Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Xwarin Pêşkêşî Koçberên Helebê Kir

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Xwarin Pêşkêşî Koçberên Helebê Kir

Jan 9, 2026 - 17:25
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Xwarin Pêşkêşî Koçberên Helebê Kir
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Xwarin Pêşkêşî Koçberên Helebê Kir

Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, xwarina germ amade kirine da ku li ser koçberên Helebê yên ku berê xwe dane Efrînê, belav bikin.

Zêdebûna alozî û pevçûnên li Helebê di çar rojên dawî de, herêm ber bi "karesateke mirovî" ve biriye. Têkeliya şerê tankan û bombebaranan ligel sermahiya zivistana herêmê, jiyana bi hezaran jin û zarokan xistiye metirsiyê; Efrîn niha wekî "penageha sereke" ji bo koçberên taxên Kurdan tê dîtin û Nivîsîngeha Efrînê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, pêngaveke berfireh ji bo alîkariya penaberên taxên Kurdan ên Helebê ku berê xwe dane wê herêmê, daye destpêkirin.

Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragihand: Ji îro înê ve em dest bi belavkirina xwarinên germ û amade li ser penaberên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd dikin.
"Tîmên me yên tenduristiyê hatine erkdarkirin ku rewşa tenduristiyê ya penaberan bişopînin, ji ber ku serma û cemedê rewş girantir kiriye."

Li gorî amarên nefermî, nêzîkî 30 hezar malbatên taxên Kurdan ên Helebê, bûne penaberên Efrînê, niha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dest bi alîkariya wan kiriye.

https://www.facebook.com/reel/1419538439542792