Li ser bûyerên Helebê

Li ser bûyerên Helebê

Jan 12, 2026 - 10:55
Li ser bûyerên Helebê
Li ser bûyerên Helebê

Fuat Önen

Pêvajoya Bahçelî-Ocalan gihaşt Helebê, ME du senger wenda kirin. Yên ku dibêjin ev hicûm ji bo têkbirina “pêvajoyê” hat lidarxistin rastiyê vedişêrin. Ev 15 meh in, em dibêjin hedefa vê pêvajoyê têkbirina Başûrê Biçûk e. Ev ne “pêvajoya aştî, çareserî û demokrasîyê” ye. Bi ser de, Başûr û Rojhelat jî di hedefa vê “pêvajoyê” de ne. Ji me re dibêjin; “hûn şer nakin û hûn şerxwazîyê dikin”.

Em dibêjin ev pêvajo ya dewleta dagirker e û Ocalan berdevkê vê pêvajoya jenosîdkar û êrîşkar e. Dibêjin Ocalan hakimî mijarê ye, hûn ji “serok” fahm nakin.

Hakan Fîdanê ku Ocalan pir pêbawer e dibêje: “HSD ji peyv û gotinan fahm nekir, tenê ji zorê fahm dike, me jî ji bo wê ev operasyon pêk anî”. Ango bi zimanekî fesîh dibêje operasyona Helebê ya dewleta me ye. Herkes jî pê dizane ku yên hicûmî her du taxên kurdan kirin, çeteyên bi ser Tirkiyeyê ne. Wezîrê Berevanîyê yê Dewleta Tirkan got:”hewcedarî pê hebe û ev çeteyên me alîkarîyê ji me bixwazin em amade ne di hawara wan de herin”. Cemîl Bayik û parlamenterê partiya DEMê ji vê dewletê dixwazin alîkariya kurdên Helebê bikin.

Ev qas şaşîtî bi nezanî nabe. An hişê xwe xwarine an jî wek “rêberê”  xwe berdevkîya pêvajoya dewletê dikin.

Vê dewletê hebûna xwe li ser tunebûna ME ava kiriye. Ango hiqûqa me û vê dewletê, hiqûqa dijminatîyê ye. Ew dijminatîyê dikin, ew jî ji dijminê xwe re dibêjin hûn birayê me ne, li me xwedî derkevin.

 Êdî bes e, li ser xwîna lehengên me, doza me bi erzanî nefiroşin.

Şervanên di taxa Şêxmeqsûd û Eşrefîyê de destana berxwedanê nivîsandin. Divê miletê me şanaz be ku xwediyê van ciwanan e. Miletekî xwedîyê van ciwanan tu caran koletî û teslimíyetê qebûl nake. HSD bi hawara wan lehengan ve neçû. Şaşîyên ewil lihevhatinên 10ê Adarê û 1ê Nîsanê bûn. Bi van lihevhatinan, meşrûîyet dan çeteyên Şamê û ew wek dewleteke meşrû qebûl kirin. Bi lihevkirina 1ê Nîsanê çekên giran û kadroyên esasî ji her du taxan kişandin û hêzên asayîşê bi çekên sivik li taxan hiştin. Tu garantîyeke nivîskî ji koalîsyonê nesitendin.

HSD ji bo çi bi hawara wan lehengan ve neçû?

Bi sedem têkilîyên me bi qada şer re pir lawaz in, bi îhtiyat em dikarin qala 3 sedeman bikin:

1- Tehdîda dewleta dagirker û telqîna Ocalan.

2- Helwesta Cîhana Rojavayî, bi taybetî helwesta Trump û Thomas Barack.

3- Helwesta eşîrên ereban. Eşîrên ereb di dema Esad de rejîm wek rejîma alewîya didîtin û li dijî rejîmê bi terefên kurd re di serperestîya DYAyê de hevkar bûn. Niha birabavên wan li Şamê ne. Dibe ku naxwazin tevî şerê ME û Dewletê bibin. Tê gotin ku hejmarek Şervanên wan li Taxa Eşrefiyeyê sef guherandin. Ev kêşeyeke esasî ya hindur HSDyê ye û divê tedbîr bê standin.

Ev şer bi hişê  serkanî(erkanî harbîye) ya dewleta dagirker dimeşe. Bi vê operasyonê guherîna demografîya Helebê jî armancek bû. Di siyaseta milî û hişê dewletê de cografya û demografîya girîng e. Û mixabin di sinifa me ya siyasî de ev lawaz e.

Piştî Helebê dê hedefa wan Reqa ú Dêrazorê be. Bahçelî bêsedem bang li eşîrên ereb nake. Divê PYNK, ENKS Û bi taybet YPG, YPJ di vê mijarê de hestîyar û xwedî nexşerê bin.

Li Sûrîyeyê 10 salên li pêşîya me şer nasekine. Divê sinifa siyaseta me li her çar parçeyên welêt dev ji çîrokên aştî û biratiyê berdin. Dinya di nav şer de ye û Kurdistan bi her çar parçeyên xwe qada vî şerî ye. Siyaset divê li gor vê rastîya me û cîhanê bê meşandin. Şer siyaseta bi alavên zorê ye û li ser me ferz bûye. Kî ji vê rastiyê bireve wê tuşî têkçûnê bibe.

Şerê Helebê li çar alîyên cihanê û li her çar parçeyên Kurdistanê em gihandin hev. Giyanekî neteweyî û yekgirtî da nîşan. Ev e ya ji me re pêwîst. Sinifa me ya siyasetê divê layiqî vê giyanê be. Li ser vî esasî yekrêzîya siyasî pêk bîne.

ME li Helebê sengerek wenda kir, ne welatek. Şerekî demdirêj li benda me ye. Di vî şerê demdirêj de gelek pêşdeçûn û paşveçûnê pêk bên. Dem ne dema panîkê ye. Dem dema yekîtî û têkoşînê ye. Gîyanê demê banga dewletbûyînê li Kurdistanê dike. Wacibê me bersîvdana vê bangê ye.

Xwişk û birayên me yî Rojhelat çi xweş dibêjin:

KURDISTAN YEK WELAT E

ROJAVA ROJHELAT E.

Divê em jî karibin bêjin:

KURDISTAN YEK WELAT E

BAŞÛR, BAKUR, ROJAVA, ROJHELAT E.