Iraq û Tirkiye ji şeraketê bo ji navbirinê

Aug 6, 2025 - 12:06
Iraq û Tirkiye ji şeraketê bo ji navbirinê

Dr Serdar Remezan Etruşî

Serokê Tirkiya Receb Tayyip Erdogan îmza li ser biryara jimare 10113 li 21/7/2025 kir bo ji navbirina rêkkeftinê bi hemû protokolên û yadaştên xwe ve, ewa li 27/8/1973 hatiye îmzakirin, ku dibîte 52 sal.

Merema Tirkiye:
Ji navbirina vê rêkkeftinê ji ber torebûna Tirkiyê ye ji Iraqê, piştî keysek li ser Tirkiye tomarkirî li Dadgeha Jura Bazirganiya Parîs. Di encamê da Tirkiye hate sizadan bi yek milyar û 500 milyon dolaran. Ji ber razîbûna Tirkiye bo veguhestina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya borîya Ceyhan bo bazarên navdewletî. ji ber ku ev kare dijî rêkkeftina Iraqê ye di gel Tirkiye, di encamê da vegûhestina petrola Kerkûk û Herêma Kurdistanê hate rawestandin.
Bi cih anîna projeya (rêka vejandinê) bo veguhestina petrola Iraqê bi rêya Tirkiye ber bi Ewrûpa.
Tirkiye divêt hêleka nû ya veguhestina xaz û petrolê bi navê hêla (Besra – Silopî) li bajêrê Hedîse bo derya naverast bi rêya Tirkiye dirust biket.
Ji layekê dîve Tirkiye divêt rêkkeftineka dî îmza biket ku destkeftên baştir têda bin taybet di rêvebirina vê borîyê da.
Tirkiye divêt xercîyên veguhestina petrola Iraqî bilind bît.
Di projeyên xaza xwezayî û siruştî li Herêma Kurdistanê da hevpişk bît.
Pişkek ji zevîyên petrolê hebît.

Kartêkirina wê li ser Iraqê :
Gurzek bo li ser henartina petrola Iraqê, ji ber ku bi rêya vê borîyê, rojane 500 hezar bermîl ji petrola Kerkûk bo bazarên Ceyhanê dihatine henartin.
Sepandina hindek mercên nû ji layê Tirkiya ve bo ser Iraqê.
Dirustbûna arîşeyeka abûrî û siyasî ya mezin bo Iraqî berî sala 2026
Bihêzbûna Tirkiye di danustandinan da di gel Iraqê bi karta petrolê.

Kartêkirina wê li ser Kurdistanê :
Dê kartêkirinê li ser Kurdistanê ket, ji ber ku %80 ya budceya Herêma Kurdistanê ji henartina petrolê ye.
Herêm zêdetir ji yek milyar dolara ziyan pê keftîye her ji sala 2023ê piştî veguhestina petrola wê hatiye rawestandin.
Take rêya henartina petrola Herêma Kurdistanê ye.
Ji layekê dî ve hindek jêder diyar diken, ziyan bi herêmê nakevît, ji ber ku rêkkeftina Herêmê û Tirkiye peywendî bi rêkkeftina Iraqê û Tirkiyê ve nîne.

Pêgihurê boriya Tirkiye bo Iraqê :
Dûbare Iraq danustandinan digel Tirkiye biket bo parastina berjewendiyên her dû la.
Yan vejandina hêla Iraq Suriye (Banyas) da ku bibîte pêgihure hêla boriya Tirkiye, lê arîşe ewe, rewşa Sûriye ya aram nîne, nûjenkirina wê borîyê pêdivî bi milyaran dolaraye.
Hêla Iraq Suudiye li benderê Yenb'a.
Rêya kendavê Ereb.
Rêya bendera Eqebe li welatê Urdinê.
Eger Iraq rêyeka dî ji bilî ya Tirkiye bi helbijêrît, dê her ziyan gehîtê, ji ber ku dê kartêkirinê li peywendîyê wê yên aborî, bazirganî, emnî, siyasî û bersîng girtina terorê ket, renge ev peywendîye ji navbiçin, Iraq bikevîte di qeyraneka mezintir da.