Hev eşîr, sê bawerî Ev ne tesaduf e
Hev eşîr, sê bawerî Ev ne tesaduf e
Hevpeyvîn bi Dawid Murad Xetarî re - 2
Uskê Cîmîk
Di vê coxrafyayê de bawerî piranî nehat hilbijartin, hat diyarkirin...
Di parvekirina berê de, di çarçoveya Kurdên Anatoliya Navîn de li ser eşîra Reşîyan yek-du dosya hatibûn parvekirin. Di vê xebatê de, eşîra Reşîyan li xeta Anatoliya Navîn bi giranî bi nasnameya HENEFÎ, li xeta Semsûr–Meletî–Dîlok–Meraşê bi giranî bi nasnameya ELEWÎ, li xeta Serhed, Êrîvan û Gurcistanê jî bi nasnameya ÊZDÎ derdikeve pêşberî me.
Ev rewş ne tenê ji bo Reşîyan wiha ye. Îro li herêmên cuda yên coxrafyaya Kurdistanê — Tirkiye, Iraq, Îran, Ermenistan, Xoresan û derdora wê de — gelek mînak hene ku endamên heman eşîrê bûne xwedî mezhebên cuda. Heman kok, heman navê eşîrê lê nasnameyên mezhebî yên cuda.
Hevpeyvîna li jêr, bi lêkolîner Dawid Murad Xetarî re hatiye kirin ku ew li ser kevneşopiya Mişûrên Êzdiyan dixebite. Xetarî, di qada dîrokê de xwediyê bawernameya masterê ye û di nav Weqfa Laleşê de xebatên xwe yên lêkolînê didomîne.
Di Mişûran de navê kîjan eşîrên mezin ên Kurdan derbas dibe û paşxaneya wan a baweriyê çi bû?
Dawid Murad Xetarî: Mehmûdiyan, Şikak, Sipkan, Şerefedîn, Dumbiliyan û eşîrên din ên ku niha navê wan nayê bîra min, hemû di destpêkê de Êzdî bûn.
Hûn dikarin di derbarê nifûsa van eşîran de çi bibêjin?
Dawid Murad Xetarî: Ger ez tenê li ser hewza Îranê mînak bidim, nifûsa giştî ya van eşîran nêzîkî du-sê mîlyonan bû.
Nexwe ev civak çawa bûn Misilman?
Dawid Murad Xetarî: Ev bi darê zorê bûn Misilman. Ji aliyekî ve Osmanî, ji aliyekî ve Fars û ji aliyekî ve jî Ebasiyan bandorê lîstin.
Guherîna mezheban çawa pêk hat?
Dawid Murad Xetarî: Piraniya van eşîran gelek caran mezheb guhertin. Hinek bûn Sûnî, hinek bûn Şîe, hinek jî bûn Şafîî. Eşîrek heye ku hema bêje çar caran mezhebê xwe guhertiye.
Gelo dema mirovan baweriya xwe diguherand, bi rastî dizanibûn ku çi hildibijêrin?
Dawid Murad Xetarî: Qur’an nedizanîn, Erebî nedizanîn. Guherîna baweriyê ne bi zanyarî, lê bi zext û arastekirinê pêk hat.
Dê berdewam bike...