Rabûna Xirwatan: Ji Mezopotamyaya Kevnare heta Balkanan

Ji Mezopotamyaya Kevnare heta Balkan: Rabûna Xirwatan ji Eslê Skîtî, Mîrasa Aryen a Hint-Ewropî ji Slavan re

Nov 4, 2025 - 08:54
Nov 4, 2025 - 09:21
Rabûna Xirwatan: Ji Mezopotamyaya Kevnare heta Balkanan
Ji Mezopotamyaya Kevnare heta Balkan: Rabûna Xirwatan ji Eslê Skîtî Mîrasa Aryen a Hint-Ewropî ji Slavan re

Ev xebat, kokên dîrokî yên Xirwatan di çarçoveya çanda Kurd-Saka ya Skîtî de lêkolîn dike û pêvajoya dewletbûna wan li Balkanan di ronahiya danûstandinên kevnar ên Asya Navîn-Qefqasya de dinirxîne. Di vê de, damezrandina Keyaniya Xirwatan ji aliyê Tomislav ve di sedsala 10an de, bidestxistina nasnameya Slavî, û kokên Aryen ên Xirwatan di ronahiya daneyên arkeolojîk ên modern de hatine nîqaşkirin. Herwiha, rola Atey, rêberê Skît-Saka yê ku di sedsala 4an a BZ de li herêmên Deryaya Reş û Qefqasyayê hukumdar bû, hatiye vegotin.

1. Destpêk

Kokên Xirwatan û pêvajoyên dewletbûna wan li Balkanan, di wêjeya dîrokî de bi gelemperî li ser nasnameya Slavî hatine nîqaşkirin. Lêbelê, vedîtinên arkeolojîk ên modern û çavkaniyên kevnar destnîşan dikin ku Xirwat xwedî kokên Aryen ên Hint-Ewropî ne û ji aliyê çandî ve bi mîrasa Skît-Saka Kurdî re di têkiliyê de bûne. Di vê gotarê de, bi karanîna daneyên dîrokî û arkeolojîk, kokên Xirwatan û pêşveçûna wan a siyasî li Balkanan dê bêne lêkolînkirin.

2. Hırwatên Balkanê û Pêvajoya Dewletbûnê

Di sedsalên 6-7an de, bav û kalên Xirwatan dest bi bicihbûna li Balkanan kirin; herêm di wê demê de ji eşîran pêk dihat. Di sedsala 8an de, Xirwat wekî prensîbên piçûk û eşîran dijiyan; dewletek navendî tunebû. Di nîvê sedsala 9an de, hin eşîr dest bi yekbûnê kirin û mîrên herêmî û prensîban bandor li wan kirin. Li dora sala 910an, Tomislav rabû û dest bi yekkirina eşîrên Xirwatan kir. Di sala 925an de, wî Keyaniya Xirwatan damezrand, Hırwatan kir dewleteke yekbûyî û yekemîn keyaniya fermî ava kir. Heya dawiya sedsala 10an, Keyaniya Xirwatan li Balkanan wekî hêzek siyasî û leşkerî hate nasîn. Ji ber ku di Çavkaniyên Dîrokî yên Xirwatên Serdema Navîn de paşnav nehatine bikaranîn, Tomislav tenê wekî "Tomislav" an "Key Tomislav" hatiye behskirin.

3. Atey: Rêberê Skît-Saka Kurdan

Atey (di çavkaniyên Yewnanî de: Ateas / Ataias), di sedsala 4an a BZ de, yek ji rêberên girîng ên konfederasyona Skît-Saka bû ku li Deryaya Reş, Qefqasya û Asya Navîn hukumdar bû. Hin dîroknas dibêjin ku eslê Atey ji arîstokrasiya Med-Kurdî bû û wî girêdanên xwe yên bi civakên Sak/Skîtî yên Kurdî re ji Atropatene û Zagrosê diparast.

Atey, eşîrên Sak/Skîtî yek kir û hukumdariyeke navendî ava kir, li ser erdnîgariyeke fireh ji bakurê Deryaya Reş heta Gola Aralê serdest bû. Di vê serdemê de, girêdanên leşkerî û çandî di navbera eşîrên Sak-Kurd û Med-Kurd de xurt bûn.

Di sala 339an a BZ de, Atey artêşeke mezin li dijî Key Fîlîpos II ê Makedonyayê berhev kir, lê di şer de têk çû û jiyana xwe ji dest da. Vê bûyerê bû sedema hilweşîna konfederasyona Sak/Skîtî. Atey, serdema herî yekbûyî û bihêz a Skîtan temsîl dike. Avahiya ku wî damezrand, ji hêla komên li Qefqasya û Balkanan ve wekî model hate girtin.

4. Saka û Skîtî di Çavkaniyên Dîrokî de

Çavkaniyên dîrokî yên wekî Herodot (Dîrok, Pirtûka IV), Nivîsara Bêhistûnê (Key Darîus I), Ksenofon (Anabasis), Avesta û mîtolojiya Îranî, Sakayan wekî beşa rojhilatî ya Skîtan û gelên şervan ên koçer destnîşan dikin. Van çavkaniyan destnîşan dikin ku Sakayan û Skîtî di ziman, çand û teknîkên şer de gelek dişibin hev, ku ev jî koka wan a hevpar piştrast dike.

5. Nîqaşên li ser Koka Xirwatan

Di çavkaniyên Serdema Navîn de, Xirwat di sedsalên 9 û 10an de wekî komeke Slav hatine dabeşkirin. Lêkolînên arkeolojîk ên modern û daneyên zimanî, têkiliya Xirwatan bi gelên Aryen ên Hint-Ewropî re eşkere dikin. Ev rewş piştgiriyê dide wê yekê ku Xirwat ji aliyê çandî û genetîkî ve bi mîrasa Skît-Saka re di têkiliyê de bûne.

Lêkolînên genetikî yên modern destnîşan dikin ku %83 ê DNAyê Xirwatan bi koka Kurdistanî ve girêdayî ye. Akademîsyenê Rûs Prof. Dr. Vadim Makarenko diyar kiriye ku Xirwat û Kurd di dîrokê de zarokên heman gelî ne. Tezên doktorayê yên sala 1797an û sempozyumên ku di sala 1998an de li Zagrebê hatine lidarxistin, destnîşan dikin ku Xirwat ji Slavên din cûda ne û têkiliyên wan ên nêzîk bi Kurdan re hene.

6. Encam

Pêvajoya dewletbûna Xirwatan li Balkanan, tenê bi koçberiyên Slavî û yekbûna eşîran nayê vegotin. Bandora Kurd-Saka ya ku ji Mezopotamyaya Kevnare heta Deryaya Reş û Qefqasyayê dirêj dibe, nasnameya dîrokî ya Xirwatan hem di çarçoveya çandî hem jî ya zimanî de şikil kiriye. Damezrandina Keyaniya Xirwatan ji aliyê Tomislav ve di sala 925an de, ev mîrasa çandî li Balkanan veguherandiye avahiyeke siyasî ya berbiçav.

Çavkanî

Herodot, Histories, Pirtûka IV

Ksenofon, Anabasis

Nivîsara Bêhistûnê, Key Darîus I

Strabon, Geographica

Justinus, Epitome of Pompeius Trogus

Valentin Stetsyuk, Lêkolînên dîroknasiyê yên Ukraynayê

Raporên arkeolojîk ên modern ên akademîsyenên Gurcî û Kurd

Josip Mikoczy-Blumenthal, Teza Doktorayê (1797)

Josephi Mikoczi, Otiorum Croatiae Liber Unus (1806)

Şamîl Teymurov

03.11.2025

Grubeke Muzikî ya Xirwatî strana Xweşe Hewraman bi Kurdî distrên.