Yekemîn Kongreya Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanê li Almanya Pêk Hat
Yekemîn Kongreya Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanê li Almanya Pêk Hat
Almanya – 14ê Kanûnê, 2025 – Yekemîn Kongreya Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanê, di 13ê Kanûnê, 2025an de, li welatê Almanyayê bi dirûşma "Yek Deng û Yek Xebat Ji Bo Azadî û Wekheviyê" hat lidarxistin. Kongre bi amadebûna Rêzdar Şîfa Barzanî, Serpereştyarê Giştî ya Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, û bi beşdarîya 80 endamên kongreyê pêk hat, bi armanca danîna bingehekî zexm ji bo kar û çalakîyên paşerojê yên Federasyona Jinan li seranserê cîhanê.
Kongre bi rêzgirtina ji bo giyanê hemû şehîdên Kurdistanê, bi rawestandina çend kêlîkan û sirûda neteweyî "Ey Reqîb" dest pê kir. Gotara vekirina kongreyê ji aliyê Seroka Federasyonê, Rêzdar Şîrîn Zekî ve hat xwendin.
Paşê, gotarên van rêzdaran hatin pêşkêşkirin:
Rêzdar Şîfa Barzanî, Serpereştyarê Giştî ya Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî.
Rêzdar Dr. Îsmaîl Kamil, Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî.
Rêzdar Amîne Zikrî, Endama Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê.
Gotara Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ji aliyê Rêzdar Şahîn Zada Ehmed ve.
Rêzdar Ferîba Mihemedî, Cîgira Sekreterê Giştî yê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê.
Rêzdar Marîa Flûgîr, Parêzer û Şêwirmenda Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanê.
Herwiha, belgefîlmek li ser têkoşîna jinên Kurdistanê di navbera duh û îro de hat pêşandan. Yek ji beşên bernameya sibehê pêşkêşkirina xelata "Jin û Azadî" bû ji bo çar jinên Kurdistanî, yên ku hilbijartina her çar parçeyên Kurdistanê bûn. Her yek ji wan xwedî têkoşîn, şiyan û jêhatîyên taybet in ku karîne xizmetê ji jina Kurd re bikin. Ew jî Rêzdar Bunye Cigerxwîn, Prof. Dr. Çînoor Qadirî, Gûlale Şerefkendî û Necla Çemlibel bûn.
Herwiha rêzgirtin ji desteya şêwirmendî û çend kesayetiyên din re hat pêşkêşkirin ku di berê de alîkarîya karên Federasyonê kiribûn. Beşa dawîn a bernameya sibehê pêşkêşkirina çend stran û muzîkên Kurdî bû.
Piştî nîvroya heman rojê, Komîteya Amadekar a Kongreyê dawî li karên xwe anî û Komîteya Rêveberiya Kongreyê hat damezrandin. Hemû komîteyên din jî karên xwe bi serkeftî meşandin. Paşê, xebatkara paşerojê ya desteya rêveberiya Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanê hat hilbijartin.
Hêjayî gotinê ye ku kongreyê karên xwe bi wergirtina gelek pêşniyaran ji bo karê xwe yê paşerojê bi dawî kir. Wefa û rêz ji bo piştgirî û hemahengîya wan kesên ku piştgirîya serkeftina yekemîn kongreya Federasyonê kirin hat dubarekirin, û di heman demê de, desteya rêveberîyê soza xizmetkirina jinên Kurdistanî da.