. Cara yekê em çûbûne havîngehên qezaya Akrê û vê carê em hatine Sîlavê. Berî du rojan em li devera Berwariyan bûn û me cihên ciwan û dilveker dîtin û çiqas spasiya xelkê Dihokê bikim ji bo wê pêşwazî û rêzgirtina li me hatiye girtin, her kêm e."
Sindis Salih Silêvaneyî