Soza şikandî ya Amerîka bo Kurdan

Aug 6, 2025 - 11:04
Soza şikandî ya Amerîka bo Kurdan

Çîmen Zêbarî


Çîroka Kurdistana Iraqê çîrokeka pirî berxwedanî ye, milletekê ku nasnameya wan di çiyayan da hatiye nexşandin, bi destê dîrokê hatiye şêwandin û bi xewnekê hatîye parastin ku red diket bimirît. Ev herêma ku Kurd têda bi curekê azadiyê dijîn ku hevalên wan li cihên dî yên rojhelata navîn dişên tenê xeyal biken. Ew xudan Parlemen û hêzeka leşkerî ya here wêrek bi navê Pêşmerge û ala û zimanê xwe ne. Belê ew tiştê ewan çi caran ne buye û bi dest ve ne înaye û ew tiştê pitir ji her tiştekê dî hez diken welateke ku ji layê cîhanê hemiyê ve bihête naskirin.


Piştî ji navçûna Sedam Husên li sala 2003 ê Kurdan rolekê nehête serekî di avakirina Iraqa piştî rejîma Be'es da gêra, wan harîkarî di nivîsandina destûrê nû yê Iraqê da kir, hevpişkî digel Amerîka şerê terorê kir û piştevaniya federalîzma nazik kir ku sîstemê siyasî ya nû ya welatî diyar dikir, bo demekê hêviyek peydabû. Hewlêr bi weberhênanê geş bû, konsulxaneyên biyanî vebûn, rojnamevanên rojavayî navê “Iraqa dî” lê dana. Cihekê aram di welatekê têkçûyî da, lê li pişt manşêtîn bi hêvî, gileyiyên kevin di kelîn. Bexda çi cara otonomiya Kurdî bi temamî qebûl nekir. Demê mifayê wan têda tehemula wê dikir, demê dişiya piştguh ve di havêt û demê wêriyayî xo diyar biket siza dida.


Ev çende pitir ji hemû carên dî li sala 2017 ê berçavbû, demê Hikûmeta Herêma Kurdistanê referandumeka aştiyane û demokratîk li ser serbixweyê encam da, zêdetirî ji seda 92 dengderan got belê bo serxwebûna Kurdistanê. Eve ne bi tinê helwesteke siyasî bû, belku eve gaziyek bû ji bo naskirinê piştî deh salên piştguhavêtin û komkujiyan ji Helebce heta Zîlan, eve bersîveka bilez û sizader bû.


Bexda Firokexaneyên Herêma Kurdistanê girtin, destê xwedana ser bajarê Kerkukê yê pirî neft û gelek destkeftiyên bi zehmet yên herêmê helweşandin. Ya ji hemiyan bi azartir bêdengiya ji derve bû, civata navdewletî bi taybetî Amerîka pişta xo dayê.


Ew bêdengiye hêşta deng vedidet, ji ber ku rastiya wê ewe eger Washington birastî viyabaye harîkarîya ji dayikbûna Kurdistaneka serbixo bike, alavên hey ku evî karî biket. Amerîka xudanê şopa leşkerî û bandora dîplomatîkî û dişiya bi evê rêkê karîgeriyê li ser Bexda biket bo hindê ku dewletbûna Kurdî bînîte ser mêzê, Hikûmeta Iraqê ku gelek piştbestin kiriye ser harîkarî û naskirina Amerîka, dişêt bi zorî bihête paldan da bi rijdî danustandinan biket, ne berî çendîn salan, belko evro.


Dîsan, çi tişt nebûye, çunkî di hesaba siyaseta derve ya Amerîka da, Kurd hevpişkin, belê çi caran pêşîne nînin. Demê guncayî pesnên wan diken li demê bo mêrxasî û qurbanîyên wan li dijî Da'îş, bo rolê wan di ragirtina Îranê da, lê temaha wan bo serbixweyî bi nermî piştguh di havêjin. Ev du dilî ne bi tenê bêhîvîkere, eve egere ku aramî û seqamgîrî têk biçît, eve nîşa Kurdan didet ku dilsozî dê hête spasîkirin lê rêz lê nahête girtin. Di şiyandaye xewnên milletekê di refankan da bimînin. Eger digel nexşeya jeopolîtîka ku li Washington yan Bruksel hatîye kêşan neguncin.


Hêşta ruha Kurdan bergiriyê diket, di nav Kurdistana Iraqê da, hêvî berdewame, lê kêm dibît. Nifşekê gencan çi nemaye yê bê hîvî dibin, gelek diçin ne ji ber girîngîpênedanê, partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hevrikiya wan ya berdewame. Hevrikiya desthelata wan yekgirtinê di lawaz diket û rêkê ji bo destêwerdana biyanî vediket û hêza gelekê berev xelasbûnê ve dibet ew gelê ku herdem şayestey baştirînê bûye.


Dîsan çîroka Kurdî bi dumahîk ne hatîye, herêmê hêşta derfeta dariştina çarenivîsa xo heye. Serkirdayetiya yekgirtî dişêt baweriya parçebuyî çak biket. Çaksaziya aborî ya rast dişêt aboriyê careka dî geş biket û baweriya giştî vegerînît. Heweka dîplomasî ya hevbeş ku bingeha wê yasayî bît, gileyî ya dîrokî û zelaliya exlaqî dişêt hevsozîya cîhanî careka dî hişyar biket û naskirina nêvdewletî pal bidet.
Lê di şiyan da nîne Kurd bi tenê evî beşê nû binivîsin, divêt xala werçerxanê ji derve jî bêt. Heke rojava bi serkirdayetiya Amerîka hilbijêrit li gur nirxên xo yên ragehandî bijît û Kurdan bo deh salan hevpeymaniya stratejîk vegerînît. Hingê xewna serbixweya Kurdî dişêt bi temamî bibîte rastî. Ne bi piste pistan yan peymanên jûrên girtî, lê di rojê da, bi kerametê wekî ka çawa hemî millet ji hejîne ji dayik bibin.


Bo rewşa nuke, Kurdistana Iraqê li ser hêleka metirsîdar bi rêve diçît: Otonom heye belê serwerî nîne, bihêze lê ji layê siyasî parçe parçe kirîye, hatîye naskirin belê çi caran ne hatîye hembêzkirin. Dîsan berev pêş diçît bi keramet ve, çunkî Kurd berdewam wisa bûye. Ew radibine ve, dubare û sêbare, her çende ku cîhan dibêjîtê bimîne li xwarê.


21ê temûza 2025ê