Şa'ir rezvanên hesta netewîne, derewan naken

Şa'ir rezvanên hesta netewîne, derewan naken

Nov 18, 2025 - 11:00
Nov 18, 2025 - 11:03
Şa'ir rezvanên hesta netewîne, derewan naken
Şa'ir rezvanên hesta netewîne, derewan naken

Emîn Botanî

Bersîvdanek bo axaftina rêzdar Dr. Mihemed Îhsan:

"welat bi şi'irên derew naçêbît"

Di bernama (Tevn) da xeleka roja yekşemê 16/11/2025 ewa (Rêber Kurdo) pêşkêş diket û bi navê (Kurd netewe yan eşîrin) demjimêr (10:00)ê şev belavbûyî, du kesên akademî hatibûne mêhvankirin. Her du rêzdar (Dr. Mihemed Îhsan/taybetmendê nasyonalîzmê û Rojhilata Navîn - Dr. Xelîl Etrûşî / taybetmendê dîroka hevçerx ya Iraqê).

Li berahîyê min divêt bêjim, hemî bername wekî naverok û boçûna herdu mêhvanên bernameyî jî wek mijar bo civakê me gelek û gelek girîngin û piraniya axaftinên hatînekirin gelek baş bûn, serbarî hendek têbînîyan.

Ez ne kesekê siyasî me, lê ji ber ku eve çendîn sale mijûlî warê çand û edebiyat û keltûr û hunerî me, ew mafî dide me xo ku axaftin û boçûna şaş û rast ji hevdu cuda bikim û têra hindê jî agahdarî dîrok û bandora kûltûrî me di jiyana gel û civak û doza neteweyan da.

Ev nivîsîna min taybete bi yek risteya rêzdar Dr. Mihemed Îhsanî ve, ku li dûmahîya bernameyê û di xûleka (52:30) ê da behsî netewê kirî û gotî: "Wek netewe em ne neteweyîne û welat bi minafiqan naçîte serî û ew mefhûmê netewê yê hindek li ser diçin ne mefhûmê hindê ye vî welatî pê avedan û geş bikey..." li dûmahîya paragrafa xoy ya dengî dibêjît: "welat bi şi'irên derew naçêbît" nivîsîna min bi tenê girêday vê ristê ye, bi tenê ew risteya min divêt li ser bi axivim eve ye "welat bi şi'irên derew naçêbît" ku rêzdar Dr. Mihemed Îhsanî ya li dirêjahîya axaftina xo da behs kirî.

Bi baweriya min, raste rêjeyek ji hesta netewayetî ya gelan xomak û xoriste, lê heke helbest (şi'ir), huner, edeb, çand û kûltûr bi giştî nebin, ew hest têra hindê naket derbazî bazneyê huşmendîyê bibît, lewra hesta neteweyî peyska êkê ye ku huşmendîya neteweyî û li dûvra jî jêyatî û întîmaya neteweyî xurt û rehdar bibin. Helbest û huner û çand û edebiyat bi tevayî li ser rehendê hest, soz, ciwannasî û statîkayê kar diken. Lewa çenelê huner û çandê rasterast girêdayî pirsa xizmetkirina alê navda yê mirovane, lewa hoşmendîya neteweyî çi caran bêy hesta neteweyî nahête avakirin û xurtkirin, ew berhevî û harmonîya helbestek yan her janreka toreyî û hunerî û kûltûrî bi giştî di nav hesta kes û takên netewe ava diket, çi hêz û elementek dî neşên wê biken, di pêvajoya xebata gel û neteweyan da rolê çand û huner û edebiyatê rohn û berçave ka çawa hoşmendî û jêyatî pê hatîne xurtkirin û li dawiyê armancên neteweyê pê hatîne bi dest ve înan, bêguman rewş û pergala her gel û neteweyekê cudane û şert û mercên xoyî û babetî dibine sedemê serkeftin û şikestin û negehiştina armancê, lê girêdana (şi'irê) û wesif kirina wê bi (şi'irên derew) çi lojîk têda niye ku çênebûna welat û netewê pêve bihête girêdan, hemî ew helbest û sirûd û stranên bo gel û neteweya me hatîne nivîsîn û gotin, fakterên gelek bihêz bûyîne ku hestên neteweyî û şanazî kirinê û xurtkirina canê berxwedanê li cem mirovê Kurd geş biken, (Ey Reqîb, Newroz, Kîne Em, Welatê me Kurdistane, Ey Felek bo te dinalim, Kurdistan niştimanî Kurd, wa hatin Pêşmergên me, Kurdistanê Kurdistan baxçê gulan, gelê bargiran, Kurdistana delalim, Kurd hatin, bangê bilind, aş aş, Ey felek felek, degerêmewe bo welatekem, Ey şehîdan, Pêşmerge mezinîya çiyayê jorî, hirgir... û bi dehan û sedan şi'ir û stran) pirsiyar, erê ev têkst û helbestên şi'irî çi derew têda hene?! pirsiyar, heke van helbest û sirûd û stranan ji dîroka çand û hunerê Kurdî derbêxîn, hesta me ya neteweyî dê di çi rewş da bît, ez bêjim heke me gazindeyên siyasî jî hebin û em li ser nîfaq û hevrikîya kirêt ya siyasî biaxivîn, lê zulm û zêdegavî û bê însafîye navê (derew) bêxîne ser (şi'ir)ê, birastî jî helbest û çand û huner û edebê Kurdî xizmeteka mezin ya hesta netewayeteya Kurd û Kurdistanê kirîye û mil bi milî Pêşmergeyên Kurdistanê di sengerê berxwedanê da bûyîne û rasterast pişkdar bûyîne davakirina hoşmendî û jêhatî û întîmaya mirovê Kurd bo doza gel û welatê xwe, hêvîdarim ev nivîsîna min xerab nehête wergirtin, tenê min viyaye berevaniyê ji rol û bandora rasteqîne ya çand û hunerî bikem di xizmetkirina doza neteweyî da wekî geşkirina hesta neteweyî heta digehîte hoşmendî û jêhatîya neteweyî, birastî jî min dît rêzdar (Dr. Mihemed Îhsan) divê xalê da ku helbestên (şi'irên) Kurdî wek (derew) bi nav diket, pê dilteng û zivêr bûm, ji ber ku bawer nakem çi helbestvanekê Kurd li demê helbestek bo Kurdistanê û Pêşmergeyî û şehîdî û doza neteweya xo vehandibît, çi cara wan (derew) li gel xo û milletê xo û doza xo kiribît, nizanim bo çî ev peyv û paşgirê (derew) li gel (şi'ir) şi'ir şuura mirovî ye, şuura şa'iran jî bo doza pîroza neteweyî ku hezaran mirov ji pêxemetî wê dozê bûyne qurban çi pêdivî (derew)êye?! bi dîtina min helbestvan (şa'ir / ewên şi'irê vedihînin) pêdiviye rêz lê bihête girtin ked û karê wan jî bi çavê rêzê lê bihête temaşe kirin, lê mixabin wek kesên derewîn û xudan hest û şuurên derew dihêne nasandin, min nevêt zêdetir li ser babetî binivîsim, lê min viya berevanîyê ji hest û hizir û şuura xo bikem ku heta helbestekê vedihînim xuyna min dibîte av, erê me'qûle ewa ez û hevalên şa'ir vedihînîn û dinivîsîn û dibêjîn (derew) bin?! min bi xo çi cara derew li hest û şuur û wijdana xo nekiriye û nakem û li dûmahîyê dibêjim, welat weha jî çênabît ku bi çavên neqandî radeyne ser hişk û teran û ked û kêferata naziktirîn û hestyartirîn tiwêja civakê ku şa'irin kirêt û binpê bikeyn.