Çêkirina kevalan bi rengên zeytî ya bi zehmete
Ji bo zanînê çêkirina kevalan bi rengên (zeytî) ya bi zehmete, lê heke mirov hez ji karekî biket divêt rêgirî nemînin.
Şêwekara ciwan Ehlam Eyad ku eve pitirî şeş salane kevalan çêdiket, di dîdarekê da ji bo rojnameya Evro got: Her çende min bi warê şêwekarî bi akademî nexwendiye, lê ji ber heza mina bê sînor bo çêkirina kevalan min bi rêya (Youtube) xwe fêr kiriye û ez hest pê dikem ku roj bo rojê dişêm dahênanê di karê xwe da bikem, lewra dê ya berdewam bim.
Her wisa got: Ez gelek hez ji çêkirina wêneyên rengaw reng dikem û min wêneyên kesan çêkirîne, her wisa pişkdarî di pêşangehan da kiriye. Ji bo zanînê çêkirina kevalan bi rengên (zeytî) ya bi zehmete, lê heke mirov hez ji karekî biket divêt rêgirî nemînin.
Bêwar Hemdî